Paradîgma hebûnê ziman e

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 15 Gulan 2023 - 05:14

  • “Dema hebûnek hebe û rûmetek jê re tine be, ew bixwe hebûneke kêm, qels û seqet e. Ew jî ji nebûnê çêtir nîne. Ji ber vê yekê em dibêjin paradîgmaya bingehîn a hebûnê, ziman e.”

MIHEME PORGEBOL/AMED

 

Îro 91. salvegera weşandina hejmara yekê ya Kovara Hawarê ye. Herwiha 15´ê Gulanê ji sala 2006´an ve weke Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin. Em jî li ser vê yekê bi hevserokê PENa Kurd Omer Fîdan re axivîn. Fîdan ji me re behsa têkiliya ziman û hebûnê, êrişên li dijî Kurdî û çarenûsa pirsgirêkên derbarê ziman de kir. 

 

Çima pêdiviya Kurdan bi cejneke ziman hebû?

Ziman bingehê hebûnê ye. Hişiyariya ji bo ziman, xwedîderketina li ziman pêngaveke gelekî xurt e. Yan jî em bibêjin, bi ziman destpêkirina kar li gorî min pêngaveke pirr xurt e ku xebateke li ser vî hîmê bingehîn teqez wê bigihîje serketinê. Ji ber vê yekê em xebata li ser hîmê bingehîn, weke cejnekê; rizgariya Kurdan, xelasiya Kurdan, azadiya Kurdan dibînin. Sala 2006’an ev roj weke cejna zimanê Kurdî hat daxuyandin û TZP pêşengiya vî karî kir. Ez bi xwe jî di nava TZP´ê de bûm. Ji ber ku kela canê me wek rojên cejnê û pîrozbahiyê rabû, bi awayekî xwezayî weke cejnekê hat binavkirin. Tu îtiraz jî li hember vî navî çênebû. Tê zanîn ku sala 1932´yan de Kovara Hawarê derket. Di navbera salên 32 û 43’yan de derdiket û cara yekem alfabeya latînî ya em îro bi kar tînin ji aliyê Celalet Elî Bedirxan ve hat bikaranîn. Di vê kovarê de ji bilî Celadet gelek kesên wek Rewşen Bedirxan, Kamuran Bedirxan, Osman Sebrî, Qedrîcan û wekî din nivîsîbûn û hatibûn gel hev. Mînakên pêşîn ên wêjeya nûjen di vê kovarê de hatin weşandin. Ji ber vê yekê weke bingehekî xurt, weke bingehekî teqez ev roj hat diyarkirin û bi vî avayî weke cejnekê tê pîroz kirin.

 

Heta bi weşana Kovara Hawarê rewşa Kurdî di warê nivîs û wêjeyê de çawa bû? 

Em behsa serdemekê dikin ku li çar aliyê cîhanê şerên giran hebûn. Şerê Cîhanê ê Yekemîn qediyabû, lê bandorên wê bi her awayî dewam dikirin. Êdî li Rojhilata Navîn netewe dewlet ava bûbûn û gelek nexşe guherîbûn. Di rewşeke wisa de ev kovar derket. Ji bo xurtkirina têkiliyên bi Ewrûpa û cîhanê re yan jî ji bo bêhtir nasîna wan, kovarê wisa peywir girtibû. Xwediyê biryaran ew bûn û alfabeya Latînî bi kar dianîn. Bê guman beriya wê di wêjeya Kurdî de alfabeya Aramî hatiye bi kar anîn. Ev alfabe ji aliyê gelek rewşenbîrên me ve jî dihat bikaranîn. Lê di sala 1928´an de li Tirkiyê, ku Bakurê Kurdistanê jî di nav de ye û herî zêde Kurd li vir tên zanîn, şoreşa ziman çêdibe. Ji ber ku Celalet Elî Bedirxan [her wiha Celadet Alî Bedirxan] bi taybetî dixwaze ku têkiliyên bi Ewrûpayê re deyne. Ev jî daxwazeke normal e, ji ber ku xwedî biryar ew bûn. Ji ber ku wê çaxê rêjeya nivîs û xwendinê wek hemû gelên heremê, di nava Kurdan de jî zêde nîn bû. Îca, alfabeya Latînî tiştekî gelek xerîb dihat ku Celadet Elî Bedirxan dixwest di nava Kurdan de belav bike. Ev bi xwe jî şoreşeke gelekî mezin e, guherîneke gelekî mezin e.

