ARAT ARARAT
Civaka Êzîdî li bajarê Löhne ya girêdayî bajarê Herford ê Elmanyayê festivala xwe ya çandê li darxist. Organîzasyona festivalê ji aliyê Navenda Êzidî, Sazîyên Civaka Êzîdî (NAV-YEK) û Sîvana Meclîsa Jinên Êzîdî (SMJÊ) hate organîzekirin.
Gelek sazî, partî, organîzasyon di festîvalê de amadebûn. Sazî û şexsîyetên Elman weke serokê şarederê Bajarê Löhne Bernd Poggemöller, Parlementerê Eyaletê NRW ya Partîya Kesk Benjamin Rauer, Serokê Partîya Kesk a bajarê Löhne Sike Welling, li ser navê bajarê Herfordê Wolfgang Günter, ji bajarê Bünde ji partiya SPD Frank Diembeck, li ser navê partîya çep ya bajarê Löhne Ulrich Adler, li ser navê partiya FDP ya bajarê Löhne Uwe Neuhaus tevlî festîvalê bûn û peyamên xwe yên piştgiriyê ya bi civaka Êzidî re parvekirin û kêfxweşiya xwe anîn ziman. Piştî rêzgirtinê li ser navê komîteya amadekar Hecî Çelîk bixêrhatina mivanan kir. Qada festîvalê bi rengên jiyana kevnar a Ezdayî hatibûn xemilandin. Ji bo zarokan jî cihekî lîstikê hatibû amade kirin. Di fetîvalê de hunermend bi mûzikên xwe, zarok bi koroyâ xwe, jin bi keda xwe cîh girtibûn.
Divê ciwan çanda xwe biparêzin
Ciwanê bi navê Zinar ê 16 salî ji bajarê Wesel tevlî festîvalê bibû li ser armanca tevlî bûna festivalê axivî û got:’’Ez ji bo parastina çanda xwe hatim festivalê. Berê qet me nizanîbû em çawa Êzîdî ne? Niha ez hîn bûm. Ji bo ez çanda xwe biparêzim tevlî karê çandê yê govendê bûm.“ Piştî Zinar hevalê wî Sîpan jî ji bajarê Dinslaken hatibû. Sîpan hinek rexne li civaka Êzîdî kir û got:’’Îro min dixwest gelek ciwan li vir amade bin. Ji ber nakokiyên nav civaka Êzîdî ciwan tevlî festivalên xwe yên çandê nabin. Ji bo wê ez xemgînîm. Em Kurd in, Kurdistanî ne. Ez Êzîdî me. Em dixwazin çanda xwe biparêzin û nişanî her kesî bidin. Bila ciwan canda xwe biparêzin.“
Êzidî dewlemendiyeke girîng in
Hevserokê NAV-YEKê Zerdeşt Gunay jî got:’’Em weke civaka Êzîdî ji welatê xwe dûr ketine. Ji ber wê em dixwazin li dîasporayê li çanda xwe xwedî derkevin, li ser piyan bihêlin. Ji bo paşeroja zarokên me divê ev çand bê parastin. Ji ber vê yekê em festîvala xwe lidar dixin.“ Serokê Akademîsyenên Êzîdîyan (GEHA) Ibrahim Kûş, serokê Ezdayî GmbH Decdal Dîşlî, li ser navê Êzîdîyên Eyaleta Niedersachsen Ilyas Yanç jî peyamên xwe yên kêfxweşiyê anîn ziman. Serokê şaredariyê ya bajarê Löhne Bernd Poggemöller di festîvalê de li pêş weneyê Mam Zekî Şengalî axaftinek kir û got:’’Em pir kêfxweş in ku civaka Êzidî li Löhne û derdora wê dijîn. Êzîdî ji bo bajarê me dewlemendiyeke pir hêja ne. Ev 10 salin em tev kar dikin. Ev 10 salin hûn Keleha Ulenburg a dîrokî diparêzin. Em spasiya xwe pêşkêşî we dikin. Li aliyê din divê em hêza xwe li hemberî nijadperestan bikin yek û tev kar bikin.’’ Oldarên civaka Êzîdî jî li qada festîvalê bi cil û bergên xwe yên qedîm cîhê xwe girtin. Silêman û Arîyan jî ji wan bûn. Herdu heval berîya deh salan ji bajarê Başîka yê Mûsilê hatine Elmanyayê û gotin:’’Em festîvalê pir baş dibînîn. Ji ber tev lî bûnê em kêfxweş in. Ji bo parastina baweriya Êzdayetiyê ev festîval girîng e.“ Hunermend û komên weke Zinar Sozdar, Îbo Qamişlo, Koma Rêwî, Hiseyîn Şaqulî, Kewê, Dîndar Efşîyo, Zarokên Celle, Koma Ciwanên Nûranî derketin ser dikê û hunerên xwe peşkêş kirin. Festîval heta derengiya rojê dewam kir.’’