PDK ders ji xiyaneta xwe negirt
Pêncşem 31 Tebax 2023 - 15:18
Polîtburoya Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) di salvegera 'xiyanet'a PDK'ê ya li Hewlêrê ya beriya 27 salan de daxuyaniyek da. Hingê PDK´ê bi alîkariya tankên Sedam Huseyin li Hewlêrê şerê Kurd li dijî Kurdan bi rê ve dibir.
Beriya niha bi 27 salan, 31’ê Tebaxa 1996’an, PDK’ê tankên rejîma Bees a Iraqê yanî yên dîktatorê bidarvekirî Saddam Huseyîn anîn ser Parlamena Herêma Kurdistanê û paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê. Ev roj ji aliyê gelê Kurd ve weke 'xiyaneteke' mezin a PDK'ê hate pênasekirin.
Polîtburoya Siyasî ya Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) ji ber salvegera bûyerê, daxuyaniyek da û got, “Hîna nû, beriya wê xiyanetê bi 5 salan, gelê Kurd ê di bin zilm û zordariya Rejîma Beesê de, serî hildabû û beşek ji xaka niştimanî bi dest xistibû, lê PDK´ê bi hinceta hevsengiya hêza şerê navxweyî, artêşa Enfal û kîmyabaranê vegerand Kurdistan û Hewlêrê, di encamê de bi sedan pêşmergeyên YNK´ê û hêzên opozîsyona Iraqê şehîd xistin, bi sedan ji wan dîl hatin girtin û hatin windakirin, çekên artêşa şovenîst rûmeta Parlamentoya hilbijartî ya gelê Kurdistanê şikand û ezmûna me ji destpêka damezrandina wê ve xirab kir.”
Xemsar e beramberî gelê Kurd
YNK dibêje, PDK´ê piştî 27 salan jî ji xiyanetê ders negirtiye û wiha dewam dike: “Lê mixabin hêza xiyaneta 31’ê Tebaxê, li şûna ku ji bûyerên dîrokê dersê bigire, bi heman siyaseta xerab û car caran bi heman nefesa teng a berjewendiyên partiyê, agirê nakokiyan geş dike, û diyar e sebra hişmendiya siberoja Kurdistanê şaş têgihiştiye. Ji ber wê jî heta niha jî tomet û buxtanên bêbingeh li hêzên welatparêz dike. Ew tûjbûna dîrokê diceribîne, ji bo vê nelirêtiyê bêhejmar pere, hêz û sextekariya medyayî bi kar aniye, li şûna ku bi tevahî birînên dîroka xiyanetê û siyaseta rast a Kurdî û neteweyî ya wê rûpelê derman bike, her tim hewl dide vê xiyanetê rewa bike û li hember pêvajoya siyasî û siberoja gelê me, xemsar e.”
NAVENDA NÛÇEYAN