Parlamenê doz li şair vekir

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 28 Çile 2021 - 00:55

Serokatiya Parlamena Herêma Kurdistanê li Başûr doz li şair û rapvan Helgurd Qehar vekir. Helgurd Qehar 2´yê Çile klîbek weşand ku tê de helbesta xwe dixwîne, bi rapê rexneyên dijwar li sîstema siyasî ya Başûr digire. Ji ber ku di klîba xwe de ew bi efektên dîjîtal agir bi parlamenê dixe, serokatiya parlamenê doz lê vekir. Sedema dozê jî piçûkxistin û sorkirina şidetê ye. 

Helgurd Qehar li Dihokê şairekî bi nav û deng e ku bi Kurmancî helbestên xwe dinivîse. Ev klîba wî  ji bo berhema wî ya bi navê “Xer bit“ hatiye çêkirin. Di klîbê de ew parlamenê û sîstema siyasî ya heyî weke “gendel” û sîstema “guhdirêjan/keran“ bi nav dike. 

Rejîm otorîter dibe

Ber bi dawiya klîbê ve jî bi efektên dîjîtal agir bi parlamenê tê xistin. Helgurd Qehar ji Middle East Eye re peyivî û got, ew qebûl dike ku dîmenê şewitandina parlamenê “şaşiyek” bûye û ji bo vê doza lênegirtinê kiriye. Lê belê serokatiya parlamenê nerm nebûye:“Serokatiya Parlamena Kurdistanê doz li min ve kir li dadgeha Dihokê. Ew min gunehbar dikin bi gotinên ne di cih de li dijî parlamenteran û sorkirina xelkê û vandalîzma li dijî saziyên hikûmetê.” 

Rojnamevan, çalakger û analîst Kemal Çomanî li ser hesabê xwe yê twitterê, vekirina dozê weke nîşana otorîterbûna rejîma siyasî ya Başûrê Kurdistanê şirove kir. Kemal Çomanî bi bîr dixe ku metn henekî ye, lê bi dijwarî rexneyan dike û ji ber wê vekirina dozê li şair, ew şok kiriye.

FRANKFURT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.