Parêzer fêrî Kurdî dibin

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 4 Mijdar 2021 - 01:16

Komîsyona Ziman a Kurdî ya Baroya Wanê, ji bo parêzeran kursa Kurdî da destpêkirin. 110 parêzer tevlî kursê bûne û li baroyê li 3 sinifên cuda tên perwerdekirin. Nivîskarê ferhenga hiqûqê ya Kurdî Sebir Ebdûlahîzad, heftê du rojan dersê dide. Kurs, dê salekê dewam bike. 

Ji bo parastina heq Kurdî divê 

Ebdûlahîzad got, parêzer bi kela can û kêfxweşiyeke mezin tevlî kursê bûne. Ebdûlahîzad anî ziman ku di warê hiqûqê de pêdivî bi perwerdehiya Kurdî heye û divê parêzer di vî warî de xwe bi pêş bixin. Ebdûlahîzad got, ji bo parastina heqiyê, ewilî divê mirov bi zimanê gel zanibe û ji bo parêzer muwekîlên xwe baş fêm bikin, pêdivî bi pewerdehiyeke bi vî rengî heye. 

Dê hejmar zêde bibe

Endamê Desteya Rêvebir a Baroya Wanê, Kadîr Kûtevî jî da zanîn ku hê jî gelek parêzer ji bo perwerdehiyê miracaet dikin û heta niha 110 parêzer tevlî kursê bûne, lê ev hejmar dê zêde bibe. Kûtevî got, bi saya perwerdehiyê kesên bi Kurdî nizanin jî wê hînî Kurdî bibin, yên zanin jî dê hem xwe bi pêş bixin hem jî zimanê hiqûqê hîn bibin û ji bo biçin dersên Kurdî wî bang li parêzeran kir. 

MA/WAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.