• Ji bo berdana nûnerên xwe yên ku PDK'e revandine, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûrî neçar maye biçe cem Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê da ku zextê li PDK'ê bike ji bo nûnerên revandî berde.

Dr. Abdulkerîm Omer diyar kir ku 3 nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û PYD’ê ji aliyê PDK’ê ve hatine revandin û hîna aqûbeta wan nediyar e. Dr. Abdulkerîm Omer got, ev kiryar wê ji Kurdan re ti xizmetê neke.
Di 10’ê Hezîrana 2021’ê de nûnerê pêwendiyan ê PYD’ê yê Hewlêrê Mistefa Osman Xelîl, nûnerê Rêveberiya Xweser ê Hewlêrê Cîhad Hesen û Endamê PYD'ê yê Hewlêrê Mistefa Ezîz Mistê, dema saet di 03.00’an de diçûn pêşwaziya mêvanên xwe, li balafirgeha Hewlêrê ji aliyê hêzên PDK`ê ve hatibûn girtin. Di 7`ê Hezîranê de PDK`ê ciwanê bi navê Ciwan Ebdulkerîm El-Mihemed û dayika wî ku ji bo dermankirinê berê xwe dabûn Başûr, girtin û heta niha aqûbeta wî jî ne diyar e.
Tevî ku di ser revandina 3 nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û PYD’ê re  22  roj derbas bûn, hîna agahiyek ji hersê kesan nayê girtin û têkildarî mijarê  PDK'ê yan ji hiklûmeta Hewlêrê ti zanyarî nedaye PYD'ê û Rêveberiya Xweser.
Li ser mijarê rojnamevan Emîr Ehmedî ji bo Rojnewsê bi Hevserokê Desteya Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Dr. Abdulkerîm Omer re axivî.

Dewleta Tirk şa dibe

Dr. Abdûlkerîm Omer eşkere kir ku nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û PYD’ê nehatine girtin, hatine revandin, ji ber ku li wir bi fermî kar dikin û got, “Heta niha ti agahiya me ji wan nîne û hatine windarin. Me li ser aqûbeta van hersê kesên hatine revandin, daxwaz ji PDK’ê kiriye ku malbatên wan serdana wan bikin û li ser sedema girtinê daxuyaniyê bidin. Lê heta niha PDK’ê û hikûmeta Herêma Kurdistanê ti bersiv nedane. Heger tiştek bi wan were, PDK û hikûmeta Herêma Kurdistanê berpirsyar in. Li ser mijarê em li gel Koalîsyona Navneteweyî ya li Rojava axivîne û me daxwaz kiriye ku ji bo aqûbeta hevalên me hewl bidin û di demeke nêzik de azad bikin. Ji ber ku bi awayekî nerewa hatine revandin. Di demeke wiha de ku dewleta Tirk a dagirker bi her awayî ji bo dagirkirina Kurdistanê û tinekirina destketiyên Kurdan hewl dide, divê me jî helwêsteke yekgirtî hebe û danûstandin di navbera me de hebin. Di vê demê de kirinên wiha wê xizmetê li yekîtiya Kurd û berjewendiyên Kurdan neke.”

Rojava ji bo nûnerên xwe fikaran dike

Dr. Abdulkerîm Omer eşkere kir ku heta niha PDK’ê û hikûmeta Hewlêrê bi fermî têkildarî revandin û aqûbeta hevalên wan  ti bersiv nedaye wan û wiha dewam kir: “Heta ti bersiv nedane wan hêzên navneteweyî jî ku pirsa hersê hevalên me dikin. Lewma em niha ji ber rewşa tenduristiya wan gelekî bi fikar in. Berpirsê yekem ê selametiya hevalên me PDK û hikûmeta Herêma Kurdistanê ne.”
Dr. Abdulkerîm destnîşan kir ku heta niha PDK itîrafê bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nake û wiha dewam kir: “Ne amade ye li gel me rûne û bersiva daxwazên me bide. Ji ber van sedeman, me hêzên navneteweyî xistin dewreyê, da kuzextê bêxe ser PDK'ê û hikûmeta Herêma Kurdistanê, bikin ku endamên me berde.”

Diyaloga ENKS û PYNK’ê jî xira dike

Li gorî Dr. Abdulkerîm Omer, kirinên wiha bandorê li diyalog û danûstandinên di navbera ENKS û PYNK’ê û seranserî Kurdistanê dikin, destketiyên Kurdan dixin tehlûkeyê. Wî axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em ê hewldanên xwe dewam bikin. Em ê bi rêya dîplomasiyê hewl bidin ku vê pirsgirêkê çareser bikin. Di heman demê de bi riya hêzên navneteweyî û dostên xwe em ê ji bo berdana endamên xwe hewl bidin û zextê li PDK'ê û hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin.”

HEWLÊR