PDK êrişan teşwîq dike

Hêlîn CÛDÎ nivîsand —

Sêşem 14 Kanûn 2021 - 22:48

  • Dewleta Tirk weke ku dikare her roj li Êzîdiyan bide, mafê wê heye, êrişî Şengalê dike. Di van êrişan de siyasetvanên Êzîdî û fermandarên YBŞ'ê ku li dijî DAIŞ'ê şer kirine, qetil dike.

Dewleta Tirk weke ku dikare her roj li Êzîdiyan bide, mafê wê heye, êrişî Şengalê dike. Di van êrişan de siyasetvanên Êzîdî û fermandarên YBŞ'ê ku li dijî DAIŞ'ê şer kirine, qetil dike. Li dijî van êrişên li dijî Êzîdiyên xwedan baweriya herî kevnar a cîhanê ne, bêdengî heye. Bi bêdengiya xwe Iraq û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) jî dibin şirîkên sûc. Jixwe, PDK her tim ji van êrişan re behaneyan çêdike; bi behaneyên xwe jî ji Tirkiyeyê re dibêje, li Şengalê bixe. PDK jî parçeyek ji van êrişan e. Ji ber vê jî ne hewce ye ku mirov nirxandinekê li ser PDK'ê bike. PDK'a ku doh pêşî li êrişên DAIŞ'ê vekir, îro jî pêşî li êrişên dewleta Tirk vekir. Bi vî awayî dewleta Tirk jî û PDK jî dixwazin tişta DAIŞ'ê nîvco hişt û nebir serî, temam bikin.

Dewleta Tirk ji bo êrişan meydana hewayî ya Iraqê bi kar tîne. Meydana hewayî ya Iraqê di bin çavdêriya Iraq û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê de ye. Tayyîp Erdogan ji serokwezîrên Iraqê re digot, "hûn kî ne?" bi vî awayî jî eşkere dikir ku serweriya Iraqê nas nake. Iraq ji dewleta Tirk re dibêje; "ji Başîka derkeve"; Tirkiye dibêje; "dernakevim". 

PDK van êrişan teşwîq dike, îstîxbaratê dide; lê dema jê dipirsin jî dibêje; meydana hewayî, ne di kontrola min de ye. Lê wê rojekê ji PDK'ê re were gotin, temam meydana hewayî di kontrola Iraqê de ye lê tu çima rojekê dengê xwe dernaxî. Tevî ku di van êrişên hewayî de heta niha bi sedan başûriyan jiyana xwe ji dest daye jî PDK’ê li dijî Tirkiyeyê helwêst nîşan nedaye. Berovajî vê PDK'ê polês û hêzên xwe yên taybet ji bo belavkirina çalakiyan ajot ser xelkê.

Li dijî DAIŞ'ê şerkirin weke ku bûye sûc! Kesên li dijî DAIŞ'ê koalîsyon ava kirin, îro roj yên li hemberî DAIŞ'ê şer dikin, naparêzin. Dev ji parastinê berdin, kesên pêşî li êrişên li ser kesên li hemberî DAIŞ'ê şer dikin, vedikin.

DAIŞ herî zêde ji ber êrişên xwe yên qirkirina Êzîdiyan û ji ber revandina zêdetirî 5 hezar jin û zarokên Êzîdî teşhîr bû. Ji lew re jî hin dewletan êrişên DAIŞ'ê yên li dijî Şengalê weke qirkirin nas kirin. Hin dewlet jî xwe amade dikin ku êrişan weke qirkirinê nas bikin. Li dijî van êrişên li dijî Şengalê jî li herî pêş di çeperên berxwedanê de Seîd Hesen, Merwan Bedel û Zerdeşt Şengalî hebûn. Ev her sê pêşengên Êzîdiyan di êrişên dagirkeriya Tirk de hatin qetilkirin. Ji bo Merwan Bedel, Êzîdiyan digot; bi wî re ruhê Derwêşê Evdî hebû, neditirsiya, Êzîdiyan Merwan Bedel weke Derwêşê hemdem bi nav dikir. Li gorî me jî wî heq kiriye ku navê “Derwêşê Hemdem” lê were kirin. Ji niha û pê ve jî wê bi sedan ciwanên Êzîdî ji bo vejandina bibîranîna Derwêşê Hemdem tevlî nav refên YBŞ'ê bibin.

Bi van êrişan dixwazin Êzîdiyan bitirsînin û bitepisînin. Lê berovajî êrişên êrişkar û teşwîqkaran, Êzîdî li rêveberiya xwe ya xweser xwedî derdikevin.

Ew di Êzîdxana xweser û azad de israr dikin. Hêrsa xwe ya li dijî dewleta Tirk û PDK'ê nîşan didin. Ji ber wê jî ev êrişên dewleta Tirk û PDK'ê badilhewa ne! Êzîdiyên ku ewqas bedel dane, wê li Êzîdxanê bigihîjin xwerêveberiya xwe. 

Heke civakek bi jin û ciwanên xwe, bi kal û pîrên xwe, bi zarokên xwe re li dora armancekê kom bibe, teqez ew ê bigihîje mebest û mexseda xwe. Jinên Êzîdî dibêjin, ew ê ti carî dest ji doza xwe bernedin, ew ê xwedî li rêveberiya xwe derkevin. Ew jinên ku vê dibêjin, wê vê bikin jî. Îcar dema ev civak, civaka Êzîdî be ku li ser rûyê dinyayê têkoşîna herî rewa dimeşîne, ew ê teqez bigihîjin mexseda xwe. Dewleta Tirk û PDK jî bi êrişên xwe yên li dijî Êzîdiyan werin bibîranîn. Ji niha ve ev deq li pêş çavê dewleta Tirk û PDK'ê ve zeliqiye.

Ji ber ku ev êriş, êrişên hewayî ne, helbet Êzîdî wê li dijî wan kesên ku meydana hewayî vekirine jî nerazîbûna xwe nîşan bidin. Ew weke welatiyên Iraqê û weke civakeke ku yekitiya Iraqê diparêze, helbet dixwazin ku ji herkesî zêdetir Iraq helwêstê nîşan bide. Iraq dikare ji Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê bixwaze ku balafirên şer ên dewleta Tirk nekevin meydana hewayî ya Şengalê. Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê dikarin vê yekê bikin. Ji ber ku yên li wê derê êrişî wan tê kirin, Êzîdî ne. Berî bi çend mehan dewleta Tirk li Şengalê êrişî nexweşxaneyekê kir, yek jê ji bakur 9 sivîlên Êzîdî û Ereb jiyana xwe ji dest dan. Li dinyayê şertên bikaranîna balafirên biçek ên bê mirov hene. Yan jî di çarçoveya hin rêgezan de ev amûr tên bikaranîn.

Ji ber ku îhtmala ev amûr li sivîlan bidin pirr zêde ye. Lewre, dewleya Tirk bi dehan heta bi sedan caran bi van amûran êrişî sivîlan kiriye û ew qetil kirine.

Tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê  bi van êrişên xwe hem dixwaze li desthilatê bimîne, hem jî daxwazên PDK'ê tîne cih. Lê ev tifaqa faşîst ku di vê astê de êrişî gelekî mezlûm dike, ne dikare îqtîdara xwe biparêze ne jî dikare PDK'ê li Şengalê serdest bike.

Ez hêvî dikim ku helwêsta beramberî van êrişan bi tenê pêkhatina Êzîdxana azad û xweser misoger bike. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.