PDK´ê aqilê xwe avêtiye

Hêlîn CÛDÎ nivîsand —

Sêşem 3 Gulan 2022 - 23:19

  • PDK’ê daxuyanî da û got, wan dest daniye ser maskeyên gazê, dûrbîn, fûzeyên konkurs û amûrên teqemeniyê yên aîdê gerîla.

PDK’ê daxuyanî da û got, wan dest daniye ser maskeyên gazê, dûrbîn, fûzeyên konkurs û amûrên teqemeniyê yên aîdê gerîla.

Wê îdîa kir ku bi van çekan, li bajarên Başûrê Kurdistanê wê çalakî bên lidarxistin. Bi vî rengî, ew gotinên fermandarên gerîlayan ên weke “PDK rêya cebilxane û lojîstîkê li me qut dike”, piştrast bû. PDK’ê bi propagandaya, gerîla wê dakeve Dihok û Hewlêrê, û çalakiyan bike, xwest rastiya xwe veşêre. Lê di serî de xelkê Başûrê Kurdistanê, tevahiya gelê Kurd ji van îdîayên PDK’ê bawer nekirin. Gel eşkere dît ku PDK dest datîne ser cebilxaneya gerîla û xizmetê ji dewleta Tirk re dike. Li Rojhilata Navîn gotina "Dema qereçî behsa lehengiya xwe dike, diziya xwe jî li xwe eşkere dike" heye. PDK jî dema dibêje, min karekî mezin bi ser xist, eşkere xiyaneta xwe danî holê. Jixwe, yê herî zêde ji vê bûyerê kêfxweş bû, dewleta Tirk bû û dubare kir ku PDK li gel dewleta Tirk li hemberî PKK’ê têdikoşe. Dewleta Tirk careke din pesnê PDK’ê da. 

PDK’ê eşkere kir ku ew dest datîne ser maskeyên gazê yên diçin ji bo gerîla û dixwaze gerîla bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk bikar tîne, jiyana xwe ji dest bidin. Keç û xortên fedayî yên gelê Kurd wê bi çekên kîmyewî bên qetlkirin û PDK jî bi vê yekê kêfxweş bibe. Dibe ku bibêjin, me dest daniye ser maskeyên gazê û li beramberî vê hin tiştan ji dewleta Tirk bixwazin. PDK’ê êdî aqilê xwe avêtiye. 

Bêguman xiyanet dînbûna herî xerab e. Li gel vê ji bo heroj hêrsa gelê Kurd zêde bike, xiyaneteke nû dike. Li beramberî vê rewşê, bêguman gelê me yê welatparêz wê li hemberî PDK’ê biteqe.

PDK dema ku dibêje, gerîla wê êrişî bajaran bike, esas li xiyaneta xwe mikur tê ya ku bi hevkariya bi dewleta Tirk re ketiye navê.

Ji ber xiyaneta ku kiriye, ditirse ku PKK êrişê wê bike. Li beramberî van êrişan gerîla xwe biparêze, mafê gerîla ye. Lê ji ber ku PKK sebir dike û bi metirsiya neteweyî tevdigere, tevî ku PDK bi dewleta Tirk re li beramber gerîla şer dike jî, li hemberî PDK’ê çalakiyan nake. Tevahiya gelê Kurd û dostên wî jî, vê sebr û tehamula gerîla dibînin. Tevî vê nêzîkbûna PKK’ê jî, PDK hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re didomîne û li hemberî vê, hêrsa gelê me gelekî zêde ye. 

Xiyanet dînbûn e. Wisa ye ku PDK dest datîne ser çekên aîdê gerîla û li gel vê jî dîmenê leşkerekî bejndirêj dikişîne û dixwaze hêza xwe nîşan bide. Bi vî rengî mohrekê li xiyaneta xwe dide. Ev rewşa PDK’ê, vê gavê hem di nava gelê Kurd, hem jî di nava hêzên siyasî yên Kurd de, bûye mijara pêkenînê. 

PDK çi dike bila bike, ragihandina PDK’ê çiqasî propaganda dike, bila bike, nikare vê hevkariya qirêj veşêre. Li Londonê jineke Kurd bi sembolekê ev hevkariya qirêj raxist ber çavan. 

Êdî ew mekaba di dest jina Kurd de, Erdogan û Mesûd Barzanî wê di heman wêneyî de cih bigirin. Hem berê çavên vê jinê hem jî mekaba hildaye jor, wê li van her du kesan be. Ti dîmenek nîne ku bi qasî vê mînaka dîtbarî, xiyanetê evqasî taze teşhîr bike. Em bawer dikin ku ew dîmenê leşkerê ku li ber çekan danîne, wê bibe amûreke baş a teşhîrê. Li beramberî vî leşkerî danîna Erdogan jî wê bibe wêneyekî baş. 

Gelê Kurd ê li her çar hêlên Kurdistanê, dizane ku heger têkoşîna Rêber Apo ya di Newroza 1973’yan de daye destpêkirin, nebûya, ew destketiyên li Başûr jî nedihatin bidestxistin. Helbet xelkê Başûrê Kurdistanê jî têkoşiyaye û berdêl dane. Lê ew rewşa civakî û siyasî ya têkoşîna PKK’ê afirandiye nebûya, li Başûrê Kurdistanê destketî wê zehmet bûna, heta ne gengaz bûna. 

Ji vî alî ve gelê Kurd hemû, qedr û qçîmetekî mezin didin Rêber Apo û PKK’ê. Kurd, li hember dijminahiya PDK’ê ya beramberî PKK û Rêber Apo jî bi hêrs in. Gelê Kurd hemû û hêzên siyasî, azadiya Rêber Apo dixwazin. Bi tenê PDK û hêzên siyasî yên di bin kontrola wê de, azadiya Rêber Apo naxwazin. PDK tevgereke siyasî ya wiha ye. 

Êdî ti wateyeke gotina “PDK bila dest ji nokerî û xiyanetê berde” nemaye. Heke hemû hêzên siyasî yên Kurd, tevahiya gelê Kurd û hêzên demokratîk li beramberî PDK’ê helwêstê nîşan bidin, dibe ku wê demê PDK dest ji vê helwêsta xwe berde. Êdî dem hatiye ku hêzên siyasî yên Kurd û saziyên demokratîk hemû werin cem hev û belgeyeke helwêsta neteweyî danin holê. Ji ber ku êdî mirov bang li PDK’ê bike, bibêje, were tevlî civînan, konferansan û kongreyan bibe, tê wê wateyê ku civîn, konfefrans û kongreyên wiha neyên kirin. Ji vî alî ve hewce ye civîn, konferans û kongre, ji bin nîrê PDK´ê û hêzên siyasî yên di bin bandora wê de, werin derxistin. 

Ez bawer dikim ku gelê Kurd, partiyên siyasî û hêzên demokratîk li beramberê PDK’ê helwêstê wergirin, nokerî û xiyanetê bavêjin ser sergoya dîrokê!

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.