Helwêsta beramberî Kurdan îmtîhan e

Hêlîn CÛDÎ nivîsand —

Duşem 28 Sibat 2022 - 22:21

  • Rûsya dibêje, li Ukraynayê xelkê Rûsî di bin zextê de ne, xweseriya wan nayê qebûlkirin, rêveberiya heyî ya Ukrayna rêveberiyeke Neo-Nazî ye.

Rûsya dibêje, li Ukraynayê xelkê Rûsî di bin zextê de ne, xweseriya wan nayê qebûlkirin, rêveberiya heyî ya Ukrayna rêveberiyeke Neo-Nazî ye. Van tiştan weke hinceta dagirkirina Ukraynayê destnîşan dike. Welatên Ewrûpayê û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) li ber vê dagirkeriyê radibin. Wan diyar kir ku ew ê pêkanînên tund ferz bikin. Bêguman divê mirov çareserkirina bi şer a pirsgirêkan rexne bike. Ya ku pirsgirêkan diafirîne, rêveberiyên ne xwedî zêhniyeteke demokratîk in.

Di rastiyê de ti pirsgirêkeke ku bi têgîhîştina neteweya demokratîk û îradeya demokratîk a gelan neyê çareserkirin, nîne.

Nerazîbûnên Emerîka û hêzên rojavayî, bi rengê xuya dikin, rast in. Lê ev helwêst ne samîmî ne û bê biryar in. Ji ber ku li hemberî dagirkeriyê û êşkişandina gel, ne hestiyar in, helwêsteke wiha nîşan nadin. Nêzîkbûneke exlaqî û wijdanî nîşan nadin.

Bi temamî li gorî berjewendiyên xwe yên aborî û siyasî nêzîk dibin. Heger bi rastî jî di nava nêzîkbûneke jidil, wijdanî, exlaqî û biryardar bûna, wê li hemberî dagirkirina Rojavayê Kurdistanê ku li dijî DAIŞ’ê 12 hezar şehîd dane, û bi deh hezaran gaziyên xwe hene, derbiketana. 

Ji ber ku Rojava ev şehîd û birîndar ji bo hemû mirovahiyê dane. Gelên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li gel hêzên koalîsyonê hevrêtiya sengeran kirine. Lê dema ku dewleta Tirk Efrîn, Serêkanî û Girê Spî dagir kir, helwêst nîşan nedan. Hêzên demokratîk ên Ewrûpayê û gelên wê li ber dagirkeriya dewleta Tirk a bi çeteyên xwedî zêhniyeta El-Nusra û DAIŞ’ê pêk anî, rabûn, lê desthilatdariyên heyî, li vê dagirkeriyê bi tenê temaşe kirin. Ji vî alî ve, ew nerazîbûnên li hemberî Rûsyayê, durûtiyek e.

Heger dewleta Tirk endamê NATO’yê be û berendamê Yekîtiya Ewrûpayê be, dema ku dagirkerî pêk anî, pêwîst bû bigotana, tu nikarî nirxên me binpê bikî, tavilê dawî li dagirkeriyê bîne û li hemberî îradeya xelkê Rojavayê Kurdistanê rêzdar be. Ji ber ku êrişkirina dewleta Tirk a Rojava ku li dijî DAIŞ’ê têkoşiya, dihat wateya şirîkatiya Ewrûpayê ya van êrişan. Heger Ewrûpa û Emerîka li Rojava li ber dagirkeriya dewleta Tirk rabûna, wê di helwêsta xwe ya li hemberî Rûsyayê de mafdar bûna û ev nerazîbûn wê hîn bibandortir bibûya. Jixwe, ji ber ku Ewrûpa û Emerîka li ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ranebûn, dewleta Tirk van polîtîkayên xwe yên êrişkar didomîne.

Heger Emerîka û Ewrûpa wê bi biryar bin, divê li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk û polîtîkayên wê yên êrişkar raweste. Rûsya dema ku dagirkeriyê dike, li gorî xwe hincetan nîşan dide. Lê ti hinceteke dewleta Tirk a nîşan bide û were qebûlkirin, nîne.

Hincetên Rûsyayê yên ji bo dagirkirinê jî, weke çêkirina qilfekî ji bo dagirkeriyê ne. Dewleta Tirk jî ji bo ku Kurd bi ziman, çand û nasnameya xwe negihine rêveberiyeke xweser, ev dagirkerî pêkanîn. Hincetên wê jî bi qasî tevgera wê ya dagirkeriyê, sûcek e.

Tekoşîn û meseleya Kurd maskeya her kesî dadixîne û karakterê wan datîne holê. Gelê Kurd bi tekoşîna xwe heta dawî dewleta Tirk teşhîr kiriye. Meselaya Kurd ne bi tenê rûyê dewleta Tirk, rûyê rasteqîn ê DYE û Ewrûpayê jî eşkere dike. Li cîhanê her kes û her hêz li beramberî meseleya Kurd dikevin îmtîhana mirovahiyê û demokrasiyê. Di vê îmtîhanê de Ewrûpa jî, Emerîka jî ne serketî ne û karakterên wan ên durû û berjewendîperest eşkere dibin.

Gelên Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûrî di tekoşîna li dijî DAIŞ’ê de berdêlên gelekî giran dan. Ev erk û xizmeta ku ji bo mirovahiyê kirine, divê bi rengekî baş ji hemû cîhanê re were vegotin. Emêrika û Ewrûpa li gel hêzên ku tekoşîna li dijî DAIŞ’ê dimeşandin nesekinîn, li aliyekî din çavên xwe li dagirkeriya dewleta Tirk a ku dostê DAIŞ’ê ye, digirin. Heta, bi helwêstên xwe, vê yekê teşwîq dikin.

Ji ber vê çendê, divê gelê Rojava, vê helwêsta Ewrûpa, Emerîka û hêzên di koalîsyona li dijî DAIŞ’ê de, teşhîr bikin. Ev têkîliya hêzên di şerê li hember DAIŞ’ê de di heman sengerê de, li gel hêzên ku li gel DAIŞ’ê di heman sengerê de, li her deverê bi rengekî eşkere divê were vegotin. Ji ber ku yek ji bê exlaqiyên herî mezin ên siyasî jî, bêdengiya li hemberî êrişên dewleta Tirk a li hemberî hêzan e, yên ku li dijî DAIŞ’ê têdikoşin. 

Heger dijberiya Rûsyayê ya dagirkirina Ukraynayê rast be, dijberiya dagirkeriya dewleta Tirk jî sed qatî zêdetir rast e. Dewleta Tirk hê jî dagirkeriya xwe didomîne. Hem jî li gel çeteyên hov. Ji vî alî ve divê gelên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûrî, yekser dest bi kampanyayekê bikin û li hemberî dagirkeriyê eniyeke tekoşînê ya berfireh ava bikin.

Divê dewleta Tirk, neçar were hiştin ku ji Efrîn, Serêkanî û Girê Spî derbikeve. Ev kampanya li gel berxwedana leşkerî ya li hemberî dagirkeran were pêşxistin, divê bi berxwedana sivîl jî bi bandortir be. Divê Tirkiye jî, Sûriye jî, welatên din jî, li hemberî îradeya gelên Bakur û Rojhilatê Sûrî rêzdar bin. 

Ez bawer dikim li hemberî dagirkerî û qirkeriyê, mirovahî hemû wê rabe ser xwe, cîhaneke ku careke din êrişeke dagirkerî û qirkeriyê lê pêk neyê, ava bikin! 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.