• Parêzer Beşdar Hesen: PDK êşkencê li girtiyên behdînanê dike ji ber ku li dadgehê li dijî hev îfade nedan. Me di dadgehê de bi belgeyan piştrast kiri ku girtîyên Behdînanê bê sûc in

Parêzerê Dosya girtiyên Behdînanê Beşdar Hesen got, ji ber ku di dema dadgehkirina Mamosta Bedel Berwarî û Umêd Beroşkî de girtiyên din ên Behdînanê şahidiya tohmetên li ser her du kesan red kirine, di girtîgehên asayîşa PDK’ê de êşkence li wan tê kirin bi rengê êriş û zextên zêde yên derûnî.

Parêzerê Dosya girtiyên Behdînanê, Beşdar Hesen, da zanîn ku hêzên PDK´ê di girtîgehên asayîşa PDK’ê de êriş û zextek zêde ya derûnî li girtiyên Behdînanê dikin. Wî her wiha diyar kir ku cihê girtiyan gelek teng e û miameleyeke pirr xirab bi girtiyan re tê kirin.

Parêzer Beşdar Hesen got, “29’ê Tîrmehê dema ku Mamosta Bedel Berwarî û Umêd Beroşkî wê bihatan dadgehkirin, asayîşê ji Şêrwan Şêrwanî, Guhdar Zêbarî, Şivan Seîd, Eyaz Kerem û Harîwan Îsa xwest ku bibin şahidê tometên li ser Berwarî û Beroşkî. Lê piştî ku wan ev yek ne pejirand, ji wê demê ve di girtîgehê de êşkence û zextên zêde li wan tên kirin.”

Nêçîrvan Barzanî guh neda bangê

Parêzer Beşdar Hesen da zanîn ku li gorî gotina hin ji kesûkarên girtiyan, di girtîgehê de êşkence li girtiyan tê kirin û zextek mezin li dijî wan heye. Her wiha girtî di rewşeke gelekî xirab de ne.

Beşdar Hesen diyar kir ku ji beriya Cejna Qurbanê wan daxwaznameyek ji Serokê Herêmê re şandibû û jê daxwaz kiribû desthilata xwe bi kar bîne û ji bo girtiyên Behdînanê efûyekê derxe. Parêzer Beşdar got, "Lê berovajî van daxwazên me, zext û êşkenceya li dijî girtiyan zêdetir bûye."

Li şûna efûyê bê sûc ceza dikin

Beşdar hesen wekî din anî ziman ku wan daxwaznameyek ji her sê serokatiyên Herêma Kurdistanê, rêxistinên mafê mirov û tevahiya komên cuda yên li parlemena Herêmê re şandiye û ji wan daxwaz kiriye, pêşî li êşkencekirina girtiyan bigirin.

Parêzer Beşdar Hesen da zanîn ku li gorî qanûnê her kesê dadgeh biryara girtinê li ser bide, divê ew kes radestî girtîgehên ser bi wezareta karûbarên civakî were kirin. Parêzer Beşdar got, “Lê bi behaneya nûjenkirina girtîgehan, heta niha jî girtiyên Behdînanê wek cezayekî di girtîgehên asayîşa giştî de tên ragirtin.”

Bi belgeyan bêsûc in

Di dewamê de parêzer Beşdar Hesen da zanîn ku girtiyên Behdînanê bê sûc in, tenê ji ber ku tevli xwepêşandanên li Behdînanê bûne û daxwaza azadî û mafên xwe kirine, hatine girtin. Beşdar got, gelek guneh xistine stûyê girtiyên Behdînanê, lê wan di dadgehê de bi belgeyan piştrast kiriye ku girtîyên Behdînanê bê sûc in.

Wî wekî din diyar kir ku wan gelek caran xwestiye ji nêzîk ve li rewşwa girtiyan bipirsin, lê destûr nedane ew hevdîtinê bi girtiyan re bikin.

ROJNEWS/HEWLÊR