Paşguhkirina zimanê dayikê

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 22 Sibat 2023 - 03:49

ŞÎRÎN SALIH/JÎNHA/SILÊMANÎ

 

Mamosteya Zimanê Kurdî ya zanîngeha Silêmaniyê Taban Mihemed der barê girîngiya zimanê dayikê de got, zimanê dayikê ji aliyê civakê ve hatiye paşguhkirin û xelk ji zimanê dayikê bêhtir, girîngiyê didin zimanên biyanî.

Taban Mihemedê got, “Berê Kurdan her dem hewl dida zimanê xwe biparêzin da ku hebûna xwe biparêzin. Niha ji ber tinebûna hestên berpirsyariyê yên ciwanan ji bo civaka Kurd û zimanê dayikê, rewş wisa bûye ku beramberî parastina zimanê xwe xemsar bin û zimanê Kurdî kêm were axaftin.”

 

Zimanê sereke bûye Ingilîzî!

Taban Mihemedê nexasim li biwara xwendekaran dibêje, dema ku xwendekar xwe li zanîngehan qeyd dikin, merc ew e ku asta zanîna zimanê Ingilîzî bilind be û got, “Wisa bûye ku li şûna zimanê Kurdî bikin şert, zimanê Ingilizî kirine şert. Zimanê sereke bûye Ingilîzî û vê yekê jî metirsî li ser zimanê Kurdî çêkiriye. Yek ji riya dewlemendkirina ziman, hatina peyvên biyanî ye lê belê bi xeletî bikaranîna wan peyvan dibe sedema lawazkirina ziman. Nabe ku rê bide her peyvê. Heger peyvên zimanê biyanî di axaftinan de werin bikaranîn bi çavekî bilind lê tê temaşekirin. Divê hestên welatparêziyê, perwede, avakirina ji aliyê her kesî ve ji asta seretayî dest pê bike heta zanîngehê.”

 

Pîvan zanîna zimanê dayikê ye

Mamosteya zimanê Kurdî Taban Mihemedê di dawiyê de got, “Girîngiya warê rewşenbîrî û hunerê ew e ku divê parastina zimanê dayika xwe bikin. Ji ber ku di asta bepirsyariya mezin a neteweyî de nîne da ku hewl bide ji bo parastina zimanê Kurdî. Bikaranîna peyvên biyanî û destwerdanên li dezgehan, li gorî wan wisa ye ku bi awayekê asta rewşebîriyê bilind bûye. Ev neheqî ye li hemberî zimanê dayikê, ji ber ku rewşenbîrên rast ew in ku zimanê Kurdî baş bizanin û baş pê biaxivin.”    

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.