- Her roj çêtir derdikeve holê ku li Tirkiyê yên bûyerên siyasî destnîşan dikin, Rêber Apo û PKK ne. Di demên dawî de dîsa daxuyaniyên Tayyip Erdogan çêbûn, ev daxuyanî Rêber Apo dikin rojev.
Her roj çêtir derdikeve holê ku li Tirkiyê yên bûyerên siyasî destnîşan dikin, Rêber Apo û PKK ne. Di demên dawî de dîsa daxuyaniyên Tayyip Erdogan çêbûn, ev daxuyanî Rêber Apo dikin rojev. Bêguman armanca Tayyip Erdogan cuda ye. Lê gava Tayyip Erdogan dike rojev, dîsa hin kesên ku xwe weke muxalif dibînin, di ser gotinên Erdogan re nirxandinên ku Rêber Apo dikin bin tohmetê, careke din giraniya Rêber Apo ya li ser siyaseta Tirkiyê, nîşan dide.
HDP’ê derbarê daxuyaniyên Erdogan de, bersiveke zelal û eşkere da. Got, tu evqas qala Îmraliyê dikî, wê demê deriyên wir veke. HDP´ê destnîşan kir ku Erdogan bi van gotinan, dixwaze zext û tecrîda li Îmraliyê veşêre. Bêguman tiştên HDP’ê destnîşan kirine, rast in. Lê eşkere ye ku Tayyip Erdogan bi gotinên li ser Rêber Apo, gelek tiştan armanc dike. Li gorî xwe, dixwaze li ser Rêber Apo gumanan çêke. Li aliyekî din, Erdogan ê ku bi temamî bê îtîbar bûye, hesab dike ji ser rêberekî herî bi îtîbar, bi taybetî di nava Kurdan de îtîbara xwe sererast bike. Ji ber ku ya desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê aniye ber hilweşînê, têkoşîna gelê Kurd e.
Esas, Erdogan bi daxuyaniyên li ser Rêber Apo, dixwaze di nava hêzên muxalefetê de derzekê çêke. Dixwaze HDP’ê lawaz bike. Armanca Erdogan ew e ku ew HDP ya ku gelekî jê ditirse, bi hêzên din ên muxalefeta Tirkiyê re, bîne hemberî hev. Di eniya muxalefetê de aloziyê biafirîne.
Ji ber ku vê gavê li navenda muxalefetê HDP heye. Helwêsta HDP’ê wê paşeroja desthilatdariyê jî diyar bike. Ji ber vê çendê, Erdogan li ser HDP’ê lîstikeke pirralî dilîze. Lê HDP û gelê Kurd ewqasî zane ne, tu bandoreke vî şerê taybet û tevgera psîkolojîk li ser HDP’ê çênabe. Selahattîn Demirtaş jî ji ber ku bi van lîstikên şerê taybet dizane, bandorê lê nake. Heta, Demirtaş fêm dike ku desthilatdarî bi hêza Rêber Apo hisiyaye, ji ber vê jî kêfxweş bibe. Ji ber vê sedemê, polîtîkaya di ser Rêber Apo re lêdana Selahattîn Demirtaş, pûç û vala ye. Ev nîşan dide ka helwêsta Erdogan çiqasî têk çûye û Erdogan niha çiqasî bêçare ye.
Bêguman nêzîkbûnên neerênî yên hin beşên muxalif, heta yên ku ji xwe re dibêjin, em demokrat in, yên li beramberî Rêber Apo, nayên fêmkirin.
Heger Tayyip Erdogan paşverû be, ewên ji ser gotinên Erdogan ên ji bo Rêber Apo dibêjin, nêzîk dibin jî, rûyekî din ê paşverûtiyê ne. Li şûna ku rast nêzî Rêber Apo û meseleya gelê Kurd bibin, bi devê desthilatdariyê, gotina ‘’serokê terorîst’’, nîşan dide ku hîna meseleya Kurd fêm nekirine û naxwazin fêm bikin. Ji ber ku heta rast nêzî Rêber Apo nebin, nikarin rast nêzî gelê Kurd û meseleya wî jî bibin.
