PDK Başûr dike çete

În 20 Tebax 2021 - 23:56

  • Mekanîzmaya PDK´ê ya ewlehî û îstîxbaratê halê hazir bi temamî ketiye xizmeta êrişên dagirkirina Başûr ên dewleta Tirk. Agahiyên ropjnamevan Erdogan Altan dide, nîşan didin ku PDK demografiya Başûr ji bo dewleta Tirk diguhere.  

Li gorî nûçeya Erdogan Altan a ji Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê (MA) re amadekirî, dewleta Tirk bi hevkariya PDK´ê çeteyên xwe yên ji Sûrî û malbatên wan tîne, li gundên Başûr ên ku PDK’ê ew vala kirine, bi cih dike. Yanî PDK piştgiriyê dide Enqereyê da ku hewl dide bi operasyonan demografiya herêmê biguherîne.

Êrişên dewleta Tirk ên dagirkeriyê ji 23’yê Nîsanê ve li Metîna, Avaşîn û Zapê (Zê) yên Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Dewleta Tirk bi artêşa xwe li hemberî gerîla nekarî bi pêş keve û li cihê xwe bist bû. Ji ber wê jî deverên Girê Sor, Tabura Ereban û Girê Spî yên Avaşînê bi dronê, balefirên şer û helîkopterên êrişê ketûber bombebaran dike.

Erdogan Altan dibêje, Tirkiye li deverê zehmetiyên mezin dikişîne û ji ber vê, hêzên taybet ên PDK’ê dide pêşiya xwe: "Bi taybetî, wendahiyên zêde yên artêşa Tirk li herêma Avaşînê çêbûn. PDK ji bo pêşiya vê bigire, 70 gundên ji Zaxo heta Bradostan vala kirin. Xebatên bicihkirina endamên çeteyên ji Sûrî û malbatên wan ên ku ji Sûriyê anîne, yên li cih û warên li Zaxo, Amediyê û Duhokê hatine valakirin, dewam dikin. Di çarçoveya vê planê de, Tirkiye hewl dide penaberên Efxan li vê herêmê bi cih bike. Ger ev plan bi ser bikeve, wê heman rewş li herêmên Silêmanî û Helepce ku YNK lê serdest e, dewam bike. Tê diyarkirin ku agahiya Waliyê Dihokê Elî Tatar jî ji vê pîlana berfireh heye. 
 
Parastin ji MÎT´ê re dişixule 

Erdogan Altan bi bîr dixe ku dewleta Tirk li gorî stratejiya xwe dixwaze herêmeke tampon ava bike di çarçoveya pîlana têkbirinê ya 24’ê Tîrmeha 2015’an destpêkirî de. Di vê stratejiyê de wê rol daye PDK´ê jî. Altan dibêje, "Dewleta Tirk hewl dide bi rêya PDK’ê xeta Amediyê û Metînayê ji hev cuda bike û baregehên xwe li cihên stratejîk ava bike. Li gundê Banke yê Serê Metîna ku pêşiya qada Çiyayê Spî vedike hêzên Zerevanî hatin bicihkirin. Ligel van bûyeran hemûyan, bi navê Parastinê karê sîxuriyê yê MÎT’ê li herêmê dewam dike."
 
Armanc dagirkeriyê daimî ye

Dewleta Tirk, Kanûna 2017’an li xeta Raperîn-Soranê dest bi operasyonan kiribû. Wê bi vê xwest ku xeta Behdînan (Zap, Metîna û Heftenînê” û Soran (Xakurkê, Xinêrê, Diyala û Sîdeka” ji hev veqetîne. Niha Tirkiye bi awayekê qismî li vê deverê bi cih bûye. 
 
PDK bûye cehşê delweta Tirk

Erdogan Altan behsa pîlaneke PDK´ê jî dike ku beşek ji êrişên dewleta Tirk e: "Qonaxeke din a operasyonan (êrişên dagirkeriyê) pîlana PDK’ê bû ku hêzeke leşkerî li Zînî Wertê ya li Qendîlê, bi cih bike. Pîlana ewilî, dibin kontrola MÎT’ê de, wê qereqol û baregehên çavderiyê yên PDK’ê bên avakirin.

Di çarçoveya vê pîlanê de, wê cihên HPG’iyan, liv û tevgerên wan bên şopandin, depoyên çekan û çavkaniyên fînansê fêr bibin. Li gorî van agahiyan, wê herêma Qendîlê bi hedefgirtina herêmên aîdî endamên HPG'ê bihata kontrolkirin. Lê ji ber nerazîbûna hunermend û rewşenbîran, gel û jinan ev plan bi awayekî baş nehat temamkirin. Par PDK li herêmên gundewarên Zaxo yên Kela Şabanike, Siyare Bena û Kela Dêrê bi cih bû û ji vê derê agahiyên îstîxbaratê dan Tirkiyeyê. Ji ber vê, heta niha bi sedan caran herêm hat bombebarankirin. PDK’ê berî çend mehan, hêzên xwe şandin xeta Metîna, Gare, Sîdekan û Çomanê, xwest li vê derê bi cih bibe. PDK’ê li vê derê jî pîlan kir ku cihên çavderiyê ava bike û derbarê liv û tevgera HPG’iyan de Tirkiyeyê agahdar bike. Armanc ew bû ku ji artêşa Tirk re deverên nû veke. Ger ev pîlan bi ser biketa, wê 2 baregehên eskerî li geliyê Amediyê bihatana bicihkirin. Heya niha ev pîlan hatin pûçkirin."

Dibistanên bişaftina Başûr

Erdogan Altan balê dibe ser dibistanên Cemaeta Gulen ên li Başûrê Kurdistanê jî û dibêje, "Tirkiye hewl dide li aliyekî demografiya herêmê biguherîne, li aliyê din jî polîtîkayên xwe yên bişaftinê bi dibistanên ji Cemaeta Gulen dewr girtine, dewam dike. Li Başûrê Kurdistanê, di bin navê Kolejên Işik de, 128 dibistan perwerdehiya “Tirk-Îslamê” didin. Tirkiyeya ku bi guherandina navan dibistan çalak kirine, di vê çarçoveyê de, Duhok û derdora wê wekî herêma pîlot bi kar tîne.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.