- PDK ku hewl dide li Laleşa Nûranî pergala xwe ya siyasî û civakî ava bike, xwe dixe şûna merciyên olî, siyasî û civakî ya civaka Êzidî. PDK hewl dide yekbûna Êzîdxanê parçe bike, Şengal û Laleşê ji hev qut bike.
ÊZDÎN ŞENGALÎ / ROJNEWS / ŞENGAL
Navenda olî ya civaka Êzîdî Laleşa Nûranî, li bakûrê Nînovayê li Geliyê Laleşê ye ku gelek şûnwarên pîroz û dîrokî xwe spartine vê geliyê. Li gorî Qewla Afirandina Dinyayê, Laleşa Nûranî ji asîmanên bilind daketiye ser rûye erdê û navenda erdnigariya cîhanê ye. Li gorî baweriya Ezdatiyê, beriya Laleşa Nûranî cîhan sekinî bû, bi daketina Laleşa Nûranî re cîhan hereket dike. Li ser vî esasî, Laleşa Nûranî cihê herî pîroz ya baweriya Ezdatiyê, cihê heca Êzîdiyane ku di tarîxê de jê re hatiye gotin ‘’Warê Heqîqetê.’’ Yek ji ferzên esasî yên Ezdatiyê, çûna Laleşê ye. Yanî Laleş ji bo civaka Êzîdî cihê Hecê ye ku divê her Êzîdiyek biçe û heca xwe bike. Herwiha divê her zarokek Êzîdî, li Laleşê bi Kaniya Ava Spî were mohrkirin.
PDK sîxurtiyê ferz dike
Wekî tê zanîn di hefteyên borî de li Laleşê, Cejna Cimayî ya Laleşê (Cimaya Şêx Hadî) hate pîrozkirin û ji her derê cîhanê bi deh hezaran Êzîdî berê xwe dan warê pîroz. Lê nûçeyek di ajansan de hate weşandin ku kes destpêkê nekarî wateyê bide. Li gorî nûçeyê, 15 ciwanên Êzîdî yên ji Şengalê ji aliyê Asayîşa PDK’ê ve hatine girtin! Ev ciwan li ber deriyê Laleşa Nûranî, li ser rêya heca pîroz hatin girtin. Girtina wan, zext û êşkence li aliyekî, PDK’ê karî xwe xwedî maf bibîne ku rê li ber heca wan ciwanan, rê li ber ferza Êzîdiyan bigire! Hate zanîn ku PDK’ê li cihê herî pîroz ya Êzidiyan, tiştê herî xirab li ciwanên Êzîdî ferz kiriye, ew jî xiyanet û sîxurtî ye.
PDK dixwaze Laleşê kontrol bike
Diyare ku PDK hewl dide Laleşa Nûranî bi her awayî bixe bin kontrola xwe. Dixwaze li şûna vê pergala qedîm a Laleşê pergala xwe ya siyasî, leşkeri, îstixbarî û aborî ava bike. Wekî tê zanîn, di Ezdatiyê de du meqamên esasî hene. Yek ji wan Meclîsa Ruhanî ye ku ji jiyana olî û çandî ya civaka Êzîdî berpirsyar e, di mijarên olî de dezgeha herî bilind ya xwedî biryar e. Ya din jî Mîrîtî ye ku meqamê siyasî û îdarî ya civaka Êzîdî temsil dike, ji rêveberiya civakî û siyasî berpirs e û xwedî biryar e. PDK dixwaze hêz û pergala du meqamên esasî yên civaka Êzîdî (Meclîsa Ruhanî û Mîrîtî ) bixe bin bandora xwe, erk û rayeya van her du saziyan bixe destê xwe. Ev siyaset û stratejî, xeteriya herî mezin a li ser baweriya Ezdatiyê û hebûna civaka Êzîdî ye.
Çira TV qedexe kirin
PDK li cihekî pîroz yê wekî Laleşê jî hewl dide ciwanên Êzîdî bike Dijminê Kokê xwe. Ji ber vê ye ku Çira TV li Şêxanê qedexe ye. PDK ne ku Çira TV qedexe dike, PDK di rastiyê de ax, çand, ziman, ol û baweriya Ezdatiyê qedexe dike. Ji xwe kî xizmeta Ezdatiyê bike ew di hedefa PDK’ê de ye. Eger PDK ji rastiya xwe ewçend bawere, çima deng û rengê Êzîdxanê Çira TV qedexe dike? PDK bi siyaseta xwe, dixwaze Laleş û Şengalê ji hev cûda bike, yekbûna Êzîdxanê parçe bike. PDK, vê siyaseta xwe li ser du esasan rêvedibe. Ji bo Laleşa Nûranî siyaseta PDK’ê zelale ku dixwaze Warê Heqîqetê bixe bin kontrola xwe. Civaka Êzidî divê li hemberî vê siyaseta PDK’ê helwesteke xurt pêş bixe. Oldar, rûspî, xilmetkar, hûnermend û siyasetmedarên Êzidî divê li dijî vê siyaseta PDK’ê rabin. Divê civaka Êzidî, li dijî bê hurmetiya PDK’ê xetên xwe yên sor car din zelal bike û nehêle PDK vê xeta sor derbas bike.