Kirinên PDK’ê ji fermanê xirabtir in

Hêlîn CÛDÎ nivîsand —

Duşem 1 Mijdar 2021 - 23:27

  • Piştî hilbijartinan PDK’ê dîsa li hemberî Şengalê dest bi gefan kir. Nêçîrvan Barzanî ji hikûmeta Iraqê û hêzên leşkerî re eşkere got, hûn çima bi ser Şengalê de nameşin.

Piştî hilbijartinan PDK’ê dîsa li hemberî Şengalê dest bi gefan kir. Nêçîrvan Barzanî ji hikûmeta Iraqê û hêzên leşkerî re eşkere got, hûn çima bi ser Şengalê de nameşin. Dixwaze Êzîdiyan bi artêşa Iraqê bide perçiqandin û piştre ew bixwe jî bibe serwerê Şengalê. PDK´ê Şengal 2014’an radestî DAIŞ’ê kir, niha jî dixwaze bi rêya artêşa Iraqê bikeve Şengalê.

Heta, difikire berê dewleta Tirk jî bide Şengalê, dewleta Tirk êrişî Şengalê bike da ku Êzîdiyên xweseriyê dixwazin, tine bike. PDK’ê heta niha herdem ji bo têkbirina hêzên siyasî yên Kurd ku reqîbê xwe dibîne, polîtîkaya bikaranîna Îran, Iraq û Tirkiyeyê meşand. Niha hewl dide li Şengalê jî vê polîtîkayê pêk bîne. Hîn jî bi polîtîkayên beriya dehan salan tevdigere. Ev jî nîşan dide di warê zêhniyetê de PDK bi ti awayî neguheriye. Niha li dijî Êzîdiyên xwe ji qirkirina bi destê DAIŞ’ê rizgar kirîn û dixwazin xweser bijîn, vê polîtîkayê dimeşîne. Em çi bibêjin; xwedê aqil û fikir bide PDK’ê, kêmek jî Kurdbûnê!

PDK radibe rûdine behsa peyamana 9’ê Cotmehê dike. Ji ber ku peymana 9’ê Cotmehê li nihêrîna civaka Êzîdî nepirsiye, ne rewa ye. Rêveberiya Bexda û Hewlêrê jî fêm kirine; ji ber vê gotina ev peyman rewa ye û mafdar e, tam jî gotina dîktatoran û yên ne xwediyê zêhniyeta demokratîk in. Ji bo biryareke ji gel, civakeke cihî û herêmekê re rewa be, divê ev yek bi erêkirin û daxwaza wî gelî, wê civakê bibe. Niha rêveberiya navendî ya Iraqê rabe derbarê Hewlêr, Silêmanî yan jî Dihokê de biryarekê bide, ma ev dê rewa be? Êdî ne ew dem e ku bibêjin, me biryarek wisa da û em ê pêk bînin. Jixwe, Iraq û PDK ya ku Êzîdî radestî DAIŞ’ê kirin, ti mafê wan nîne ji bo Şengalê biryareke wiha bidin. Ne di warê exlaqî, ne wijdanî û ne jî siyasî de ev mafê wan tine ye. Heger hin hêz hebin derbarê Şengalê de mafê biryardanê ji dest dabin, ew jî Iraq û PDK ne. Ev, tenê deyindarên Şengalê yê azadî û nasîna xweseriya wê ne. 

Hilbijartinên 10’ê Cotmehê rewatiya polîtîkayên Iraq û PDK yên derbarê Şengalê de zêdetir lawaz kiriye. Bi hiblijartinên 10’ê Cotmehê re gel rayeya rêveberiyên li Bexda û Hewlêrê ku peyamana 9’ê Cotmehê çêkirin ji destê wan girtiye. % 80’yê gelê Iraqê û Başûrê Kurdistanê neçûn ser sindoqan, yan jî kaxizên dengan yên vala avêtin sindoqan. Bi vî rengî gel heta 19’ê Cotmehê rêveberiyên siyasî yên li Bexda û Hewlêrê red kiriye. Gel gotiye, hûn nikarin derbarê me de biryarê bidin. Gelê Kurd di serî de jî li hemberî PDK’ê helwêst daniye holê. PDK’ê bi 10’ê Cotmehê re ruştê xwe yê rêveberiyê winda kiriye. Wisa bû ku Gorran û YNK jî bibin qurbanên li gel PDK’ê hikûmetê saz bikin. Heger Tevgerê û hêzên welatparêzên demokratîk destek nedaban YNK’ê, dibe ku dengên wê zêdetir kêm bibûna. 

Tevî ku PDK’ê li gel xwe hêzên din yên siyasî yên Başûr biriye îflasê jî, dikare xwe serketî nîşan bide; heta wî heqî dide xwe li Şengalê êrişî Êzîdiyan bike û Şengalê bi dest bixe. Ji vê re poşmanî tê gotin. Ji % 80’yê Kurdan heta zêdeyî vê rêjeyê gel PDK red kiriye. Ji ber ku ew dengên li Kurdistanê piştrast bûne, rastî %20-25’ê hilbijêran e. PDK îdîa dike nîvê van dengan wergirtiye. Ev jî herî zêde teqabulî ji %13’ê hilbijêrên Başûrê Kurdistanê dike. Partiyeke ku rêjeya wê ya dengan di vê astê de be, çawa xwe serketî dibîne? Çawa hema piştî vê hilbijartinê difikire êrişî Şengalê bike?

PDK hebûna YBŞ’ê û asayîşê ku hêzên parastina Êzîdiyan in, li pêşberî vegera Êzîdiyan a Şengalê wekî astengî nîşan dide. Heta bi vê sebebê hewl dide Iraqê bi ser Êzîdiyan de bajo. Lê belê, ya ku Êzîdiyan li wargehan rehîn digire û vegera wan a Şengalê asteng dike PDK ye. Dihêle ku dewleta Tirk êrişî Şengalê bike. Piştre heman PDK bi vê hêcetê radibe propagandaya Şengal ne ewle ye, dike. PDK vegera Êzîdiyên li wargehan asteng dike, wan wekî depoya dengan bi kar tîne; li aliyê din di qada navneteweyî de bi gotina ez malovaniya Êzîdiyan dikim, xwedî li wan derdikevim ji hêz û saziyên navneteweyî desteka maddî werdigire. Herwiha van penaberan weke sebeb nîşan dide, hewl dide polîtîkaya wê ya Şengalê destekê wergire. 74 ferman bi ser Êzîdiyan de hatin. PDK li ser Êzîdiyan polîtîkayeke ne exlaqî û wijdanî dewam dike, û ji fermanan xirabtir tîne serê Êzîdiyan. Ev jî dişibe qirkirina 3’ê Tebaxê. Divê PDK dest ji vê polîtîkayê berde. Yan jî ax û hewara Êzîdiyên mezlûm dê PDK’ê xirab li erdê bixe. 

Gelê Kurd hemû, hêzên demokrasiyê û mirovahî tev, divê li hemberî êrişên PDK, dewleta Tirk û Iraqê yên li dijî Şengalê hişyar bin; pêşiyê li van êrişan bigirin, lewma ev êriş dê ji bo Êzidiyan bibin fermaneke nû. 

Ez hêvî dikim ku têkoşîna civaka Êzîdî ya jiyana xweser û demokratîk di demokratîkbûna Iraqê û demokrasiya herêmî de bi rola xwe rabe. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.