Pasdaran du bira qetil kirin
Sêşem 13 Kanûn 2022 - 02:13
Li gorî çavkaniyeke herêmî, pêr bi şev li Gor Tiswê, li ser sînorê binarê Qendîlê, du birayên navên wan nehat zanîn, di dema anîna lawirên xwe de ketin kemîna pasdarên dewleta Îranê. Her du birayan jî di encama gulebarana hêzên Îranê de jiyana xwe ji dest da.
Heman çavkaniyê ragihand ku her du birayên ku bi gulebarana hêzên Îranê hatîne şehîdkirin, xelkê gundê Bêpalan ê binarê Qendîlê ne ku yek ji wan li Sengeser û yek jî li Çarqurne niştecih bûye.
Her wiha hat destnîşankirin ku her du bira pêşmerge bûn û niha cenazeyê her du birayan ji çiya anîne xwarê.
ROJNEWS/QENDÎL