- Dadgeha Federal a Iraqê ev namzet jî, ji ber ku nîşandana namzet piştî ku mohlet biqede, ne qanûnî ye, red kir.
Piştî ku Dadgeha Federal a Iraqê namzetê PDK´ê yê serokkomariyê Hoşyar Zêbarî ji ber têkiliya wî bi gendeliyê re red kiribû, PDK´ê wezîrê karê Hundir ê hikûmeta xwe ya Hewlêrê Rêber Ehmed kiribû namzet. Dadgeha Federal a Iraqê ev namzet jî, ji ber ku nîşandana namzet piştî ku mohlet biqede, ne qanûnî ye, red kir.
Li ser vê tifaqa Iraqî ya PDK tê de, bi hewara wê ve hat.
Di encama dengdana li Parlamena Iraqê de bi 203 dengan hat qebûl kirin ku namzetên derengmayî karibin weke namzetê serokkomariya Iraqê bên nîşan dan. Di dengdanê de 265 parlamenter amade bûn. Bloka şîiyan a ji bilî Sedr -ê di tifaqa bi Helbûsî û PDK´ê de- heta niha xebatên parlamenê asê dikirin, lê di vê dengdanê de dev ji vê helwêsta xwe berdan.
Bi vî rengî, heger namzetê PDK´ê ji nû ve bê qebûlkirin, şensê hilbijartina namzetê YNK´ê Berhem Salih pirr kêm dibe.
BEXDA