PDK îradeya Êzîdiyan dişikîne

Çarşem 29 Îlon 2021 - 01:21

Xebatên namzetê PADÊ yê ji bo hilbijartina parlamenê ya Iraqê, Şêx Semîr Derwêş dewam dikin. Namzetê PADÊ li Şengalê bi endam û rêveberên şaredariyên Şengalê re civiya, behsa girîngiya hilbijartinê kir. Hevserokê Meclîsa Demokratîk a Şengalê Merwan Bedel jî got, hilbijartin ji bo wan girîng e, PDK jî naxwaze Êzîdî bibin xwedî îrade.

Hilbijartin 10’ê Cotmehê ne. Di vê çarçoveyê de xebatên namzetê PADÊ Şêx Semîr Derwêş jî li Şengalê dewam dikin. Li bajarokê Xanesorê endam û berpirsên şaredariyên Şengalê kom bûn. 

Hevserokê Meclîsa Demokratîk ya Şengalê Merwan Bedel behsa lîstikên PDK’ê yên li dijî Şengalê kir û got; “PDK bi tevahiya hêza xwe li dijî îradeya civaka Êzîdî pîlanan amade dike, zextek zêde li ser xelkê me yê di nava kampan de dike. PDK naxwaze Êzîdî bibin xwedî îrade, pêwîst e tevahiya gelê me bi dengê xwe bersiva polîtîkayên qirêj bide. Partiya ku niha karibe van pîlanên qirêj têk bibe, PADÊ ye. Em ê heya dawî gelê xwe biparêzin, em dev ji Şengalê bernadin.”

Namzetê PADÊ Semîr Derwêş jî behsa plan û projeyên xwe kir. Wî guhdarî li gel kir û bersiva pirsên wan da. Semîr Derwêş xwest her kes xwedî li xwe derkeve.

ROJNEWS/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.