Parlamenterên Spanyayê destek da HDP'ê 

Nûçeyên Dîaspora

Şemî 22 Gulan 2021 - 03:08

Partiyên hevkarê hikûmeta PSOE ya Sosyalîst jî di nav de, komek ji parlamenteran, ji bo şermezarkirina zextên li ser HDP'ê pêşnûmabiryarek pêşkêş kir.

Partiyên Unidas Podemos, ERC, PNV, EH Bildu, JxCAT, Compromís, Más País, BNG û La CUP mohra xwe danîn binê pêşnûmayê.

Bi rengekî eşkere pişta HDP’ê bigire

Di pêşnûmeyê de hate gotin, "HDP ku sêyemîn partiya herî mezin a li Parlamena Tirkiyeyê ye û siyasetvanên wê yên hilbijartî dibin hedefa zext û dozên siyasî."

Parlamenteran ji Kongreya Spanyayê xwest ku li dijî 'zextên bi rêk û pêk' ên dewleta Tirk rabe û ji hikûmeta PSOE'yê jî xwest bi rengekî eşkere piştgiriyê bide HDP'ê û li ber binpêkirina mafên mirovan rabe.

Paşê daxuyaniyek dan çapemeniyê

Hin ji parlamenterên ku mohra xwe danîn binê pêşnûmayê li pêşiya parlamenê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Parlamenteran dovîzên li ser wan nivîsandî 'Piştevaniya bi HDP'ê re hildan.

MADRÎD

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.