Payîza karkeran û pelên weşiyayî

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 23 Çile 2024 - 02:15

  • Akî Kaurîsmakî bi filmê xwe yê “Fallen Leaves” pelên ku di navbera kapîtalîzm û evînê de hildiweşin nîşanê me dide. Weke filmên xwe yên berê dîsa bi pey serpêhatiyên karkerên tenê dikeve û li vê dinyaya dilhişk a ku şer jê kêm nabe îşaret bi evîn û hezkirinê dike.

ARDÎN DÎREN

Tenêtî, karkerî, bêcihûwarbûn, evîn, bar û kafe, vexwarin û muzîk…ev elementên sereke ne ku sînemaya Akî Kaursmakî rave dike. Hema bêje di hemû filmên xwe de bi heman mijarê dadikeve û eynî tiştî dibêje ji me re. Bi pey gotinên nû yên sînemayê û şêwazên nû nakeve. Di hemû filmên xwe de xwe dubare dike. Şêwaza wî ya ku bûye nasnameya sînemeya wî “dubarebûn” e bi min. Di filmên wî de xweşikî û estetîka dubarebûnê heye û ji tevgerên zêde yên kamera û lîstikvanan direve. Ew ji planên sabit û besît hez dike û nimûneyên “sînemaya rijî” nîşanî me dide bi filmên xwe. Yanî di filmên wî de “donê zêde” yê ku temaşevanan aciz bike tine ye. Jixwe tama sînemaya wî jî ji ber vê rijîbûnê ye, rijîbûna ku xwe ji tiştên zêde û bêkêr dûr digire. Ji lewma Akî Karusmakî derhênerê sadebûn û besîtbûnê ye. Piştî Robert Bresson tekane derhêner e ku bi qedrê sadebûnê dizane û tenê bi jest û îmajan hin meseleyan rave dike. Ji lewma ew weke derhênerekî mînîmalîst jî tê zanîn.

Akî zêde ji provayan jî hez nake. Senaryoyê bi lîstikvanên xwe dide xwendin û dixwaze ew sahneye di carekê de biqedînin. Yanî tenê girteyekê dixwaze. Heger hin tişt ne di rê de bin jî herî zêde belkî girteyeke din bixwaze. Lê beriya vê yekê ji lîstikvanan bixwaze ew ji wan re dibêje senaryoyê baş bixwînin. Lîstikvanên wî bi vî awayî beriya ku “bilîzin” lîstikvaniyeke rasteqîntir derdixin holê. Her wiha Akî Kaurîsmakî ti caran replîkên zêde bi lîstikvanên xwe nade gotin, hema wisa kurt û bi derb, eynî weke helbesteke bi tîn dinivisîne hemû replîkên xwe. Her wiha di filmên wî de dîmenên “beredayî” jî tine ne. Planên wî pirr kêm in û heta jê tê dîmenan jî bi awayekî kêrhatî bi kar tîne. Dîmenekî ku bi kêrî filmên wî neyê û piştevaniya senaryoya wî neke li filmên xwe zêde nake. Kêm derhêner hene ku weke wî dîmenan li gorî armanca filmî ewqasî bi serketî bi kar bînin. Ev taybetmendiyeke Akî Kaurîsmakî ya sereke ye ku îşaret bi derhêneriya wî ya çê jî dike. 

Muzîk parçeyekî xwezayî yên filmî ne

Û mûzîk. Akî Kaurîsmakî di filmên xwe de muzîkê pirr xweşik bi kar tîne. Muzîk perçeyekî xwezayî yên film in. Muzîkên ku bi kar tîne ne ew muzîkên taybet in ku ji bo filman tên çêkirin. Lê ew bi taybetî hin muzîkan dineqîne ji bo filmên xwe. Muzîkê filmên wî ya di radyoyan de tên bihîstin û tevlî ruhê filman dibin an jî li barekê ji hêla komekê ve li ser dikê tên gotin. Gotinên stranên wî ji replîkên lîstikvanên wî bêhtir tesîrê li temaşevan dikin û gelek caran jî ev muzîk psîkolojiya lîstikvanên wî tînin ziman. Tenêtî û kul û kesêrên karkeran li bar û kafeyan bi van muzîkan tên ravekirin gelek caran. Muzîkên wî jî bêhtir melodiyên blues in û hin caran jî stranên rock'n'roll bi kar tîne. 

Çîna karker û birîna ku nakewe

Akî Kaurîsmakî di sala 2017’an de li Berlînale gotibû ku “The Other Side of Hope” filmê wî yê dawîn e û ew ê careke din film çêneke. Lê va ye wî nekarî bi xwe û filmê “Fallen Leaves” çêkir. Akî weke filmên xwe yên berê di vî filmî de jî behsa “çîna karker” dike. Ji lewma filmê “Fallen Leaves” jî weke dewama filmên wî yên din ên “proleter” tên hesibandin. Karekterên wî yên sereke dîsa karker in. Ew karkerên ku di nav pergala kapîtalîzmê de tên çewisandin. Ew karkerên ku asê mane di nav jiyana xedar de û ji xwe re li rêyeke xelasiyê digerin. Ew karkerên ku payîza wan bi dawî nabe û biharan nabînin bi çavên serê xwe! Her wiha evîn. Ew karkerên ku ji xedariya kapîtalîzm û patronan direvin û xwe dispêrên ber rehma evîn û hezkirinê. Bi vî awayî birînên dilê xwe dikewînin. Her çend birînên wan neyên kewandin jî, qet nebe ew vê yekê diceribînin û naxwazin xwe yekcar berdin û dilê xwe hişk bikin di nav pergala ku her roj hinek din insanetiya wan dikuje! 

