PDK birîndaran jî asteng dike

Sêşem 23 Gulan 2023 - 15:01

Endamê Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya Başûrê Kurdistanê, Fethûllah Huseynî têkildarî girtina deriyê sînor ê Sêmalkayê, helwêsta PDK’ê nirxand. 

Huseynî got, PDK nahêle şandeyên Kurdistanî û biyanî yên dostên Kurdan jî biçin Rojavayê Kurdistanê. 

Fethûllah Huseynî diyar kir ku di navbera Rêberiya Xweser û PDK’ê nakokiyên siyasî hene. Lewma çi dema nakokiyên siyasî hinekî zêde dibin, PDK bêyî hincetekê nîşan bide, yekser Deriyê Sînor yê Sêmalkayê li ser xelkê Rojava digire: “Bi çi sedem û hincetê Deriyê Sêmalka bê girtin, divê ji beriya wê Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê agahdarkirin. Heger pirsgirêkêk hebe divê bi diyalogê bê çareserkirin. Lewma girtina Deriyê Sêmalka zirarê dide xelkê Rojava û Başûrê Kurdisanê.”

Huseynî da zanîn ku Rojavayê Kurdistanê xwedî statûyek siyasî ye, têkoşîn û xebatê ji bo neteweya xwe dike û got, “Pêwîst e weke helwêstek nîştimanî û netewî piştgiriya Rojavayê Kurdistanê bê kirin. Ne ku deriyê heyatî li ser xelkê Rojavayê Kurdistanê bê girtin. Heger ev rewş dewam bike, wê bibe sedema karesateke mirovî. Ji ber ku bi girtina Deriyê Sêmalka re metirsiyeke mezin li ser nexweşên Rojavayê Kurdistanê çêdibe. PDK´ê nehişt nexweşên giran ji bo dermankirinê bînin Başûrê Kurdistanê û di encama vê de jî jiyana xwe ji dest dane. Heta dikarim bibêjim, rê nadin şervanên YPG’ê yênku di şerê li dijî DAIŞ’ê de birîndar bûne, derbasî nexweşxaneyên Başûr bibin.”

PDK diyalogê naxwaze

Huseynî got, ew guman dikin ku ev pîlanek be ku du rojan piştî girtina Deriyê Sêmalka, artêşa Iraqê êrişî Wargeha Mexmûrê kiriye.

Huseynî da zanîn ku PDK’ê heta niha ti bersiv nedaye wan û tenê rayedarên Deriyê Sêmalka daxuyaniyek dane û gotine derî ji bo demeke nediyar hatiye girtin.

Huseynî de bang li hêzên Başûrê Kurdistanê yên di nava Hikumeta Hewlêrê de kir û got, “Dema ku PDK Deriyê Sêmalka digire, tenê bi navê xwe nagire. Bi navê Hikûmeta Herêma Kurdistanê digire. Gelo çima partiyên şirîkê hikûmetê li beramberî girtina Deriyê Sêmalka bê helwest û bê deng dimînin?”

ROJNEWS / SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.