Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir ku welatparêzê Kurd Huseyîn Tûrelî êvara 17'ê Nîsanê li Dihokê bi destê MÎT'ê û piştgiriya Parastinê hatiye şehîdkirin.
KCK'ê got, “Heger PDK û Parastin piştgiriyê nedin, MÎT nikare pêyê xwe biavêje Başûrê Kurdistanê û ne jî li nava bajaran li ber sedan kamerayan wê nikaribe welatparêzan qetil bike.”
KCK’ê bi bîr xist ku “Huseyîn Tûrelî berê jî li Duhokê rastî êrişa çekdarî hatibû. Ji ber ku cara duyemîn rastî êrişê hat û ev yek nîşan dide ku qetilkirina Huseyîn Tûrelî biryara dawî ya dewleta Tirk û MÎT'ê ye û ev êriş bi piştgiriya Parastinê pêk hatiye. Hevkarî û piştgiriya Parastin di hemû sûîqest û qetlîamên ku MÎT’ê li Başûre Kurdistanê pêk tîne, bi awayekî eşkere tê dîtin. Rêxistina Parastinê welatparêzên ku ji ber sedemên siyasî diçin Başurê Kurdistanê destgîr dike û gefan li wan dixwe, dixwaze wan bike sîxur û bi awayekî eşkere dibêje, heke hûn dev ji welatparêziya xwe bernedin, hûn ê nikaribin bijîn. PDK bi vî rengî nêzî welatparêzên ji zilma AKP-MHP’ê rizgar bûyî dibe, ji bo ku MÎT van welatparêzan qetil bike jî piştgiriyê dide. Heke ne bi piştgiriya PDK û Parastinê be, MÎT nikare pêyê xwe biavêje Başûrê Kurdistanê û ne jî li nava bajaran li ber sedan kamerayan wê nikaribe welatparêzan qetil bike. Bêguman raya giştî û gelê Kurd zane û dibîne ku PDK li ku derê disekine û çi dike.
PDK li Bakurê Kurdistanê jî ji bo kontrayên tetîkkêş ên dewleta Tirk a mêtinger qirker ên AKP-MHP'ê di hilbijartinan de bi ser bikevin dixebite, bang li hin kesên ji Bakurê Kurdistanê dike, bi wan re hevdîtinê dike, ji wan dixwaze ku di hilbijartinan de piştgiriyê bidin AKP-MHP'ê, piştgiriyê bidin şefê faşîst ê dijminê Kurdan Tayyîp Erdogan. Gelê Kurd ê welatparêz van kiryarên PDK'ê baş zane û dişopîne.
Em, êrişa li dijî Huseyîn Turelî şermezar dikin. Ev êriş mîna êrişên beriya niha ji aliyê MÎT'ê ve bi piştgiriya Parastinê hatiye kirin. Gelê Kurdistanê yê welatparêz û saziyên welatparêz demokratîk divê xwedî li Huseyîn Turelî derkevin û li dijî yên êriş kirine û hevkarên wan, bi rengekî xurt nerazîbûnê nîşan bidin."
BEHDÎNAN