• Malbatên şehîdan ên ji Kobanê bang li Kurdistaniyên li Başûrê Kurdistanê kir da ku li dijî hevkariya PDK′ê têbikoşin: Niha derfet û zemîna avakirina yekrêziya Kurdan heye, divê  vê derfetê bi kar bînin.

Nerazîbûnên ji hevkariya PDK′ê di êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê dewam dikin.

Têkildarî mijarê, birayê şehîd Sadiq Kobanê, Arif Balî got, fedakarî û têkoşîna Tevgera Azadiya Kurdistanê bi pêşengtiya Rêber Abdullah Ocalan hişt ku di vê demê de Kurd li cîhanê xwedî cihekî girîng bin û got; “Em nikarin vê qonaxa çarenûsî ya ji bo dîroka gelê me ji rêzê bibînin. 100 salên zehmet ji bo Kurdan derbas bûn. Di wan sed salan de Kurd bi parçekirin û komkujiyan re rû bi rû man. Îro derfet û zemîna avakirina yekrêziya Kurdî heye. Gelê me xwedî rêxistinbûneke mezin e. Divê em li dijî Lozana nû ku dibe heta 100 salên din jî gefê li me bixwe, bisekinin.”

Xayînan nas bikin

Arif Balî got, Tevgera Rizgariya Kurdistanê bi armanca rakirina sînorên di navbera çar parçeyên Kurdistanê de bi pêş ket û ev têkoşîn hê jî bi xurtî dewam dike û got, “Lê belê hinek îdîaya Kurdeyatiyê dikin û li dijî berjewendiyên gelê Kurd dixebitin, xizmeta dijmin dikin û şerê gerîla dikin. Va ye, keç û xortên me tevlî gerîla dibin û li Avaşîn, Zap, Metîna û herêmên din ên Kurdistanê destanên lehengiyê dinivîsînin. Li aliyê din jî li hember vê lehengiya mezin malbata Barzanî di asta herî jor de xiyanetê didomîne. Hêzên Pêşmerge di êriş û şerê dewleta Tirk ê li dijî gerîlayan de li pêş in. Divê gelê Kurd hêzên ji bo berjewendiyên wî şer dikin û wan hêzên xayîn ji hev cuda bike. Ev malbat û PDK ji xiyanetê jî wêde çûne û ji wê jî xetertir bûne.”

Arif Balî bi van gotinan xîtabî Kurdên li Başûrê Kurdistanê kir: "Ji Kurdên Hewlêr, Silêmanî û Dihokê tê xwestin ku rastiya vê malbatê bizanin û li dijî kiryarên wê, têbikoşin. Nabe Kurdistan bo vê malbatê veguherînin daristanekê. Divê em bi hev re ji bo avakirina statuyeke mîna Rêveberiya Xweser a Rojava li herêmên din ên Kurdistanê jî têbikoşin û bi hev re li kêleka pêkhateyên din bi azadî û demokrasiyê bijîn."

Ew êdî bûne dijmin

Fatme Silêman, dayika şehîd Şîlan Kobanê ye. Ew li hemberî hevkariya PDK′ê bi dewleta Tirk re matmayî maye û dibêje, "Dema ku malbatek îdîaya Kurdayetiyê dike tiştekî ecêb e ku li şûna dagirkeriyê, şerê tevgereke rizgariyê bike. Ew ji xiyanetê û wêde çûne, û êdî bûne dijmin. Tevî ku Tevgera Rizgariya Kurdistanê eşkere kir ku divê şerê Kurdan bi Kurdan re çênebe jî, malbata Barzanî heta roja îro hewla vê yekê dide. Di demekê de ku gelê Kurd ketiye ber êrişên qirkirinê, serdanên malbata Barzanî ji Tirkiyeyê re dubare dibin, ew bi serok û rayedarên Tirkiyeyê re dicivin. Gelo em dikarin van wekî Kurdên welatparêz bi nav bikin? Yên ku beriya herkesî serketina Erdogan di hilbijartinan de pîroz kir, malbata Barzanî bû. Heger ev ne xiyanet be, çi ye?”

Bila ji şehîdan şerm bikin

Bavê şehîd Şoreş Samorayî, Xelîl Ehmed jî got, “Em bi hesreta dîtina cenazeyê kurê xwe ne ku hestiyên wî li çiyayên Kurdistanê belav bûne. Em bi şehadeta wî serbilind in. Di oxira doza mirovî û adilane de têkoşiya. Lê tişta me weke malbatên şehîdan matmayî dike, ew e ku aliyekî îdîaya netewebûnê dike, êdî ji dijminê gelê Kurd zêdetir dijminatiyê dike. Em qebûl nakin ku yek ji gelê me bi vê rêbazê bi destê van xayînan were şehîdkirin. Divê em nehêlin ku lingên wan pê li çiyayên Kurdistanê yên pîroz bikin. Civak bi hemû baweriyên xwe xiyanetê lanet dikin. Divê mabata Barzanî asta kîna Kurdan a ji ber kiryarên wan û xizmetkirina dijmin, bizanin. Em li hember dewletên dagirkerên Kurdistanê, her wiha em li dijî kiryarên PDK′ê yên li hember gelê xwe jî disekinin. Bila ew ji şehîdan û fedakariyên wan şerm bikin. Ev malbat jiyana li ser axa Kurdistanê heq nake. Heta ku fedakariyên li dijî dijmin û xayînan bên nîşandan, wê serketin para me be."

ANHA/KOBANÊ