OMER DEMÎR / AW / AMED
Çalakî û xebatên ji bo 15e Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî didomê. PENa Kurd bi piştevaniya PENa Navneteweyî û Şaredariya Bajarê mezin a Amedê bi serenavê “Ji bo bicîkirina bendên manîfestoya gîronayê” li Çand Amedê konferans li dar dixe. Gelek zimanzan, nivîskar tev li konferansê bûn. Nivîskar Adar Jiyan û Dilawer Zeraq jî tev li konfreransê bûn. Nivîskar Adar Jiyan û Dilawer Zeraq ji Ajansa Welat (AW) re axivîn.
Li ser armanca konferansê nivîskar û zimanzan Adar Jiyan diyar kir ku konferansê ji bo statûyek zimanê Kurdî li dar dixin û got: “Nivîskarên PENê salê carekî dicivin. Gelek kes ji cihên cuda tev li konferansê dibin. Zimanê Kurdî ji ber ku ji fermiyetê dûr ketiyê di qada jiyan û perwerdehiyê de teng bûye. Perwerdehî nirxê herî girîng e. Kesayetî, tekili û derûniya mirov diedilîne. Ziman hem têkiliyan hem jî derdorê pêş dixe. Xebat û hewldan di aliyêk amatorî dest pê kiriye. Ji ber ku fermiyet tune ye. Çanda ku ziman di qada perwerdehiyê de misoger bike tiştêkî pirr giring e. Tevgerên Kurdan, entelijansiya kurdan gihiştiye asteke bilind. Bi hezaran pirtûk hatine çapkirin. Îro tevgera kurdan ji bo azadiya civaka kurdan gelek pêş ketine. Lê mixabin zimanê Kurdî ji kolana vedikeşe û ji gel dûr dikeve. Di pêşeroje de dê tenê di nav hunermen û nivîskaran de bê axaftin. Divê em vê bişkînin. Sinorê ziman sinorê gel e. Zimanê me ji nava gel vekişe, dê netewe bi tunebûne re rû bi rû bimîne.”
‘Ziman her tişt e’
Adar Jiyan bibîrxist ku di dema şer de tu tişt nagihije armanca xwe û wiha domand: “Jiyan û têkiliyek aştiyek mayînde gava ku pêk were divê teqaz zimanê şer were terikandin û zimanê aştiyê pêk were. Zimanê pevçûnê ne zimanekî hewcedariyê ye. Şer ji necarî pêk tê. Lê aştî têkiliya xwezayiye. Em hêvî dikin ku aştî pêk bê. Lê divê em israr bikin. Divê em piştgiriyê bidin aştiyê. Em hemû ji serketina vê pêvajoyê berpirsiyar in. Ku pêvajo bi ser bikeve dê bandoreke erênî li ser ziman bike. Helbestvanên Elmanî Goethê dibejê ‘Ziman ji bo neteweyekî ji sedî pencî ye” lê neteweyek wekî neteweya Kurd ez dikarim bibêjim sedî sed e. Ziman her tişt e. Ziman ji çandê giringtir e. Çand ji ziman pêk tê. Zimanê perwerdehiyê giringtir e. Ji ber ku zimanê biyanî hişmendiyeke biyanî dide me. Gava ku mirov bi zimanê zikmakî perwerde dibe hebûna xwe temam dike.
‘Divê em xebatek berferih bikin’
Nivîskar Dilawer Zeraq jî da zanîn ku ew behsa dorbendkirina zimanê Kurdî yê 80 salî dikin û got: “80 sal in qedexerina ziman didome. Li tevahiya cîhanê bi mijara ziman pir zêde tê axaftin. Lê zimanê Kurdî qels e. Tiştên pêwist ew e ku windabûna 80 salan, bi carekê nikarî paşve bînin. Divê em xebatek berfireh bikin. Di zemîneke xurt de divê em pêş bikevin. Kurdî 100 salin ji gelek tiştan bêpar maye. Heger heyineke zaninî di Kurdî de çênebe we hingê bi Kurdî bi raman çênabê”
‘Zanîna cihanî divê em Kurdî hîn bibin’
Li ser bandora aştiyê ya li ser ziman jî Dilawer Zeraq nirxandin kir û got: “Bandora aştiyê li ser ziman zêde ye. Lê di aliyê siyasetê de kêmasî hene. Siyasetvanên Kurdî bi Kurdî naaxivin. Kêmasiyeke din jî ewe ku Kurdî di ramana roja iroyên de naye afirandin. Bi Kurdî raman nayê afirandin. Dema axaftin bi tirkî be raman jî bi tirkî ye. Dema raman bi tirkî be axaftin jî bi tirkî ye. Lê gava ku bi Kurdî tê axaftin ew raman hemû li hêleke din dimine. Divê ew ramana pewist ku em 100 sal in jê bêpar mane di Kurdî de bê avakirin. Ku aştî pêş bikeve dê bandora erênî li ser pêşketina ziman bike. Zanîna cihanî divê em bi Kurdî hîn bibin.”