• Dewleta Tirk a faşîst mêtinger û qirker, tecrîdkirina Rêber Apo her roj girantir dike. Li cîhanê jî xwedîderketina li Rêber Apo zêdetir dibe. 

Dewleta Tirk a faşîst mêtinger û qirker, tecrîdkirina Rêber Apo her roj girantir dike. Li cîhanê jî xwedîderketina li Rêber Apo zêdetir dibe. Daxwaza ji bo azadiya Rêber Apo li her devera cîhanê deng vedide. Rewşenbîrên azadîparêz û demokrat ên herî hêja yên cîhanê, ji bo azadiya Rêber Apo kampanyayê dimeşînin. Sendîkayên karkeran ên li Ewrûpayê, bi taybetî jî yên li Ingilistanê pêşengiyê ji kampanyaya ‘Azadî ji Rêber Apo re’ dikin. Fikir û ramanên Rêber Apo bûne hêvî ji tevahiya cîhanê re. Ev yek, mêtingeriya qirker bi hêrs û aciz dike. Zext û tecrîdkirina giran a li dijî Rêber Apo her wiha ji ber vê sedemê tê meşandin. Lê belê dewleta Tirk çi dike bila bike, ev polîtîkaya tecrîdê ya zordar wê bişike.

Bi hinceta ku di dema voltayê de bi hevalên xwe re axiviye, ceza li Rêber Apo birrîn. Ev yek nîşaneya lawazî û bêzariyê ye. Bi hincetên wiha pûç, hevdîtina Rêber Apo ya bi parêzeran û malbatê re tê astengkirin. Dixwazin ku rewşa tenduristiyê ya Rêbertiyê neyê zanîn, gotineke bi tenê jî negihêje derve. Bi vî rengî zexta psîkolojîk li civakê dikin. Salek e ku li ser tenduristiya Rêber Apo agahî nayên wergirtin. Girava Îmraliyê gelekî bi nêm e. Mirovên 70 salî yên mîna Rêber Apo li aliyekî, ciwan jî nikarin di nava şert û mercên fîzîkî yên wê giravê de îdare bikin. Di nava çend salan de dirizin. Lê belê Rêber Apo bi îradeya xwe ya xurt, ev 23 sal in li hemberî vê polîtîkaya rizandinê li ber xwe dide. Di vê sekna Rêber Apo de hêza mirovên ku baweriya xwe bi azadî, demokrasî û sosyalîzmê tînin, careke din tê dîtin.

Weke ewlad û rêberê gelekî di bin zexta mêtingeriya qirker de, ev 23 sal in rojeke bi tenê jî ji ber rewşa xwe gilî û gazin nekirin.

Bêguman qala şert û mercên Îmraliyê kir. Ne ji bo gilî û gazinan, lê ji bo dîtina rûyê zordar û faşîst ê mêtingerên qirker wî ev yek anî ziman. Rêber Apo ne rêberekî welê ye ku gilî û gazinan ji zor û zehmetiyan bike. Rêberekî welê ye ku ji bo zehmetiyan ji holê rake, derketiye ser dika dîrokê. Ji xwe, mîna ku bi derziyê bîrê bikole, zor û zehmetî ji pêşiya xwe rakirin û têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd gihand asteke girîng.

Li dijî Rêber Apo ev 23 sal in, şerekî taybet tê meşandin. Ev şerê taybet salên dawî berfirehtir bû. Şerê psîkolojîk rojane tê meşandin. Em bi vê zanin. Mirovê ku vê desthilatdariyê nas dike, ne pêkan e ku vê rastiyê nebîne. Zext û zordariya ewqasî giran a li ser Îmraliyê, bêçaretiya desthilatdariya heyî radixe pêş çavan. Ji polîtîkayên ku li Îmraliyê têne meşandin, her wiha bi zexta li girtiyên li zindanan tê kirin ku ji bilî dil û mejiyê wan, derfeteke wan nîne, bi hêsanî dikare bê fêhmkirin ku ev desthilatdarî têk çûye. Yên ku di vê astê de zextê li zindanan dikin, bêhêz in, lawaz in. Çawa ku faşîzma 12’ê Îlonê bi zext û zordariyê nekarî encamekê bi dest bixe û li pêşberî zindanan bi rengekî îdeolojîk têk çû, desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê jî wê têk biçe.