‘Karker aîdê ser çopê ne!’

Di filmê “Fallen Leaves” de jî her du karekterên sereke karker in û karên giran dikin. Bi sedemên cuda ji kar tên dûrxistin. Ansa (Alma Pöysti) û Holappa (Jussi Vatanen) Ew bi tenê dijîn, rojekê li barekî leqayî hevdu tên. Ji xwe karkerên di filmî wî de gelek caran bi tenê dijîn. Cih û war ji wan re nîne! Xaniyekî ku serê xwe têxinê tine ye. Ew nanoziko dijîn û bi zorê debara xwe dikin. Bi vî awayî ew balê dibe ser rewşa li Ewrûpayê jî û weke nerazîbûnekê dibêje; “Ev der ne bihişt e!” Li hember nihêrînên ku Ewrûpayê weke bihişt nîşan didin radibe û berevajî vê yekê dojeha insanên li Ewrûpa nîşanî temaşevanan dide. Ansa li marketekê dixebite. Rojekê gava ji kar derdikeve ji hêla ewlekariya marketê ve tê sekinandin. Çenteyê wê kontrol dikin û tê de sandiwîceke ku dîroka wê bihuriye dibînin. Yanî ew sandiwîc neyê xwerin bi her awayî ew ê here çopê! Du hevalên Ansa yên jin her çend bînin bîra berpirsyarê marketê û bibêjin dîroka sandiwîcî bihuriye jî, berpirsyarê marketê bi awayekî hişk li rûyê wan dinihêre û dibêje; “Dîsa jî hûn nikarin bibin. Ji lewma ew aîdî çopê ye!” Li ser vê nêzîkatiyê Ansa jî wiha lê vedigerîne; “Qey ez jî aîdê çopê me!” Bi vê sahneyê Akî Kaurûsmakî nîşan dide ku di çavê patron û sarmayedaran de “karker” hemû aîdê ser çopê ne!

Depresyon û çerxa xerab ya pergalê

Û li hêla din jî Holappa heye. Holappa yê ku bîst û çar saetan araqê vedixwe û ti hêviyeke wî tine ye ji siberojê. Jixwe şert û mercên ku ew tê de dijî jî ne ew şert û merc in ku hêviyekê bi karkerekî ji rêzê bikin. Holappa gava dixebite tim araqê vedixwe û herî dawî ji ber vê yekê ji kar tê dûrxistin. Gotina wî ya ku dibêje; “Ji ber ez di depresyonê de me pirr vedixwim û ji ber ku ez pirr vedixwim jî tim di depresyonê de me.” Ew bi van gotinan di heman demê de neçariya karkeran a li hember karên giran û zehmet tîne ziman. Yanî çerxa xerab ya pergalê jî rave dikin ev gotinên wî. Ew çerxa ku insanan dikşîne ber bi depresyonê ve û wan dikuje. Ji lewma Ansa weke ferîştahekê derdikeve hemberî wî û bi saya Ansa dev ji vexwarina araqê berdide. Her wiha gelek serpêhatiyên din jî di serê Holappa û Ansayê re dibuhirin. Te dî qeder e; roja ku Holappa biryar dide dev ji araq vexwarinê berdide û ew ê bize cem Ansayê, di bin trênekê de dimîne! Lê ew namire, dîsa bi hezkirina Ansayê tê ser hişê xwe û herî dawî digihîjin hevdu.

Filmê “Fallen Leaves” di sala 2023’an de li Festîvala Cannesê “Xelata Jûriyê” wergirtibû.

 

Pêdivî bi evînê heye

Akî Kaurîsmakî  bi filmê “Fallen Leaves” li hember pergala hişk a ku dilê wê riziyaye hezkirinê îşaret dike. Di radyoyê de ya li mala Ansa her tim nûçeyên li ser şerê Ûkraynayê tên bihîstin. Akî Kaurîsmakî helwêsta xwe ya li hember şerî jî wiha anîbû ziman gava ku filmê wî li Festîvala Cannesê hatibû nîşandan; “Gava li devereke cîhanê şer hebe bêyî mirov wî şerî bi bîr bîne, film nayên çêkirin. Ji lewma di radyoya Ansa de ez şerî li Ûkraynayê rave dikim. Ez wisa hîs dikim ku pêdiviya vê dinyaya kambax ya ku her roj xwîn lê dirije, bi serpêhatiyên evînî heye.” 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.