Deriyên Îmraliyê wê bên şikandin

Hêlîn CÛDÎ nivîsand —

Sêşem 15 Sibat 2022 - 22:15

  • Rêberê gelekî, ev 23 sal in di bin şertê tecrîd û zexta herî giran de, li zindanê dîl tê girtin. Van hêzên komploger, ne tenê li hemberî gelê Kurd, li hemberî mirovahiyê hemûyî sûc kirine.

Rêberê gelekî, ev 23 sal in di bin şertê tecrîd û zexta herî giran de, li zindanê dîl tê girtin. Van hêzên komploger, ne tenê li hemberî gelê Kurd, li hemberî mirovahiyê hemûyî sûc kirine. Dewletên Yekbûyî yê Emerîkayê û Îsraîl yên ku di vê komployê de aktîf cih girtine, di vê mijarê de sûcdarên sereke ne. Bêguman, welatên Yekîtiya Ewrûpayê yên ku Rêber Apo tevî ku li gorî qanûnên Ewrûpayê daxwaza mafê penaberiyê jî kir, qanûnên xwe pêk neanîn, ev maf nedan wî, ew jî sûcdar in. Ji ber berjewendiyên xwe yên aborî-siyasî yên li gel dewleta Tirk, bi gelê Kurd êşên gelekî mezin dan kişandin. Ev welat wê di wijdanê mirovahiyê de werin darizandin û mehkûmkirin. Ev sûc û ev dexma reş, wê ti carî ji eniya wan neçe. Ji bo ku ev dexma reş ji eniya wan were paqijkirin, yekane tişta bikin ew e ku ji bo azadiya Rêber Apo hewl bidin. Lê ji ber ku xwedî zêhniyet, wicdan û exlaqekî wiha nînin, zehmet e ku vê yekê pêk bînin.

Komplogerên navneteweyî xwestin Rêber Apo bê bandor bikin, tekoşîna gelê Kurd lawaz bikin û tesfiye bikin. Lê negihiştin ti armanca xwe. Bandora Rêber Apo hîn mezintir bû. Fikrên wî hîn bêhtir berbelav bûn. Gelê Kurd hîn zêdetir bi Rêbertiya xwe ve hate girêdan. Êdî Rêber Apo, PKK û tekoşîna azadiya gelê Kurd, gihiştin wê astê ku nikarin ji hev werin qutkirin. Li gel komployê, Rêber Apo êdî ne tenê Rêberê gelê Kurd e, ew bû Rêberê azadî û demokrasiyê yê gelên Rojhilata Navîn. 

Gelê Kurd, Tevgera Azadiyê û dostên xwe, ev 23 sal in ku li dijî komployê tekoşîna herî mezin a di dîrokê de dikin. Jin û ciwan bi rengekî ewqasî mezin xwedî li Rêber Apo derketin ku komploger negihiştin armancên xwe. Di xeta Rêber Apo de tekoşîna azadiyê ya gelê Kurd hîn zêdetir bi pêş ket. Lê dewleta Tirk û hêzên li pişt wê, dest ji êriş û komployên xwe yên li hemberî Tevgera Azadiyê ya Kurd bernedan. Ew fermana girtinê ya bi xelat a ku li dijî 3 rêveberên PKK´ê derxistine, li hemberî Tevgera Azadiyê ya Gelê Kurd, komployeke nû ye. Di demekê de ku bandora Rêber Apo û PKK’ê zêde dibe, jinûve hewldanên krîmînalîzekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd, careke din eşkere dike ku modernîteya kapîtalîst ji bo berjewendiyên xwe, dikare her cûre sûcê li dijî mirovahiyê pêk bîne. 

Dewleta Tirk a qirker û dagirker a di dijminahiya Kurdan de pêşengiyê dike û hêzên ku piştgiriyê didin wê, çi qasî êriş dike bila bike, nikarin pêşî li tekoşîna gelê Kurd a li ser bingehê xwedîderketina li Rêber Apo, bigirin. Ji her alî ve xwedîderketina li Rêber Apo bi pêş dikeve.

Têkoşîna azadiya Rêber Apo li her devera cîhanê bi pêş dikeve, fikrên Rêber Apo jî di serî de di nav jinan de, di nava gel û kedkarên cîhanê de berbelav dibin. Di sala 24’an a komployê de, tekoşîna ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo, hîn bêhtir bi pêş bikeve û deriyên Îmraliyê wê bên şikandin. Rêber Apo bûye Rêberê jin, kedkar, û azadî û demokrasiyê yê tevahiya mirovahiyê, û êdî nabe ku li Îmraliyê dîlgirtî be.

Azadiya fizîkî ya Rêber Apo nêz bûye. 

Rêber APO 49 sal in ji têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd re rêbertiyê dike. Li gel Newrozê, em ê bikevin sala 50’î ya têkoşîna Apoyî. PKK weke pêşengê azadiyê ya nîv sedsalê, hê ji niha ve cihê xwe di nava rêxistinên herî mezin ê cîhanê de girtiye. Li erdnîgariyeke weke Rojhilata Navîn, li hemberî dewleta Tirk a qirker û dagirker, 50 salan têkoşînê hişt ku ev tevgera siyasî bibe tevgereke azadiyê ya herî bi tecrûbe ya cîhanê. Rêber Apo tevgereke wiha afirand. Bi tenê tevgereke wiha jî neafirandiye, gelekî pêşengê demokrasî û azadiyê li Rojhilata Navîn jî afirand. Komployê ne kariye pêşiyê li Rêbertiyê, ne li Tevgera Azadiyê ne jî li gelê Kurd bigire. Komplo di nava têkoşînê de bûye wesîleya mezinbûna Rêbertiyê û Tevgerê. Gelê Kurd jî bûye gelekî herî zane û têkoşer ê Rojhilata Navîn. Ew diyardeya Rêber Apo ya “komployên dîrokî nikarin bipêşketinan bisekinînin, lezgîntir dikin’’ bi rengekî eşkere hatiye piştrastkirin. 

Ji vî alî ve di sala 24’an de, bi temamî têkbirina komployê û azadkirina Rêber Apo, berpirsiyariya gelê Kurd û dostên wî ya li hemberî Rêber Apo ye. Heger Rêber Apo bi me û mirovahiyê gelek tişt dabin bidestxistin, wê demê divê em jî Rêber Apo bigihînin azadiya wî û deynê xwe bidin. 

Ez bawer dikim, gelê Kurd û dostên xwe, jin û kedkar ên ku 23 sal in têkoşîneke mezin dikin, di sala 24’an de Rêber Apo bigihînin azadiya wî ya fizîkî.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.