Pêkanîn û kiryarên li Îmraliyê û zindanan, rastiya heyî ya Tirkiyeyê radixin pêş çavan. Polîtîka û pêkanînên li ser Îmraliyê û zindanan, darîçavbûna pêkanînên li Kurdistan û Tirkiyeyê ne.

Bi rêya tecrîda li Îmraliyê, tehde li gelê Kurd, li malbata Rêber Apo û malbatên şoreşgerên li Îmraliyê tê kirin. Ji ber ku hevdîtinên bi malbatê û parêzeran re beriya her tiştî ji bo hînbûna rewşa tenduristiyê ya zindaniyan tên kirin. Jixwe, axaftina destpêkê ya hevdîtina li zindanan, li ser tenduristiyê ye. Girtî jî rewşa tenduristiyê yên li derve meraq dikin. Malbat û parêzer jî rewşa tenduristiyê ya girtiyên li Îmraliyê meraq dikin. Ji ber ku demeke dirêj li Îmraliyê hevdîtin nehate kirin, Komîteya Tenduristiyê ya KCK’ê fikarên xwe yên li ser rewşa tenduristiyê ya Rêber Apo anîn ziman.

Her ku xwedîderketina li Rêbertiyê di asta navneteweyî de xurt dibe, dewleta Tirk a ku tecrîdê ferz dike, bêhtir teşhîr dibe. Li cîhanê yek ji welatên sereke yên ku îmaja xwe nebaş e, dewleta Tirk e. Îtîbara xwe roj bi roj kêm dibe. Nebaşiya herî mezin a li welatekî bê kirin, ev e. Desthilatdariya AKP-MHP’ê ji desthilatdariyê beriya niha bêhtir ev nebaşî kiriye. Vê desthilatdariyê Tirkiye ewqasî teşhîr kiriye ku 40 caran jî di nav ava zemzemê bide jî wê nikaribe xwe paqij bike. Ji bilî Pakistan, Azerbaycan, Macaristan û PDK’ê, dostekî Tirkiyeyê nemaye. Em dostaniya yên din fêhm dikin. Lê nayê fêhmkirin bê çima PDK’ê ewqasî xwe bi Tirkiyeyê ve zeliqandiye. Dostên din ên Tirkiyeyê ji polîtîkayên dewleta Tirk aciz in, lê PDK hewl dide Tirkiyeyê paqij nîşan bide.

Divê PDK guh bide dostên Kurdan. Gelê Kurd û dostên gelê Kurd hemû jî Tirkiyeyê faşîst, zordar û qirker dibînin, lê PDK li hemberî polîtîkayên Tirkiyeyê helwêstê nîşan nade ku ev yek paradoksa herî mezin e.

PDK xwe weke partiyeke Kurd pênase dike, lê belê li hemberî zexta ku dewleta Tirk li Rêberekî Kurdan dike, bêdeng dimîne.

Çapemeniya PDK’ê jî ne li hemberî zexta dewleta Tirk a li Îmraliyê ne jî li hemberî zexta li ser gelê Kurd helwêstê nîşan dide. Tenê carna nûçegihanên wan nûçeyan diweşînin. Ji PDK’ê we ye ku bi vî rengî xwe ji mijarê xilas dike. Lê belê gelê Kurd helwêsta xwedîderneketina li Rêber Apo ya PDK’ê dibîne û fêhm dike bê rastiya PDK’ê çi ye.

Ez bawert dikim ku rojên şikandina tecrîdê bi destê gelê Kurd, gelên cîhanê, hêzên demokrasiyê, rewşenbîr, nivîskar û jinan û rojên misogerkirina azadiya Rêber Apo ne dûr in.