Wê tora parlamenterên jin ava bibe

Pêncşem 5 Hezîran 2025 - 03:10

ROZA METÎNA / AMED

Halîde Turkoglu bi lêv kir ku di encama Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd de biryara avakirina toreke parlamenterên jin ên Kurd jî hatiye dayin û wiha got:"Di vî warî de, biryar hat dayîn ku toreke parlamenterên jin ên Kurd ji bo têkoşîn, hevgirtin û parvekirina domdar a ezmûnan û bicîhanîna biryarên konferansan were avakirin. Ev gaveke girîng bû da ku kar bi hev re were meşandin."

Tevgera Jinên Azad (TJA) di 28-29ê Gulanê de li Amedê 1’emîn Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd li dar xist. Jinên parlamenter ên ji Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê tevli vê konferansê bûn tecrbuyên hevdu parve kirin. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Halîde Turkoglu ya tevli konferansê bû têkildarî armanc û girîngiya konferansê nirxandin kir. Her wiha bal bir ser hin xalên girîng ên encamnameya Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd.

Nîqaş hatin meşandin 

Halîde Turkoglu di destpêkê de bal bir ser armanca Konferansa Parlamenterên Jinên Kurd û wiha got:"Ev konferans ji bo nîqaşkirina ka jinên parlamenter ên Kurd li cihên ku lê ne li dijî serdestiya mêran çawa têdikoşin, ji bo afirandina ezmûn û bîranînên xwe yên têkoşînê û ji bo nîqaşkirina ka ew çawa di siyaseta demokratîk de rolekê dilîzin her wiha ji bo misogerkirina yekîtîya di navbera jinên parlamenter ên Kurd de, hate lidarxistin. Tevlîbûna nîqaşan ji seranserê Kurdistan û Ewropayê, bi taybetî di pêvajoya dîrokî de, careke din rola jinên Kurd a di avakirina demokrasî û aştiyê de nîşan da."

Jin li bangê xwedî derketin 

Halîde Turkgolu bi lêv kir ku jinan di konferansê de bal birine ser banga 'Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha pê de çû:"Şerê li Rojhilata Navîn bi awayekî pir dijwar li ser Kurdistanê tê meşandin. Banga dîrokî ya Birêz Ocalan ji bo aştî û civakeke demokratîk hem ji bo jinên Kurd û hem jî ji bo jinên ku li Rojhilata Navîn dijîn xwedî girîngiyeke krîtîk e. Jinan her aliyê şer bi çavên xwe dîtine, ji ber vê yekê aştî ji bo bidawîkirina şerê li dijî jinan jî girîng e. Ji ber vê yekê jinan ji destpêkê ve xwedî li vê bangê derketin. Hatina gel hev a jinan a di vê konferansê de û daxwaza avakirina li dora têkoşîna neteweyî û yekîtiya jinan bersiveke ji bo vê bangê ye jî."

Peyamên komxebatan 

Halîde Turkoglu da zanîn di roja duyem a konferansê de komxebat jî hatine lidarxistin û peyamên konferansê jî wiha anî ziman:"Di komxebatan de hat diyarkirin ku jin di siyaseta demokratîk de, di têkoşîna li dijî serdestiya mêran de divê bibin mijara sereke û roleke ku civakê diguherîne bilîzin. Hat gotin ji bo beşdarbûna jinan a di organên biryardanê yên di nav partî û parlamentoyê de divê bêtir têkoşîn bê dayîn. Her wiha jinan gotin ji bo rêxistinên xweser ên di guhertin û veguherînê de xwedî rol in, parlamenteriya jinan pir girîng e." 

Nûnertiya wekhev girîng e 

Halîde Turkoglu bal bir ser nûnertiya wekhev a di encamnameya konferansê de jî hatibû destnîşankirin û wiha pê de çû:"Her çiqas têkoşîna jinan ji bo azadî û wekheviyê li ser bingeha têkoşîna li dijî serdestiya mêran a di her qada jiyanê de be jî, guhertin û veguherîn dikare li cihê ku jin xwedî îrade bin, pêk were. Nûnertiya wekhev a jinan ji hêla polîtîkayên gihîştina wekhev a çavkaniyan, budçeyê, tenduristî, perwerde, çand û aboriyê ve girîng e. Ji bo hûndanina jiyaneke wekhev ev girîng û taybet e."

Yekîtiya jinan jêneger e

Halîde Turkoglu li ser girîngiya yekîtiya jinên kurd jî ev tişt anî ziman:"Ji ber sîstema kapîtalîst û polîtîkayên dewletên neteweyî, jin li her derê Kurdistanê bi êş û qirkirinê rû bi rû hatine hiştin û kuştina jinan dewam dike. Di vî warî de, girîng e ku parlamenterên jin ên Kurd di yekîtiya jinên Kurd de roleke pêşeng bilîzin. Divê ew kesên ku komkujiyên hevpar jiyane û ev bîranîn li cem wan heye di têkoşînê de bi hev re bin û bibin dengê hev. Yekîtiya jinan jêneger e. "

Li dij asîmîlasyonê têkoşîna hevpar 

Halîde Turkoglu da zanîn di konferansê de ew li ser mijara polîtîkayên asîmîlasyonê jî sekinîne û wiha dewam kir:"Bi polîtîkayên asîmîlasyonê ku polîtîkayeke netewe-dewletê ye, armanc ew bû ku zimanê Kurdî ji holê bê rakirin û nasname û çanda Kurdî bên înkarkirin. Ev polîtîkaya 100 sal in bi polîtîkayên şer re tê meşandin. Ji ber vê yekê jinên Kurd têkoşîna hevpar a ji bo ziman û çandê kirin. Ya girîng ew e ku li ser vê mijarê li Kurdistan û tevahiya Ewropayê em bi hev re bixebitin û têbikoşin."

Wê tora parlamenterên jin ava bibe 

Halîde Turkoglu bi lêv kir ku di encama konferansê de biryara avakirina toreke parlamenterên jin ên Kurd jî hatiye dayin û wiha got:"Di vî warî de, biryar hat dayîn ku toreke parlamenterên jin ên Kurd ji bo têkoşîn, hevgirtin û parvekirina domdar a ezmûnan û bicîhanîna biryarên konferansan were avakirin. Ev gaveke girîng bû da ku kar bi hev re were meşandin. Em ê hemû dengê hev bin, bi vî rengî jin dê di têkoşîna aştiyê û di avakirina civatek demokratîk de bibin mijara sereke."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.