PDK li ber yekîtiyê asteng e

Şemî 30 Cotmeh 2021 - 04:08

Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamûs got, PDK bi hevkariya dewleta Tirk, zirarê dide yekîtiya neteweyî ya kurdî û got: “PDK asteng e li ber yekitiya Kurdan.”

Ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) Zeynep Dûrgût bi hevserokê KNK´ê Karamûs re peyivî. Wî ji bo peymana 9’ê Cotmeha sala 2020’an a li ser Şengalê ya di navbera PDK û Bexdayê de got, “Bêyî vîna xelkê Şengalê hat îmzekirin. Di vê peymanê de temsîliyeta civaka Êzîdî tine ye. Ev peyman di heman demê de bi hevkariya Tirkiyeyê hatiye îmzekirin. Dibe ku di demên pêş de li dijî Şengalê êrişek çêbe. Xuya ye ku tehemûla dewleta Tirk û PDK’ê li hebûna Şengalê nemaye. Tiştekî xwezayî ye ku hebûna wan a siyasî li wir hebe. Lê mebest û armancên PDK’ê ne ew e ku ji bo kar û xebateke sîyasî li Şengalê bi cih bibe.”

Li ser statuya Şengalê jî wî Ahmet Karamûs got, “Statûya Şengalê ya xweser ji bo me firsendeke neteweyî ye. Ne tenê di hêla leşkerî de di heman demê de ji aliyê aborî, civakî, perwerdehiyê ve jî pêwîst bû ku Şengal bibe herêmeke ku bikaribe xwe bi xwe, xwe bi rê ve bibe. Heta niha ji Şengalê re di aliyê xizmetdayînê de ti kesî alîkarî nekiriye. Hêzên PDK’ê ti baweriyê nadin civaka Êzîdî. Ti xîzmetê jê re nakin û rêz û hurmeta wan jî tine ye. Lê hebûna xwe li ser civaka Êzîdî ferz dike. Ji ber wê jî em pirsgêrêka Şengalê weke pirsgêrîkeke neteweyî dibînin. Ev bi îrade û daxwaza PDK’ê tenê nayê çareserkirin.”
 
ENKS vê dijminahiyê li dijmin nake!

Elaqedarî hevkariya PDK´ê bi desleta Tirk û helwêsta wê beramberî yekîtiya neteweyî de jî, Hevserokê KNK´ê Ahmet Karamûs got, “Îro di navbera hêzên Kurd û Tirkiyeyê de şerekî dijwar heye. Niha dewleta Tirk çekên kimyewî bi kar tîne û qanûnên navneteweyî binpê dike. Lê hêzên navneteweyî li hemberî vê dengê xwe dernaxînin. 

Tevgerên PDK’ê bandorê li xebatên yêkitiya neteweyî ya Kurdistanê dikin. Ev qonaxa ku em îro tê re derbas dibin, rewşa siyasî û hişmendiya ku di PDK’ê de peyda bûye, nîşan dide. Dûrî hişmendî û parastina desketiyên Kurdan e. PDK li ber yekîtiya kurdan asteng e. Rewşa Kurdan êdî hatiye guhertin. Pêwîstiya gelê Kurd bi rêz û hurmetê heye. Îro otorîteya ku li ser  eşîrtî û binemalî xwe dide pêş li paş maye. Êdî divê Kurd li her derê bibin xwedî statû. 

Îro tişta ku em dibînin jî ne di asta şer tenê de yekitiya Kurd tê astengkirin. Temaşe bikin, ew hêzên ku îro PDK piştgiriya wan dike, yek jî  ENKS ye. ENKS îro li gel dewleta Tirk mil bi mil tevdigere. Li Rojavayê Kurdistanê dijminahiya ku ENKS li hemberî hêzên Kurd dike, li hemberî dijmin nake.”
 
Niha çaxê tifaqê ye

Li ser pirsa ji bo yekîtiya neteweyî çi pêwîst e, Hevserokê KNK´ê Ahmet Kramûs dibêje, “Li çar perçeyên Kurdistanê pêdivî bi siyaseteke neteweyî heye. Bi şêwazên eşîrtî û malbatî statûya siyasî nayê bidestxistin. Em dixwazin ku bi PDK’ê re yekitiya neteweyî û parastina berjewendiyên neteweyî bi hev re biparêzin. Bêgûman di nava Kurdan de nakokî û cudabûnên bîrdozîyan hene. Lê hê ku desketî ji destê me neçûne, em bibin yek. Em divê alozî û nakokiyên xwe bidin aliyekî û pirsgêrêka heyî bi rêya diyalogê çareser bikin. Ji me Kurdan re tişta elzem û pêwîst ew e ku tifaqa xwe pêk bînin.” 

NAVENDA NÛÇEYAN 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.