PDK Kerkûkê perçe dike
Pêncşem 10 Tebax 2023 - 00:10
Hikûmeta Iraqê 18’ê Kanûna 2023’yan wek roja hilbijartina encûmenên parêzgehan diyar kiriye. Her wiha di hemû aliyan de piştgiriya xwe ji komîsyona hilbijartinê re jî diyarkiriye. Gelek aliyên siyasî bang li hemû partiyan kirin ku bi yek lîsteyê tevlî hilbijartinan bibin. Lê di serî de PDK hinek aliyên din bi tena serê xwe hevpeyman avakirin û nehêlan Kurd bi lîsteyekê tevlî hilbijartinên encûmenên parêzgehan bibin. Derbarê vê mijarê de jinên Kerkûkê axivîn.
PDK zirarê dide Kurdan
Gulbihar Behadîn, ji ber ku Kurd li Kerkûkê bi lîsteyekê tevlî hilbijartinan nabin, nerazîbûna xwe nîşan da û got; “Em naxwazin di nava Kurdan de parçebûn hebe, bi taybet li Kerkûkê ev nabe hebe. Ji ber ku bajarek hestiyare, mixabin hinek partiyên weke PDK’ê ji bo dijberiya Kurd û Kerkûkê hatine avakirin. Hêvî dikin hemû aliyên Kurdî li Kerkûkê bibin yek û dev ji pêşbaziya siyasî berdin. Bila em hemû bihevre xizmeta Kerkûkê bikin, Kerkûk gelek xwîn daye, ger Kurd bi lîsteyekê tevlî hilbijartinên encûmenên parêzgehan nebin, wê zirareke mezin li Kurdan be.”
Mîhrîban Şefîq jî ku di hemen demê de mamosta ye, nerazîbûna xwe anî ziman û got;’’Kerkûk bajarek pir netew e, şerê wan jî ji bo netewa wane, lê mixabin hizbên Kurd li şûna bi lîsteyekê tevlî hilbijartinan bibin, parçe parçe tevlî dibin. Berjewendiyên hizbî nahêlin Kurd xwedî hebûn bin.
ROJNEWS/KERKÛK