- Li Iraqê ji hilbijartinên Cotmeha 2021'ê û vir ve hîna Serokkomar û Serokwezîrê nû nehatine tayînkirin.
Bi hezaran alîgirên lîderê Şîî, Muqteda el-Sedr roja şemiyê careke din ketin avahiya parlamena Iraqê li Bexdayê û diyar kirin ku heta fermaneke nû ya Muqteda el-Sedr, ew ê li parlamenê bimînin.
Li Iraqê ji hilbijartinên Cotmeha 2021'ê û vir ve hîna Serokkomar û Serokwezîrê nû nehatine tayînkirin.
Tevgera Sedr ji bo zexteke mezin li hevrikên xwe bike, dest bi kampanyayê kir. Sedr namzetê hevrikên xwe yê ji bo serokwezîrtiyê red kir.
Li Iraqê ku rewşeke siyasî ya xitimî heye, xwepêşanderên bi portreyên Sedr û sembolên olî, şemiya bihurî bi "nîşana serketinê" ketin hundirê avahiya parlamenê.
Roja Çarşemê jî ji bo demeke kurt wan avahiya parlamenê dagir kiribû.
Li gorî daxuyaniya kurt a tevgera Sedr, "çalakiya rûniştinê ya li parlamenê" wê heta "fermaneke nû dewam bike."
Serokê Parlamenê mûhammed el Helbûsî jî got, "Heta fermaneke nû, rûniştinên parlamenê hemû hatine betalkirin" û bang li xwepêşanderan kir da ku "malê dewletê biparêzin."
Çalakger namzetiya Muhemmed Şîa El-Sûdanî ya ji bo serokwezîrtiyê red dikin ji ber ku wî nêzî hikûmeta berê ya Nûrî el-Malîkî dibînin.
BEXDA