 

Wek klîşeyek; çima devok, zarava û telaffûzên di Kurdî de gelek in?

Dema ku komek mirovên ku bi zimanekî diaxivin parçe bibin, ji hev dûr bikevin, têkiliyên wan qut bibin, jiyana wan jî vediguhere. Heger erdnîgariya wan biguhere, di zimanê wan de jî guherîn çêdibin. Devokên cuda derdikevin holê. Hinkî bêhtir ew qutbûn çebibe devok dibin zarava û ew qutbûna têkiliyan dibe sedema ku zarava jî ji hev qut bibin, cuda cuda bibin. Bêguman ji ber ku Kurdistan erdnîgariyeke berfireh e di jiyana Kurdan de jî gelek normal e ku devok û zarava hebin. Lê ew sînorê ku di nava Kurdan de hatine afirandin bi taybetî kirine ku ev qutbûn zêde bibe. sermeselê; heger di salên dawî de hişyarbûna Kurda çênebûna, têkiliyên nava Kurdan zêde nebûna, di nava demeke kin de îhtimal bû Kurmancî û Soranî jî her yek weke zimanekî cuda bihatana nasandin û ji hev qut bûbûna. Ev jî bêguman bi her awayî bi rewşa siyasî ve girêdayî ye. Ji ber ku sînorên heyî têkiliyên navbera Kurdan bi  awayekî teqez qut dikin. 

 

Heidegger dibêje “ziman mala/xaniyê hebûnê ye.” Di têkoşîna hebûnê ya gelê Kurd de ziman bi roleke çawa rabû û radibe?

Berê jî min got, bingehê yekgirtinê ziman e. Ji ber wê yekê ziman; mala hebûnê ye. Yanî heger tu zimanê xwe neparêzî, tu xwedî li zimanê xwe dernekevî axa te jî hebe, serbestiya te jî hebe ew ê ew tiştê heyî ne tu bî. Yan jî tu yê ne temam bî. Ew ê nasnameyeka xurt a wî tiştî tinebe. 

 

Yanî wî çaxî, mirov di nav welatê xwe de dibe penaber…

Li gorî min wî çaxî welatekî mirov çêdibe, lê heger mirov tinebe, ti wateya wî welatî jî tine ye. Heger Kurdek li cihekî hebe di serî de gere bi zimanê xwe hebe. Dema ku zimanê Kurdan tinebe, ew erdnigariya ku lê dijî nabe welatê Kurdan. Ziman ne tenê çend peyv in. Em ji ziman re dibêjin, dergûşa çandê. Dema em ziman pênase dikin, em dibêjin nîşaneya hebûnê ye, em dibêjin “zimanê me hebûna me ye, zimanê me rûmeta me ye.” Dema hebûnek hebe û rûmetek jê re tine be, ew bixwe hebûneke kêm, qels û seqet e. Ew jî ji nebûnê çêtir nîne. Ji ber vê yekê em dibêjin paradîgmaya bingehîn a hebûnê, ziman e. 

 

Îro roj, têkiliyeke çawa di navber hebûn û destketiyên gelê Kurd li aliyekî û li aliyê din jî asta hebûn û destkeftiyên Kurdî de heye?

Dema ku mirov xebateke rizgariyê, dozeke hebûnê biajo, divê mirov bi xwebûna xwe têkoşînê bidomîne. Ji ber wê yekê her xebata ku ji bo Kurdî, ji bo Kurdan û ji bo Kurdistanê tê kirin li gorî min teqez gere bi zimanê Kurdan be. Ji bo ku ev xebat li ser bingehekî xurt rûne. Ji ber ku mesela ziman, tene ne mesela peyv û dengan e, yan jî ne mesela danîna têkiliyan û mesela ragihandinê ye. Ziman di heman demê de teşe dide awayê canê mirovan, awayê fikirîna mirovan. Dema ku mirov bi zimanê xwe bijî, fikrên ku mirov diafirîne, yanê gava ew mejiyê mirov ê rût diafirîne ew fikir dibe fikrek xwereng û xweser. Kurd jî bi vî avayî dikarin jiyana xwe xwereng û xweser biparêzin û ewle bikin. 

