Parka Dayê Erzan

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 1 Tebax 2024 - 00:15

Şaredariya Gel a Xanesorê li Geliyê Kersê di bin quntara çiyayan de li cihê ku roja fermana 3’ê Tebaxa 2014’an Dayê Erzan li dijî çeteyên DAIŞ’ê li ber xwe daye û hatiye qetilkirin, parkek bi navê Dayê Erzan dide çêkirin. Çêkirina parkê hê jî didome. Di parkê de pirtûkxane, hewz, cihê ku zarok bikaribin lê bilîzîn û hwd. tên çêkirin. Têkildarî çêkirina parkê endamên jin ên şaredariyê axivîn û diyar kirin ku wê bi vî rengî Dayê Erzan wê tu carî neyê jibîrkirin. Endama şaredariyê Marya Şingalî diyar kir ku park li ser navê Dayê Erzan û jinên ku di fermanê de hatine qetilkirin, tê çêkirin û got:“Me xwest bibe remza jinên êzidî ku hatine qetilkirin. Roja fermanê me hemû berê xwe da çiyayan. 7 rojan li çiyayan man, gelek zehmet bû, ne xwarin hebû ne jî av. Zarok ji ber tîbûnê digiriyan û av ji dayika  xwe dixwestin. Dayika wan jî ji ber av nebû bide zarokan dilê wan hîn zêdetir diêşiyan. Ji ber vê yekê me parkê nêzî çiyê çêkir. Çiya cihên starê ne.” Endameke din a şaredariyê Felek Xanesor jî da zanîn ku çêkirina parkekê li ser navê Dayê Erzan cihê kêfxweşiyê ye û got:“Divê dayikeke me yê wisa tu  carî neyê jibîrkirin. Bi saya vê parkê wê Dayê Erzan û berxwedana wê her di nav me de be û neyê jibîrkirin.”

Endama şaredariyê Neda Borik jî got:“Di dema fermanê de peyvek Dayê Erzan hebû, digot ‘Ez ji axa Şengalê dernakevim, ger ji Şengalê derkevim ez ê ji ezdiyatiyê derkevim’, ev gotin tu carî neyê jibîrkirin. Em hêz ji vê gotinê digirin. Em vê parkê bi piştgiriya Weqfa Hêvî û Aştiyê didin çêkirin. Ji bo piştgiriyê em spasiya xwe ji weqfê re dikin. Cihê kêfxweşiyê ye ku em li ser navê jin kar û xebat li ser axa xwe didin meşandin. Daxwaziya me ji ciwanên êzidiyan ew e ku xwe dûrî axa Şengalê û çiyayan nebin. Em bi çiyayê Şengalê bihêz in.”

NÛJINHA/HÊVÎDAR ŞENGALÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.