PDK bûye êsîrê dewleta Tirk

Hêlîn CÛDÎ nivîsand —

Duşem 25 Nîsan 2022 - 22:21

  • Dewleta Tirk ji bo tesfiyekirina têkoşîna azadiya Kurd a bi pêşengiya PKK´ê û li ser vî bingehî qirkirina Kurdan temam bike, dest bi êrişê kiriye. 

Dewleta Tirk ji bo tesfiyekirina têkoşîna azadiya Kurd a bi pêşengiya PKK´ê û li ser vî bingehî qirkirina Kurdan temam bike, dest bi êrişê kiriye.

Mixabin piştgirê herî mezin ê vê êrişê jî PDK ye. Israra PDK’ê ya di xiyanetê de nîşan dide ku li gel dewleta Tirk di mijara hedefeke hevpar de li hev kirine. PDK’ê jî weke dewleta Tirk li ser bingehê perçiqandina gerîla, tesfiyekirina Tevgera Azadiya Kurd, ji xwe re kiriye armanca bingehîn.

Tiştên ku li xeta Dêralok, Şêladizê û Kurêjahro diqewimin, îsbat dikin ku PDK bi temamî di nava şer de ye. Ew êdî xiyanetê eşkere dike. PDK ji bo dewleta Tirk li Kurêjahro ya li devera desthilata xwe, serwer bibe, her cûre piştgiriyê dide. Jixwe, ji ber vê çendê şefê faşîst ê dewleta Tirk ê qirker, malavahiya PDK’ê kir. Tayyîp Erdogan spasiya dewleta Iraqê jî kir. Lê dewleta Iraqê, Tayyîp Erdogan derewand. Lê PDK’ê nederewand.

Gelê Kurd li bendê ye ku PDK Erdogan derewîn derxe, Û li hemberî dagirkeriyê helwêstê nîşan bide. 

Li her deverê, gelê Kurd li hemberî xiyaneta PDK’ê bi hêrs e. Ev hêrs li ber teqînê ye. Haya PDK´ê jê nîne, ka gelê Kurd li her çar hêlên Kurdistanê xwedî bîreweriyeke çawa ye. Heger dest ji vê xiyaneta xwe bernede, ev hêrs wê PDK’ê ji deverê bibe, wê deverê ji PDK´ê paqij bike.

Divê PDK êdî zanibe ku kes nikare bi gelê Kurd bilîze. Êdî dema bi zextê gel bêdeng bike, bi vî rengî li ser civakê serweriyê çêke, bidawî bûye.

Em ya xwe welê bibêjin"

Lewma, têkîliyên aborî PDK kiriye êsîrê dewleta Tirk. Evqasî ketiye nava xiyanetê. PDK bûye êsîrê dewleta Tirk, Kurdistan jî pêşkêşî dewleta Tirk kiriye. Li beramberî dewleta Tirk bi qasî misqalekê jî îradeya PDK’ê nemaye. Ji ber ku ne xwe dispêre gelê Kurd, ne hêzên siyasî yên Kurd, ne jî Iraqa ku ew bi xwe di nava sînorên wê yên siyasî de ye. Di encama vê de, bi temamî di destê dewleta Tirk de bûye weke pêlîstikê. Esas, heger PDK xwe bisipêre gelê Kurd û hêzên siyasî yên Kurd, di nava Iraqê de sîxuriya dewleta Tirk neke, bi PKK’ê re têkîliyên xwe sererast bike, dewleta Tirk nikare gavekê jî biavêje Başûrê Kurdistanê. Lê ji ber ku her tişta xwe radestî dewleta Tirk kiriye, bûye parçeyek ji siyaseta qirkirinê ya dewleta Tirk. Ji ber ku bûye rehîneyekî welê yê ku li ser bingehê têkîliyên aborî tê kirrîn û firotin, êdî nikare helwesteke din jî wergire. Ji ber vê çendê, bangên destjêberdana xiyanetê yên li PDK’ê tên kirin, bê wate ne û bersiva wan jî nîne. Ji bo ku rûyê wê hîn zêdetir eşkere bikin, em herî dawî bang li wê dikin.  

Divê PDK zanibe ku ti hêzeke Kurd a nifira dayik û jinên Kurd lê bûye, nikare çêbe û biedile. Misoger e ku piştî vê tevgera dagirkeriyê ya ku bi rêdana PDK’ê dewleta Tirk daye destpêkirin, PDK wê serberjêr be. Êdî ne dewleta Tirk, ne Emerîka ne jî dostên wê yên din dikarin PDK'ê rizgar bikin. PDK êdî xilas bû. Jixwe, ew gotina jineke welatparêz a ji Başûrê Kurdistanê digot, bi qasî pêlava Mekapê qîmeta te nemaye, ragihandina vê nemanê li cîhanê hemûyî ye. Nihêrîna Mesrûr Barzanî ya ji camê jî, tirsa ji vê nemanê nîşan dida. Reva PDK’ê ya ji Kurdistanê, wê weke reva Mesrûr Barzanî ya ji destê jin û ciwanên li Londonê be. 

Welatparêza jin a ji başûr, nîşan da, ka divê gelê Kurd çawa nêzîkî PDK’ê bibe. Êdî PDK partiyeke siyasî ya Kurd nîne. Hêzeke noker a li ser destketiyên Başûr rûniştiye û difroşe. Gelê Başûr û gelê Kurdistanê hemû, divê Başûr ji vê xiyanetê rizgar bikin. Nexwe, xwîna bi hezaran şehîdan a li ser van xakan, di bin postalên dijminên Kurdan de were perçiqandin. Heger tekoşîna azadiya ya gelê Kurd were tesfiyekirin, Kurdistan bi temamî wê bê parastin bimîne. Di vî warî de PDK ya ku Başûrê Kurdistanê û Kurdistanê hemûyî bê parastin hiştiye, divê ji ser pişta Kurdan were avêtin. Êdî rewşeke ku were nermkirin, navbeynkarî were kirin, nemaye. Ji ber ku bi vî rengî nêzîkbûna hêzên di nava xiyanetê de ne, normalkirin û rewakirina xiyanetê ye. Divê em vê jî bibêjin, kî bibe hevparê xiyaneta PDK’ê yan jî vê xiyanetê normal û rewa bike, ew jî wê weke PDK’ê ji ser pişta gelê Kurd werin avêtin. 

Ez bawer dikim, di serî de jin, ciwan, rewşenbîr û hunermend, gelê Kurd hemû li hemberî PDK’ê helwêstê wergirin, jiyana azad û demokratîk a Kurdistanê û gelê Kurd ewle bikin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.