Nabe êrişa li dijî PKK’ê asayî bê dîtin

Hêlîn CÛDÎ nivîsand —

Sêşem 8 Sibat 2022 - 09:42

  • Dewleta Tirk 1’ê Sibatê bi balafirên şer êrişî Şengal, Rojava û Mexmûrê kir. Li gel sivîlan, ji hêzên xweparastinê jî yên ku jiyana xwe ji dest dan, çêbûn.

Dewleta Tirk 1’ê Sibatê bi balafirên şer êrişî Şengal, Rojava û Mexmûrê kir. Li gel sivîlan, ji hêzên xweparastinê jî yên ku jiyana xwe ji dest dan, çêbûn. Bêguman deverên ku dewleta Tirk êrişî wan kiriye, deverên sivîlan in. Lê li van deveran sivîl, ji bo li hemberî çeteyên DAIŞ’ê û hêzên din xwe biparêzin, hêzên xwe yên parastina cewherî hene. Li Rojava bi deh hezaran, li Şengalê jî bi hezaran, hêzên xweparastina yên ku deverên xwe yên xweser diparêzin, hene. 

Ev hêzên parastinê ne ku li hemberî çeteyên DAIŞ’ê şer kirine. Ne tenê xwe, tekoşîna parastina mirovahiyê hemûyî kirine.

Li Rojava li hemberî dagirkerî û êrişên dewleta Tirk, berxwedanek tê meşandin. Hêzên siyasî û leşkerî yên ku hertim gefan li herêma xweser a Şengalê dixwin, hene. Ji vî alî ve xelkê Rojava, Şengal, Mexmûrê û van hêzên parastinê ji hev cuda dîtin, ne rast e. Hêzên xweparastinê, ev gel bi xwe ne. Êrişa li hemberî hêzên xweparastinê, êrişa li hemberî jiyana azad û demokratîk a gel e. Ji ber wê jî ev êriş yekser li dijî gel in.

Tevî ku bi vî rengî ye jî, dema ku êrişên li hemberî sivîlan dibin rojev, dema ku êrişek li hemberî hêzên xweparastinê tê kirin, weke ku tiştekî asayî ye, tê nîşandan. Bêguman heta niha di êrişên li hemberî Rojava, Şengal û Mexmûrê de bi sedan sivîl hatine qetilkirin. Lê yên ku ji hêzên xweparastinê hatine qetilkirin jî hene. Nekirina rojevê ya êrişên li hemberî hêzên xweparastina û sedemên wê, asayîkirina êrişa li hemberî van hêzan e. Ev xelet e. Di zimanê ragihandina Kurd û nûçegihanên wê de xeletiyeke wiha tê dîtin. 

Li Şengalê xelkê Êzîdî dijî. Li wir sivîl jî tên qetilkirin. Lê hêzên xweparastinê yên Şengalê û nûnerên rêveberiya xweser dibin armanca êrişê û şehîd dibin. Pêşengên Êzîdî dikin hedef. Lê di ragihandinê û di hin daxuyaniyên saziyên cihêreng de, tê gotin, sivîlan dikin hedef û êrişên li dijî hêzên xweparastinê nabînin. Esas, ev êriş bi tenê li hemberî sivîlan nîne, li hemberî hêzên xweparastinê ne, dijminahiya xelkê Êzîdî û gelê Kurd e. 

Herkes dizane ku dewleta Tirk, dijminê Kurdan e. Bêguman di serî de jî ew dijminê îradeya siyasî ya Kurd û hêzên wê yên xweparastinê ye. Ji ber ku difikirin, gel wê bitirse, êrişî hêzên parastinê û pêşengên gel dikin. 

Dema ku ragihandin jî, siyasetvan jî û gel jî diaxive, divê ji vê yekê haydar bin. Bi gotina sivîl tên kuştin, lêdana hêzên xweparastinê divê neyê rewakirin. Dema ku êrişî hêzên xweparastinê tê kirin, divê vê jî bikin rojevê, bibêjin, dewleta Tirk dijminê Êzîdiyan û gelê Kurd e û bi van êrişan sûc dike. Divê were gotin, dewleta Tirk tolê ji hêzên xweparastinê yên ku li hemberî çeteyên DAIŞ’ê li ber xwe dane, hiltîne. 

Dewleta Tirk dibêje, YPG-PKK, YBŞ-PKK. Dibêje, ez li PKK’ê didim, bi vî rengî li hemberî hêzên ku ji bo lêdana van hêzan piştgiriyê werdigire, dixwaze xwe rewa bike û asayî bike. Ji vî alî ve dema ku li hemberî YPG, YBŞ yan jî hêzên xweparastinê yên li Mexmûrê êrişek pêk hat, gel jî, siyasetvan jî, ragihandin jî, divê van hêzên ku li hemberî DAIŞ’ê û dagirkeriya dewleta Tirk şer dikin, biparêze. Ev sûcên dewleta Tirk ên bi van êrişan, eşkere werin teşhîr kirin. 

Li aliyekî din, dema dewleta Tirk dibêje ez li PKK’ê didim, ragihandin jî, gel jî, hin kesayetên siyasî jî, dibêjin li vir PKK nîne û sivîl hene. Bi vî rengî têgîhîştineke wiha derdikeve holê ku lêdana PKK’ê tiştekî asayî ye. Êrişa li hemberî PKK’ê jî, dijminahiya Kurdan e. Bêguman li Şengalê gerîlayên HPG’ê nînin. Ji ber ku di 1’ê Nîsana 2018’an de bi merasîmekê ji wê deverê vekişiyan. Piştî têkçûna DAIŞ’ê, ji Rojava vekişiyan. Lê faşîzma AKP-MHP’ê êrişê YPG, YPJ, YBŞ û hêzên xweparastinê yên Mexmûrê dike û dibêje, min êrişî PKK’ê kir. Dibe ku dewleta Tirk vê yekê asayî bibîne. Lê ti Kurd û demokrat nikare êrişa li hemberî PKK’ê asayî bibîne.

PKK hêza azadiya gelê Kurd e, lêdana wê jî dijminahiya Kurdan e û êrişa qirkirinê ye. Êrişa li hemberî PKK’ê nabe ku asayî û rewa were dîtin. Ji vî alî ve, êrişbirina ser PKK’ê jî, bi gotina PKK ye, êrişa bi ser YPG û YBŞ’ê jî, êrişeke qirker û faşîst e. Ji ber vê jî ne tenê gelê Kurd, divê hêzên demokratîk hemû li ber van êrişan rabin. 

PKK tevgereke siyasî ye ku tekoşîna azadiyê ya herî pîroz a cîhanê dimeşîne. Êrişbirina ser PKK’ê, dijminahiya li hemberî gelê Kurd hemûyî ye û êrişa li hemberî gelê Kurd e. 

YBŞ, YPG, QSD, hêzên xweparastinê yên Mexmûrê, hêzên parastinê yên gel in. Êrişa li dijî wan, êrişa li hemberî sivîlan e. Dijminahiya bermaberî xelkê Êzîdî û Kurdan, dewleta Tirk neyê teşhîrkirin, dewleta Tirk wê van êrişên xwe dewam bike. Ji vî alî ve hem ragihandin, hem siyasetvan divê zimanê xwe biguherînin. 

Ez bawer dikim ku gelê Kurd hemû û xelkê Êzîdî wê xwedî li hêzên xwe yên parastinê, hem jî li PKK’ê derkevin û tekoşîna jiyana xwe ya azad û demokratîk biparêzin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.