VEYSÎ IŞIK
BOCHUM

Li bajarê Elmanyayê Bochumê, Navenda Lêkolînên Kurdî, bi beşdariya hevserokê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî Bedran Çiya Kurd, semînerek organîze kir. Bedran Çiya Kurd qederê saetekê agahî li ser rewşa dawî ya Rojava da û bersiv da pirsên rojnamevan û nivîskarên ji Rojava. 

Bedran Çiya Kurd got, halê hazir Rojava aram e û ew dixwazin vê demê ji bo jinûve avakirinê bi kar bînin. Wî got, li pêşiya wan du xebatên muhim hene: Yek jê Peymana Civakî ye û ya din jî lidarxistina hilbijartinan e. Wî got, li Rojava qedarê 50 partiyên siyasî hene û heger ew beşdar bibin, wê bibin xwedî hêzeke xurt a nûneriyê.
Bedran Çiya Kurd ji bo sûcên ddagirkeran li dijî miletê Efrînê û Serêkaniyê jî got, “JI sûcên li van deveran dewleta Tirk û komên wê berpirsiyar in. Ji bo ku ev sûc neyên kirin, em diyalogê datînin bi muxalefeta Sûrî re. Nabe ku em hema welê li vê dagirkeriyê û bêhiqûqiyê binihêrin.

Hevalên me berdin

Bedran Çiya Kurd nerazîbûn nîşan da ji revandina nûnerên PYD û Rêeveberiya Xweser li Hewlerê bi destê PDK´ê û got, “Ev dîplomatên Rojava ji bo pêşwazîkirina Heyeta Aştiyê li wir bûn. Îstîxbarata PDK´ê ev yek kir hincet û ev hevalên me girtin. Girtina hevalên me bi vî awayî zirarê dike li têkiliyên me.” Wî xwest ev dîplomatên Rojava tavilê bên berdan. 

Ji bo hevdîtinên bi ENKS´ê re jî Bedran Çiya Kurd got, di nava ENKS´ê de nakokî hene, nexasim jî ji ber cihgirtina di nava Îtîlafê de. Bi ya wî ev yek asteng dike ku têkiliyên Rêveberiyê bi ENKS´ê re baş bibin. Wekî din helwêsta wan a bêgunehnîşandana dagirkeriya dewleta Tirk jî ji bo wan nabe bê qebûlkirin. Bi ya Bedran Çiya Kurd dibe ku nakokiyên nav ENKS´ê bibe sedema qutbûnên ji nava wê.

Hevserokê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî Bedran Çiya Kurd bi bîr xist ku dewleta Tirk dixwaze YPG û YPJ´ê bixe lîsteya rêxistinên terorîst, lê nekariya vê bi ser bixe û wiha dewam kir: “Wan dev ji vê pîlana xwe bernedaye. Di dema hin minaqeşeyên di navbera PDK û PKK´ê de PDK´ê hewl da ku sîleha di êrişeke li dijî hêzên PDK´ê de bi YPG û YPJ´ê re elaqedar bike. Ev pîlana dewleta Tirk bû. Mixabin PDK xapiya, bû parçeyek ji vê pîlanê."