Li 2022’yan hêviya azadiya Rêber Apo barkirî ye

Hêlîn CÛDÎ nivîsand —

Çarşem 5 Çile 2022 - 04:45

Me sala 2021’ê li şûn xwe hişt. Em hêvî dikin sala 2022’yan ji bo hemû mirovahiyê bibe saleke ku azadî, demokrasî û aştî bi pêş bikeve. Em bawer dikin ku sala 2022’yan bibe sala tekoşîna azadiyê ya gelê Kurd bi pêş bikeve û Rêbertiyê azad bike, faşîzma AKP-MHP’ê hilweşîne, tekoşîna bidawîkirina dagirkeriya dewleta qirker-dagirker a li Rojava û Başûr, xurt bibe. 

Sala 2021’ê saleke welê bû ku tekoşîna azadiyê ya gelê Kurd li her warî bilind bû. Dewleta Tirk bi artêşa xwe hewl dida ku îdîa bike li her deverê serketin bidest xistiye û dixwest têgihîştineke wiha ava bike. Li ser hin dewlet û hêzên siyasî bandor kiribû. Vê artêşê di 10’ê Sibata 2021’ê de li Garê dest bi tevgereke dagirkeriyê kir ku tê de têk çû. Hêzên gerîla bi fermandariya Şoreş Beytûşşebap, derbeke giran li artêşa Tirk xistin. Bi dehan leşkerên ku di nav wan de payebilind jî hebûn, hatin kuştin. Şefê faşîst Tayîb Erdogan bi xwe têkçûna xwe qebûl kir. Bi vî rengî hate fêmkirin ku artêşa Tirk weke tê nîşandan, bi hêz nîne.

Têkçûna artêşa Tirk bi tenê bi binketina Garê sînordar nema. Tevgera dagirkeriyê ya beriya 9 mehan li Metîna, Zap û Avaşînê dest pê kir jî, bi bin ket. Dagirkeriya ku plankiribû di nava 15 rojan de van deveran dagir bike, kete nava çiravekê. Ji deverên ku ketinê, ji bo neyên têkbirin, neçar man ku vekişin. Encamên gelek girîng ên siyasî û civakî yên vê vekişînê û têkçûnê çêbûn. Vê yekê, derbeke mezin li hesabên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê, Iraq û Rojhilata Navîn xist. Heger serketî bibûya, bi temamî Başûrê Kurdistanê wê dîl bihata girtin. Li ser Iraqê şantajên xwe wê zêde bikirana. Wanê xwe bisparta van tiştan û li ser Rojhilata Navîn jî xwe ferz bikira. Ji vî alî ve berxwedana gerîla, ne bi tenê ya gelê Kurd bû, lê ew bû berxwedana hemû gelên Rojhilata Navîn. Vê berxwedanê gelek bandor li tewazinên siyasî yên li Rojhilata Navîn kir. Li hemberî dewleta Tirk, asta hêza gelan û hêzên siyasî yên Rojhilata Navîn bi hêz kir. 

Heger ev tevgera dagirkeriyê serketî bibûya, tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê, wê bi ser hemû hêzên demokrasiyê û muxalifên li Tirkiyê de biçûya û ew biperçiqanda. Heger di vê demê de hêzên muxalif ên li Tirkiyê li ser piyan mane, di vir de roleke mezin a berxwedana gerîla heye. Ji ber ku vê desthilatdariyê armanc dikir ku bi polîtîkaya şer şovenîzmê sor bike û li ser desthilatdariyê bimîne. 

Bêguman vê berxwedanê li çar aliyên Kurdistanê, moralekî mezin da gelê Kurd. Berxwedanê hişt ku li her deverê hêzên Kurd, jin û hemû civak tekoşîna xwe ya li hemberî faşîzmê bilind bike. 

Gelê Kurd sala 2021’ê, di çarçoveya pêngava Dem Dema Azadiyê de li parçeyên Kurdistanê hemûyan û li derveyî welat, her tim di nava tekoşînê de bû. Di serî de jin û ciwan, gelê Kurd û dostên wî, faşîzma AKP-MHP’ê anîne ber hilweşînê. Sala 2021’ê di vê mijarê de saleke tekoşînê ya mezin bû. Li bakur tevî zextan hemûyan jî, nekarîn tekoşîna gelê me ya li hemberî faşîzmê rawestînin. Li Rojava û Ewrûpayê timî tekoşîneke aktîf hebû. Gelê Rojava îradeya xwe ya bidawîkirina dagirkeriyê, bi rengekî xurt danî holê.

Di sala 2021’ê de ji bo tekoşîna azadiya Rêber Apo, qonaxeke nû hate destpêkirin. Gelê Kurd û dostên xwe, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, li her devera cîhanê rabûn ser xwe. Di vê mijarê de gelek çalakî hatin lidarxistin. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo nêzîk bûye. Bi tenê ne gelê Kurd, gelek rewşenbîr û demokratên wijdanê mirovahiyê ne jî, esareta Rêber Apo qebûl nakin. Dibêjin, Rêber Apo ne tenê ji bo Kurdan, wê ji bo hemû mirovahiyê xizmetên mezin bike. Baweriya ku wê hizirandin û projeyên civakî û siyasî yên ku Rêber Apo ku pêşbîniya wan dike, wê pirsgirêkên mirovahiyê hemûyan çareser bike, xurt dibe. Rêber Apo di serî de yê jinan, dibe Rêberê azadî û demokrasiyê yê mirovahiyê. Xwedîderketina li Rêber Apo di sala 2021’ê de vê yekê datîne holê. Di sala 2022’yan de tekoşîna azadiya Rêber Apo wê hîn bêhtir bi pêş bikeve. Jinên cîhanê hemû jî, ji ber keda wî ya ji bo tekoşîna azadiyê ya jinan, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê hîn zêdetir tekoşînê bikin. 

Çarçoveya tekoşîna sala 2022’yan, wê sekna şehîdan a li hemberî dagirkeriyê be. 

Ez bawer dikim ku sala 2022’yan wê bibe saleke ku tekoşîna Kurdistana Azad, Rojhilata Navîn a Demokratîk û cîhaneke aştîxwaz bilind bibe.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.