PDK'ê dor li Behdînan girtiye

Pêncşem 3 Mijdar 2022 - 02:46

  • PDK weke amûreke şerê taybet a dewleta Tirk li dijî Kurdistanê bi kêr tê. Ambargoya wê ya li ser Behdînanê ji Nîsanê ve gelekî dijwar bûye, û nahêle xelkê gundên Amediyê û Şêladizê pêdiviyên xwe bikirin û amadekariyên xwe yên zivistanê jî bikin.

PDK li herêma Behdînanê li aliyek mil daye milê artêşa Tirk a dagirker û rêyên leşkerî ji artêşa Tirk re çêdike, li aliyê din jî dor li welatiyan girtiye û ambargoyeke hişk li ser wan ferz dike. Bi taybetî li Amediyê û Şêladizê li ser rêyan bi dehan seytere danîne, kirîn û firotina pêwîstiyên rojane yên welatiyan sînordar kirine. PDK rê nade ku welatî pêdiviyên hefteyekê ji xwe re bikirin, gelek caran ji ber vê yekê jî welatiyan dixe ber lêpirsînê û hinek caran jî wan dike nezaretê. Esas dever veguherandiye leşkergehekê. 

Roja 13’ê Kanûna 2020’an çekdarên hêza Roj û hêza Gulan ên ser bi PDK’ê, li ser rêya di navbera gundên Reşkanê, Kanî û Sergelê yên li navçeya Amediyê ku ji berê hingê ti seytereyek li ser rê nebû, kemîn li pêşiya gerîla danîn û hêzeke zêde bi cih kir. Di dema derbasbûna wesayîteke gerîlayan de van hêzan ew wesayît gulebaran kir û 3 gerîlayên Kurdistanê birîndar kirin. Ew rê sêgoşeyek giring e û herêmên parastina Medyayê bi hev ve girê dide. Her wiha rêya sereke ya Şêladizê ye.

Hêzên navbirî, heta niha jî li ser wê rêyê seytere danîne û xelkê deverê xistine bin ambargoyeke hişk. Her kesê di wê rêyê re derbas dibe, dixin ber lêpirsîneke dijwar. Her wiha lêgerîneke zêde li ser welatiyan dikin, rê nadin welatî li gorî xwesteka xwe xurek û kelûpelên rojane bikirin.

 

Zilmê li xelkê dike

PDK ji hingê ve li Dola Nehêlê ya ser bi Akrê, Şêladizê û Amêdiyê bi dehan seytere danîne û herêm veguherandine leşkergehê. Hêzên PDK’ê astengiyên mezin di dema çûnûhatina welatiyan de çêdikin. Ew dest werdidin kirrîn û firotina pêdiviyên welatiyan ên rojane jî. PDK hin caran mefirzeyên taybet li ser rêyan datîne.

Xwediyên depoyan û dikandarên Şêladizê dibêjin, dema ew ji bo kirrîna pêwistiyan diçin Dihokê û vedigerin, li seytereyên Sergelê û Dêralokê kelûpelên wan dikevin ber lêgerînê. Lêpirsînek zêde li gel wan tê kirin. Her wiha navê kes, navnîşana wî/wê û tevahiya kelûpelên pê re  tên tomarkirin.

Hêzên PDK´ê li welatiyan qedexe dikin ku têra mehekê yan jî hefteyekê xurek û pêdiviyên xwe bikirin. Ev hêzên paramîlîter ên ser bi PDK´ên, sînor datînin ser mîqdara tiştên welatî bikirin. Û heke kesek çend bîdon rûn û kîsek ard bikire, wî kesî dixin ber lêpirsînê. Xelkê hin gundan gava ji bo kirrîna pêdiviyên xwe diçin bajêr, asayîşa PDK’ê wan asteng dike û nahêle bi dilê xwe lazimiyên xwe û xurekê xwe bikirrin. 

 

Şerê taybet ê Tirkan bi destê PDK´ê

Welatiyên deverê dibêjin, rayedaran ji wan re gotiye ji bo kirrîna pêdivî û xurekê, divê destûrê ji asayîş, qeymeqamtî û rêveberiyên îdarî yên li deverê wergirin. Dikandar jî lazim e kexezeke weke destûrnameyê wergirin. Hêzên PDK´ê wan kesên ku wisan nakin, dikin nezaretê.

Çekdarên PDK’ê li devera Behdînan bi taybetî jî li Amediyê û Şêladizê li ser tevahiya rêyên derveyî bajêr, seytere û baregehên leşkerî ava kirine. Bi taybetî jî li ser rêyên gundan yan jî deverên çiyayî. Hinek ji van seytereyan kêmtirî kîlometrekê ji hev dûr in. Li Dêrelokê seytere heye û li Sergerê jî seytere hatiye danîn û ev her du dever gelekî nêzîkî hev in. Çavkaniyên taybet didin zanîn ku li nava van seytereyan, çekdarên Roj û leşkerên Tirk hatine bicihkirin.

 

Ambargoya cilûbergan jî

Ji bilî ambargoya li ser xurek û kelûpelan, ya li ser cilûbergan jî heye. Kirrîna bi komî ya betanî, mehfûr, doşek û pêdiviyên din ên nava malê, hatiye qedexekirin. Her wiha li nav dikandar, bazirgan û kiryaran de sîxûr hatine bicihkirin. Her kesê hewl bide tiştekî bifiroşe gerîla yan jî bigihîne wan, tê girtin.

Ev ambargoya hişk, ji Nîsana îsal, bi êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk re bêhtir hatiye hişkkirin. Asayîşa PDK’ê li seytereyên Balinde û Dêrelokê yên li Şêladizê vedibin, lêgerîneke zêde li ser welatiyan dikin. Xurekê ter û hişkkirî, gaz û sotemeniyên din tên astengkirin. 

PDK´ê li ser vê yekê fermî ferman daye tevahiya rêveberî, sazî û dezgehên herêmê. PDK’ê bi vê ambargoyê jiyana xelkê devera Behdînanê xistiye rewşeke gelekî zehmet de. Yên herî zêde zirarê ji vê dibînin jî xelkê gundan in, ji ber ku niha Zivistan wê dest pê bike û welatiyên li gundan neçar in beriya ku befr û baran bi ser wan de bê, pêdiviyên xwe temam bikin. 

ROJNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.