• Nûnera Rêveberiya Xweser Nûrşan Hisên: PDK bi siyasetên bi vî awayî dihêle ku her şêweya yekîtiya Kurdî têk biçe. Hin kes tên girtin bi behaneya ku bi Rêveberiya Xweser re kar dikin. Herwiha gelek kes bi behaneya ku berê endamên YPG’ê bûn, tên sûcdar kirin û girtin. Ev şermeke mezin e. Her kes bi YPG’ê serbilind e, lê li gel PDK’ê, YPG weke ku sûc e.

ÎDRÎS KARA
MEXMÛR


Hêzên PDK´ê sê endamên PYD û Nûnertiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê ya li Herêma Kurdistanê li Balefirgeha Hewlêrê revandibûn. Aqûbeta van her sê nûnerên ji rojava ev 41 roj e nediyar e. Derbarê sedema revandin û helwêsta PDK’ê ya li hemberî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê de, em bi nûnera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya Li Başûrê Kurdistanê, Nûrşan Hisên axivîn.

Nûrşan Hisên li ser revandina nûnerên Rêveberiya Xweser û PYD’ê dibêje, bêyî ku biryar û belgeyek ji bo girtina wan hebe, 41 roj in hevalên wan hatine revandin. Nûrşan dibêje, hîn nayê zanîn ji ber çi hatine girtin, ji me re tiştek nehatiye gotin. Ti peywendiya me bi wan re nehatiye çêkirin, em ji rewşa wan bi fikar in, ji ber ku em li ser girtina wan bi tiştekî nizanin."

Lêpirsîna dijwar

Nûrşan Hisên li ser cihê ku nûnerên wan lê tên ragirtin jî got; “Tenê agahiya hatî ber destê me, li Asayîşa Hewlêrê têne ragirtin. Lê taybet di bin çavdêriya hêzên PDK’ê de ne. Tê gotin hevalên me ketine ber lêpirsîneke giran. Yanî PDK´ê ew xistine ber lêpirsînê.

Bi malbatê re axivîn

Nûrşan agahiyek girîng derbarê girtiyan de dide û dibêje, beriya 3 rojan hevalên me bi malbatê xwe re bi rêya telefonê peywendiyek çêkirine. Di peywendiya bi malbatê re, hevalên me ji malbatan re gotine, heya niha jî behsa dadgehkirina me nayê kirin. Tenê çend deqeyek axivîne, lê girtiyan gotine, tiştek ji mere nabêjin, pirsên dijwar ji me dikin, lê heya niha jî tiştek li ser me nehatiye îsbat kirin.

Rewşa siheta yekî xirab e

Nûnera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya Li Başûrê Kurdistanê Nûrşan Hisên derbarê tenduristiya hevalên xwe de jî wiha diaxive; "Tê gotin rewşa yekî ji girtiyan gelekî xirab bûye û bi lezgînî birine nexweşxaneyê. Lê piştre ti agahî jê nehatiye girtin, gelek gotegot hene, lê em niha bi tiştekî nizanin."

Bandora xwe li peywendiyan dike

Nûrşan Hisên li ser bandora revandina hevalên xwe li ser peywendiyên Rêveberiya Xweser bi Başûrê Kurdistanê re jî dibêje, “Bandora xwe rasterast li ser peywendiyên me yên bi Başûrê Kurdistanê re dike. Bi taybetî jî peywendiya bi hêzên PDK’ê re. Ji ber ku ev helwêsteke siyasî ya li hemberî PYD’ê û Rêveberiya Xweser e. Dîplomatên fermî, bê ku sûcek wan hebe tên girtin, wateya vê jî mesajeke siyasî ya li hemberî rêveberiya me û PYD’ê ye. Ev bi ti awayî xizmeta hevdîtinên Kurdî Kurdî nake. Ne li Rojava, ne jî li ti parçeyê din xizmeta Kurdan nake. Niha Kurd di rewşeke hesas de ne, pîlanên qirêj yên dewleta Tirk li ser her çar parçeyên Kurdistanê hene. Pêvajo li ser me hevgirtinê ferz dike, yek helwêstî divê. 

Lê berovajî vê, bi siyasetên bi vî awayî dihêle ku her şêweya yekîtiya Kurdî têk biçe. Ev kes bi behaneya ku bi Rêveberiya Xweser re kar dikin, tên girtin. Herwiha gelek kes bi behaneya ku berê endamên YPG’ê bûn, tên sûcdar kirin û girtin. Ev şermeke mezin e. Ji ber ku cara yekem YPG bû di cîhanê de ku DAIŞ şikand. Her kes bi YPG’ê serbilind e, lê li gel PDK’ê, YPG weke ku sûc e, mirov tên girtin."


Helwêsta partiyan

Nûnera Rêveberiya Xweser Nûrşan Hisên, li ser helwêsta partiyên li derveyî PDK´ê jî dibêje, "Derbarê girtinan de, partiyên din dibêjin, em ne hevparê vî karî ne, PDK´ê bi serê xwe ew girtine. Lê ti helwêsteke diyar jî nîşan nedane. Di parlamenê û hikûmetê de jî, dijberiyeke li gel me nînin, lê PDK serweriya hemû saziyan dike, bi vî awayî siyasetê dimeşîne.
Di vê rewşa girîng û metirsîdar de, yekrêziya Kurdan lazim e. Divê yek helwêstiyek li hemberî dagirkeriya Tirk hebe, em bang li PDK’ê dikin, hevalên me zûzûka berdin û dev ji vê siyaseta xwe ya li hemberî Rêveberiya Xweser berdin."



Kengê hatin revandin?

Di 10’ê Hezîrana 2021’ê de Nûnerê Peywendiyan ê PYD’ê yê Hewlêrê Mistefa Osman Xelîl, Nûnerê Rêveberiya Xweser ê Hewlêrê Cîhad Hesen û Endamê PYD yê li Hewlêrê Mistefa Ezîz Mistê dema saet 03.00’an diçûn pêşwaziya mêvanên xwe, li Balafirgeha Hewlêrê ji aliyê hêzên PDK`ê ve hatin revandin. Heta niha jî fermî aqûbeta wan ne diyar e.
22’yê Hezîranê Nûneriya Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê ya li Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê ji hikûmeta herêmê xwestibû rewşa nûner û welatiyên wê zelal bike.