Îyî Partî nerazîbûn nîşan da ji gotina "Çareseriya meseleya Kurd di Amedê re derbas dibe’’. Îşaret bi Enqerê û meclîsê kir. Ev bêguman biçûk dîtina Kurdan û Amedê ye. Bêguman dema tê gotin, meseleya Kurd, Amed tê bîra mirovan. Divê herkes vê yekê bizane, yê ku got, cihê çareseriya meseleya Kurd meclîs e, Rêber Apo ye. Êdî muxatebê Rêber Apo, ev yan jî ew siyasetvan, ev yan jî ew partî nîne. Ji ber ku êdî weke amûr dîtinê na, çareseriyê dixwaze. Hin muxalif li şûna ku wê helwêsteke neerênî nîşanî Rêber Apo bidin, bila ji bo çareseriya meseleya Kurd, îşaret bi meclîsê bikin! Bi vî rengî wê derkeve holê, bê ka kî alîgirê çareseriya meseleya Kurd e, kî weke amûr nêzîk dibe. Vê gavê bersiva herî baş a ji bo polîtîkaya Erdogan a seriyan tevlîhev dike û di eniya muxalefetê de aloziyê çêdike, ji bo çareseriya meseleya Kurd a li meclîsê, gavavêtin e.
Ferzkirina avakirina komîsyonên li ser vê mijarê ye.
Sedema herî girîng a rojevkirina Îmraliyê ya Erdogan, pêşîgirtina li bandora Rêber Apo ye ya ku li cîhanê bi pêş dikeve. Ji aliyê din ve dixwaze kampanyaya azadiya Rêber Apo pûç bike. Vê gavê kampanyaya azadiya Rêber Apo li her devera cîhanê belav bûye. Êdî zehmet e ku Rêber Apo li Îmraliyê dîl bê girtin. Dewleta Tirk a qirker û dagirker û tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê, vê rastiyê dibînin. Erdogan dibêje, Îmralî, HDP’yiyan rexne dike û têgîhîştineke ku Îmraliyê rast dibîne diafirîne, bi vî rengî dixwaze zext û tecrîda li Îmraliyê veşêre. Bi vî rengî dixwaze kampanyaya azadiya Rêber Apo sist bike.
Vê gavê dijminên herî mezin ên gelê Kurd û Rêber Apo, dijminên herî mezin ên hêzên demokrasiyê, tifaqa AKP-MHP’ê, Erdogan û Bahçelî ne. Kî li dijî tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê be, divê xwedî li Rêber Apo derkeve û li dijî tecrîdê derkeve. Gelo li Îmraliyê ji bo çi tecrîda giran tê pêkanîn? Ji ber ku Rêber Apo li dijî polîtîkayên AKP-MHP’ê ye. Wê demê yên li dijî tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê ne, divê xwedî li Rêber Apo derkevin. Her helwêsteke li derveyî vê, wê bibe amûrê polîtîkayên tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê û şerê wan ê taybet.
Ez hêvî dikim ku hêzên demokrasiyê û azadiyê hemû tekoşîna ji bo vekirina deriyê Îmraliyê bikin, di mijara demokratîkkirina Tirkiyê û çareserkirina meseleya gelê Kurd de gavên pêwîst biavêjin.
parvê bike

Nivîsên Hêlîn CÛDÎ
PDK´ê aqilê xwe avêtiye
3 gulanê
PDK bûye êsîrê dewleta Tirk
25 nîsanê
PDK çima serweta Kurdan dibe derve?
12 nîsanê
Newroz mizgîniya azadiyê ye
21 adarê
Helwêsta beramberî Kurdan îmtîhan e
28 sibatê
Deriyên Îmraliyê wê bên şikandin
15 sibatê