- Çavdêrê siyasî yê Iraqî Elî Mûsewî got, Tirkiye bi rêya aliyên siyasî dest werdide kar û barê navxweyî yê Iraqê.
Çavdêrê siyasî yê Iraqî Elî Mûsewî got, Tirkiye bi rêya aliyên siyasî dest werdide kar û barê navxweyî yê Iraqê. Çavdêrê siyasî civînên bi Erdogan re weke metirsîdar bi nav kir û got; “Civînên metirsîdar in û bêdengiya li hemberî operasyon û sucên dewleta Tirk li Iraqê zêdetir dike.”
Serokê Parlamena Iraqê Mihemed Helbûsî û Serokê Hevpeymaniya Siyade ya Suniyan, Xemîs Xencer doh bi Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan û serokê îstîxbarata Tirk MÎT’ê Hakan Fîdan re li Stenbolê civiyan.
Li ser civînê, Ofîsa serokê parlamena Iraqê, Helbûsî daxuyaniyek da û got: “Roja Şemiyê Helbûsî û serokê hevpeymana Siyade Xemîs Xencer li Stenbolê bi serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û Hakan Fîdan re civiyane. Li ser têkiliyên aborî û bazirganî yên herdu welatan, li gel hevkariya koordîne û destekdayîna têkoşîna li dijî terorê ya Tirkiyê û dayîna agahiyên istîxbaratî agahî hatine parvekirin. Di civînê de Erdogan fermanên pêwîst ên têkildarî vê mijarê dane, her wiha hesankarî ji bo bidestxistina vîzeyê ya Iraqiyan jî hatiye nîqaşkirin.”
Çavdêrê siyasî yê Iraqî Elî Musewî got, wateya civîna Helbûsî û Xencer a bi Erdogan re, ew e ku alîkariya aborî û di dema bê de deriyên ji bo veberhênana Tirkiyê li Iraqê wê werin vekirin.
Çavdêrê siyasî Musewî ji Ajansa Nûçeyan a Roj (Rojnews) re peyivî û ragihand ku Tirkiye bi rêya wan aliyên siyasî, destwerdanê di kar û barê Iraqê de dike. Musewî ev gav, weke pêngavên metirsîdar bi nav kirin û got, dibe di demeke nêzîk de encamên hevdîtinan zelaltir bibin.
Musewî wekî din got; “Bêdengiya li hemberî operasyonan, sucên dewleta Tirk li Iraqê zêdetir dike. Tirkiye bernameya xwe li ser siyasetvanên Iraqê ferz dike. Divê li şûna civînan, behsa binpêkirinên dewleta Tirk ên li Iraqê hatiba kirin.”
Çima siyasetvanên Iraqê bi MÎT´ê re dicivin?
Serokê Parlamena Iraqê Mihemed Helbûsî û Serokê Hevpeymaniya Siyade ya Suniyan, Xemîs Xencer li gel Erdogan û musteşarê MÎT’a Tirk Hakan Fîdan civiyan. Civîna li Stenbolê li çapemeniyê girtî pêk hat.
Xemîs Xencer berî hevdîtina bi Erdogan re gotibû, “Em ji bo avakirina hikûmeteke pirranî ya nîştimanî tevlî zextan jî bi israr in. Li gorî min em li ser rêya rast in.”
Suniyên Iraqê piştî hilbijartinê bi rêya navbeynkariya PDK´ê Mesûd Barzanî li ser daxwaza dewleta Tirk hevpeyvanek pêk anîn û Helbûsî kirin namzetê Serokê Parlamentoya Iraqê.
Lê belê çima serokê parlamena welatekî tevî serokê partiyeke siyasî ya welatê xwe bi îstîxbarata welatekî din re bicive? Bersiva vê pirsê wê bi pêvajoya hilbijartina serokkomarê Iraqê û hikûmeta nû ya li Iraqê eşkere bibe. Axir heger di civînekê de berpirsên îstîxbarata Tirk di asta herî jor de beşdar dibin, ev yek pirraniya caran îşaret bi pîlanên li dijî Kurdan dike.
BEXDA