Parlamen wê hilweşe

Duşem 13 Hezîran 2022 - 21:33

  • Parlamenterên Tevgera Sedr nameyên xwe yên îstifakirinê dan Serokê Parlemena Iraqê Mihemed Helbusî. 

Parlamenterên Tevgera Sedr nameyên xwe yên îstifakirinê dan Serokê Parlemena Iraqê Mihemed Helbusî. Helbûsî nameyên îstifaya bi komî ya parlementerên Tevgera Sedr pejirand. Namzetê serokwezîrtiya Iraqê jî xwe paş ve kêşa. Li gorî parlamenteran, Kazimî wê li ser erka xwe bimîne û sala bê jî hilbijartinên pêşwext yên Iraqê wê pêkwerin.

Piştî ku serokê parlamena Iraqê Helbûsî nameya îstifaya bi komî ya parlamenterên Tevgera Sedr pejirand, bi şandekê re berê xwe da Urdunê.

Tevgera Sedr di hilbijartina pêşwext a parlemena Iraqê ya di 10’ê Cotmeha 2021’an de bi 73 kursiyan bûbû partiya yekem. Sedir bi hevpeymana Sunî û PDK’ê re bûbû yek. Li hemberî vê, Çarçoveya Hemahengî ya Şîeyan jî xwedî hevpeyman bûn, lê ti aliyekî nekarî hikûmeta nû ava bike.

Namzetê Hevpeymana Rizgarî ya Nîştimanî Mihemed Cefer Sedr ji bo namzetiya serokwezîriya Iraqê hatibû diyarkirin. Mihemed Cefer li ser twiterê peyamek da û got; “Li ser daxwaza Muqteda El Sedr namzetiya min hate qebûlkirin. Lê niha lêborînê dixwazim û xwe vedikişim.”

Barzanî rêz ji Sedr re girt

Serokê Hevpeymana Siyade, Xemîs Xencer derbarê îstîfakirina parlamenterên Tevgera Sedr de daxuyaniyek da û got; “Ez bi Muqteda Sedir re axivîm, di peywendiya me de hate gotin ku çareserkirina xeta sîstema siyasî, pêwîstiyek nîştimanî ye û guftugoya me ya ji bo em bigihin encamekê wê dewam bike.”

Serokê PDK’ê Mesud Barzanî jî piştî îstîfaya parlamenterên Sedr peyamek belav kir û got; “Em rêzê li biryara Muqteda El Sedr digrin.”

Bi Sedr nebû Bê Sedr jî nabe

Edîtorê Rojnameya Fermî ya Iraqê Ehmed Ebid Hisên di nivîseke xwe de got, Hikûmeta Iraqê bê Tevgera Sedr wê bikeve bin gefa Sedran.

Ehmed dibêje, taybetî hikûmeteke bê Sedr, wê bibe sedema egera liv û tevgera kolanan ya dijî wê hikûmetê.

Di dewama nivîsa Ehmed de tê gotin; “Li gorî min, Sedr ji bo bidestxistina pirraniyê di nava amadekariyan de ye.”

Parlamenterê berê yê Iraqê Mişan Ciburî jî di nivîseke xwe de dibêje, “Li gorî min piştî vekişîna Sedr, wê hikûmeta niha ya Iraqê bi serokatiya Mistefa Kazimî bimîne û parlamento jî wê xwe hilweşîne. Piştî parlamento hilweşiya, wê sala bê hilbijartina pêşwext pêk were.”

Endamê parlamena Iraqê yê li ser fraksiyona YNK’ê Kawe Mehmûd jî di nivîseke xwe de dibêje, heger hikûmeteke bê Sedr pêk were, wê çekên di destê Sedr de neyên wergirtin û kolanên Iraqê germtir bibin. 

ROJNEWS/BEXDA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.