Parîs ji çanda Kurdî re amade ye

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 24 Nîsan 2023 - 05:35

  • Festîvala Çanda Kurd a Parîsê ku hewl dide çand û rêûresmên Kurdî bide naskirin di Gulana 2023’an de cara duyem tê lidarxistin. Festîval weke par, îsal jî bi bernameyeke têr û tije hewl dide bala xelkê bibe ser çanda Kurdan.

Festîvala Çanda Kurd a Parîsê, bi hevkariya Konseya Kurdan a Demokratîk a Fransayê (CDK-F), Înstîtuya Fikr û Lêkolînên li ser Kurdistanê (IREK), Komeleya Çand û Huner a Kurdistanê (ACK) û Weqfa Danielle Mitterrandê, cara duyem e ku wê li Fransayê were lidarxistin. Bajarê Parîsê, şaredariya semta 10’an a Parîsê û her wiha şaredariyên Bobigny û Sarcellesê jî piştevaniya festîvalê dikin. 

Festîvala Çanda Kurd a Parîsê dê di navbera 6 û 12´ê Gulana 2023’yan de dê were organîzekirin. Di serî de li Parîsê û bajarên din ên Île-de France belav bibe. Ev festîval ji bo çanda Kurdan biparêzê û nehêle mîrateya çanda Kurdî winda bibe, tê lidarxistin. Her wiha sazî û komele hewl didin bi rêya festîvalê çanda Kurdan baştir bidin nasîn.

Naveroka Festîvala Çanda Kurd a Parîsê îsal jî weke par têr û tije ye. Di çarçoveya festîvalê de dê performansên hunerî, pêşangehên xwarinê, nîşandanên filman, hevpeyvîn û atolyeyên zarokan werin lidarxistin. Ji bo zarokên piçûk jî dê çîrok û çîrvanokên Kurdî werin xwendin û ji bo zorokên piçûk van çîrokan nas bikin, atolyeyek jî wê were lidarxistin. Roja dawî ya festîvalê jî dê konser werin lidarxistin û stranbêjên navdar ên Kurd derkevin ser dikê. 

Bernameya Festîvala Çanda Kurd a Parîsê ku dê Gulana 2023’yan de were lidarxistin wiha ye;

 

6’ê Gulanê

Saet 13:00´an, ji 16 rue d'Enghien (Navenda Çandê ya Ahmet Kaya) heta ber deriye şaredariya Parîsê ya semta 10’an meşeke folklorî wê were lidarxistin. Di meşê de dê stran werin gotin û xelk govendê bigire. Kesên beşdarî meşê dibin dê bi cilûbergên Kurdî  tevlî meşê bibin û bi wan cilan li kolanan bimeşin. Ji xelkê hat xwestin ku bi cilûbergên Kurdî tevlî festîvalê bibin.

Saet 15:00´an merasîma vekirina festîvalê dê li ber avahiya Şaredariya Semta 10’an a Parîsê pêk were. Muzîkjen Meral Alkan û Ulaş Kelaşîn dê stranên xwe bibêjin. Êvarê jî bernameya govendê wê hebe û her wiha şano jî werin nîşandan.

 

7’ê Gulanê

Saet 12:00´an di roja duyem a festîvalê de jî dê taştêyeke Kurdistanî were hazirkirin û xwarinên Kurdan werin nasandin. Nexasim jî ji bo kesên biyanî ku tevlî festîvalê dibin, mazûrvaniya Kurdan wê were nîşandan û xwarinên bi çêj ên Kurdistanî tehm bikin. Taştê wê li Navenda Çanda Kurdî ya Ahmet Kaya were hazirkirin.

 

8’ê Gulanê

Di roja 3’an ya festîvalê de jî şanoya Bajêr a Amedê dê lîstika xwe “Tartuffe” ya Moliere derxe ser dikê.  Şano dê li hola li jêr bê nîşandan:

Salle André Malraux 

29 rue Taillepied

95200 Sarcelles

 

Ji bo peydakirina bilêtan jî navnîşan ev in; 

CDK-Paris, 16 rue d'Enghien, 75010 Paris

CDK- Arnouville, 11 rue Jean Jaurès 95400 Arnouville

Franco Kürt Demokratik Merkezi-93 (174 Avenue Henrie barbusse 93700 Drancy)

 

9’ê Gulanê

Saet 19:00´an li banliyoya Parîsê Bobingyê, danê êvarê bernameya xwarin û muzîkê wê hebe. Dema bû şev dengbêj û stranbêjên Kurd wê derkevin ser dikê û stranan bibêjin.

Navnîşana cihê çalakiyan lin jêr e:

Salle Pablo Neruda

31 Avenue du President Salvador Allende

93000 Bobigny

10’ê Gulanê

Saet 11:00´an li CDK-Parîsê ji bo piçûkan çalakiyek wê li dar bikeve. Di van çalakiyan de zarokên piçûk ên Kurd wê fêrî lîstikên gelerî bibin û înstrûmanên muzîkê kifş bikin. Atolyeyek jî wê were lidarxistin û zarok bi saya van atolyeyan li çîrokên Kurdî wê guhdarî bikin. Di atolyeyê de her wiha cihê lîstikê jî dê hebe. Wekî din, ji bo zarokan wê film jî werin nîşandan û ji bo afirîneriya wan xurt bibe çalakiyên cûr bi cûr jî wê werin lidarxistin.

Saet 19:00´an belgefilma “Darên bi tenê” ya bi derhêneriya Şêro Hindê, dê were nîşandan. Belgefilma “Darên bi tenê” behsa dengbêjên Kurd, Ereb û Suryan dike. Belgefilm li Rojavayê Kurdistanê hatiye çêkirin. 

Belgefilm wê li Navenda Çanda Kurd ango “16 rue d'Enghien, 75010 Paris” were nîşandan. 

 

11’ê Gulanê

Saet 19:00´an li Pirtûkxaneya  Françoise Sagan dê pêşangeha bi navê “Jin jiyan azadî” were lidarxistin. Di pêşangehê de dê xebatên şêwekar Aslı Filiz, Sarya Kaya û Soniya Ahmed werin nîşandan. Di nav xebatên şêwekarên jin de resm û fotograf hene. Resm û fotografên ku tên nîşandan behsa berxwedana jinên Kurd û rola wan ya di çanda Kurdî de dikin.

Navnîşana pêşangehê li jêr e:

Médiathèque Françoise Sagan

8 rue Léon Schwartzenberg 

75010 PARIS