• KCK: Em li vir radigihînin ku PDK ji jiyan û tenduristiya Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er berpirsyar e. Divê berî rewşeke xirab rû bide, tavilê dawî li vê siyaseta zextê û dawî li sepandinên daxwazên dewleta Tirk a dagirker li dijî her du ciwanan bîne.

Komîteya Têkiliyên Derve ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) têkildarî greva birçîbûnê ya Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er ên li girtîgeha Hewlêrê ragirtî û ji ber zext û êşkenceyê 45 roj in di greva birçîbûnê de ne, daxuyaniyek da.

KCK’ê ragihand ku ev nêzî 5 salan e du ciwanên Kurd ên ji Bakurê Kurdistanê Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er bi sûcê kuştina rêveberekî rêxistina îstîxbaratê ya Tirk (MÎT) a li Hewlêrê tên girtin û got, “Desthilata ku xwe weke desthilateke Kurdî dibîne, ji bo pêkanîna daxwazên dewleta Tirk a dagirker cezayê bidarvekirinê li van du ciwanên Kurd birriye. Tenê cezayê van ciwanan ew e ku tola terorê û kuştinên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê hilanîne, yek ji serçeteyên tora terorê ya Tirkiyeyê ceza kirine. Cezayê bidarvekirinê yê li herdu ciwanên Kurd hatiye birrîn, dûrî pîvanên Kurdbûn, nîştimanî û mirovatiyê ye."

Sîxur bê pirsgirêk digerin

KCK’ê got, ew endamên MÎT'ê yên destê wan di şehadeta bi dehan şoreşgerên Kurd de heye, li her beşa Kurdistanê, bi taybetî li ser xaka Başûrê Kurdistanê bê ku lêpirsîn û astengiyek bê nîşandan, bi dilê xwe digerin: “Başûrê Kurdistanê tije kamerayên çavdêriyê ye, hemû tevgeran qeyd dikin. Sîxurên MÎT’ê li nava rojê şoreşgeran li kolan û cihên kar qetil dikin, hêzên ewlekariyê wan nagirin û bi hêsanî ew direvin. Ev jî wê yekê nîşan dide ku PDK rijandina xwîna Kurdan a bi destê dezgeha MÎT’ê helal dibîne. Li aliyê din qebûl nake çend ciwanên Kurd ên welatparêz sîxurekî ceza bikin, li ser wê jî di nava çend hefteyan de cezayê îdamê li wan dibirre. Heger, cezayê sêdareyê li hinekan bê birrîn, divê li ew Beesiyên kevin, DAIŞ’î û musteşarên ku destê wan di xwîna sedan hezaran Kurdên bêguneh de heye, bila bê birrîn. Li şûna ku bên cezakirin, PDK wan diparêze, cihên herî giranbiha û zeviyên bi nirx ên li Başûr ji wan re vediqetîne da ku ji bo xwe projeyan lê danin, henekên xwe bi bîr û baweriya dîrokî ya gelê me bikin.”

Rêbazên dewleta Tirk in

KCK’ê bal bire ser êşkence û rêbazên şidetê yên li dijî Dag û Er û got, “Niha her du xistine bin çavdêriyeke dijwar a zextê û êşkenceya fizîkî û derûnî. Ev cûre êşkence û rêbazên şideta derûnî, dewleta Tirk li ser girtiyên Kurd dike. Ev cûre êşkence ji bo şikandina vînê, ji bo bêrûmetkirin, kuştin û sêdaredanê ne. Li dijî vê siyasetê li Zindana Amedê Mazlûm Dogan, Kemal Pîr û Sakîne Cansiz berxwedaneke bi heybet raber kirin. Ji zindana Xelan heta bi Zindana Akrê û Hewlêrê, PDK bi vê hişmendiyê û siyasetê li ser welatparêz û şoreşgeran vê nêzîkatiyê raber dike. Li gorî hiqûqa dewleta Tirk tevdigere. Ji êşkencekirina û kuştina Seîd Elçî heta bi kuştina Silêman Mûînî û sedan mînakên weke vê PDK´ê kirine; dagirkeran çi xwestiye wê ew kiriye."

Dawî li zilmê bîne

KCK’ê bi bîr xist ku Dag û Er ev cara sisiyan e ku çalakiya greva birçîbûnê li dijî zextan dikin û wiha dewam kir: “Du carên pêşî PDK’ê soz dabû ku daxwazên wan bi cih bîne, wan jî dawî li çalakiya xwe anîbû. Mixabin PDK xwedî li gotinên xwe derneket, daxwazên wan bi cih neanîn. Berovajî vê, zext zêdetir kirin. Ji bo wê ye ku îro 44 roj in di greva birçîbûnê de ne. Her diçe rewşa tenduristî û jiyana wan xirab dibe. Tevî hemû bangan, bi taybetî banga malbatên wan, PDK li ser siyaseta zext û êşkenceyê, israr dike. Em li vir radigihînin ku PDK ji jiyan û tenduristiya Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er berpirsyar e. Divê beriya ku rewşeke xirab rû bide, tavilê dawî li vê siyaseta zextê û dawî li sepandinên daxwazên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî van herdu ciwanên bîne. Bang li hemû saziyên mafê mirovan, li ser asta navneteweyî û Iraq û Kurdistanê, rewşenbîr, kesayetên siyasî, nîştimanperwer, hemû hêzên siyasî û Kurdistanî dikin da ku bikevin nava liv û tevgerê li dijî siyaset û reftarên PDK’ê."

BEHDÎNAN