Têkoşîna asta ziman niha hatiye heta cihekî. Lê neyarên Kurdan dixwazin ku Kurd Kurdbûna xwe ji bîr bikin. 

 

Malxerabî ye…

Erê, mala mirovan xera dibe. Te dît Kurd ji hev re dibêjin “mala te ava.” Çi gotineke xweş e. Ji xwe weke Heidegger jî gotiye, maleke te, zimanekî te tinebe, jiyaneke te jî wê tunebe. 

 

Ji îro pê ve kî dikare çi bike ji bo ziman? 

Niha li gorî min divê mirov di bin serenavan de van tespît bike. Piştre teşxîsa xwe deyne. Jê û pê ve, gere mirov li çareyekê bigere. Ewilî, divê pirsgerêkên serdest derdixin pêşiya Kurdan û êrişên serdestan û mêtîngeran ên li dijî Kurdan û Kurdî, bi awayekî xweş bên xwendin. Û divê mirov bi hişmediyeke xurt li çareseriyê bigere. Ya din jî; pirsgirêkên navxweyî ên aktorên civaka sivîl hene. Pirsgirêkên navxweyî yên Kurdan hene. Pêşiyê divê mirov teşxîsa wan jî bike, paşê meriv li reyên çareseriyê bigere. Di vê çarçovê de ez dixwazim li ser polîtîzasyona ziman bisekinim. Ziman bêhtir têgeheke têkildarî hebûn, ragihandin û çandê ye. Lê herçî Kurdî ye, dewlet tevahiya bûyerê vediguherîne pirsgirêkeke polîtîk. Bi vî awayî jî helwêsta xwe hem ji bo xîtaba hestên girseyeke nijadperest û netewperest bi kar tîne hem jî rewşên têkildarî Kurdî îllegalîze dike û bi vî awayî astengkirina mafan didomîne. Krîmînalîzasyon pirsgirêkeke pirr mezin e. Ew jî girêdayî helwêsta meydana civakî û polîtîk e. Di jiyana rojane da bikaranîna Kurdî dibe sedema êrişan. Dewlet jî Kurdî polîtîze dike û li hemberî van êrişan, polîtîkayên bêcezahiştinê dimeşîne. Wekî din marjînalîzasyoneke mezin heye. Bêpirestîjkirin heye. 

 

De naxwe, çareserî çi ye?

Beriya her tiştî divê reformên siyasî bên kirin. Serdest û mêhtînger van pirsgirêkan diafirînin, lê divê em jî li ser pirsa “em dikarin çi bikin?” bifikirin. Bi çend gavên piçûk û bingehîn ev rewş dikare bi awayê erênî veguhere. Sermeselê, divê Kurdî wek zimanê fermî bê pejirandin. Hingê, hema bêje tevahiyên van pirsgirêkan wê çareser bibin. 

Wekî din, nabe ku cudakirina ziman û çandê bê pejirandin. Ev mesele gelekî girîng e. Divê piştgiriya saziyên têkildarî Kurdî bi awayekî polîtikayeke neteweyî bê kirin û xebatên wan bên xurtkirin. 

Divê zimanê siyasete bi Kurdî be. Divê siyasetvanên Kurd, partî, sazî û dezgehên doza Kurdî û mafê Kurda, bi awayekî defacto hemû xebatên xwe qet nebe bi awayekî duzimanî bikin. Dema ez dibêjim duzimanî, qesta min ne zimanê dewleta serdest e. Gelek zaravayên Kurdî hene û ez jî behsa wan dikim. Divê hewleke bi vî rengî hebe. 

Polîtîkayên ziman bi awayekî bingehîn bên afirandin. Divê ziman wek diyardeyeke çandî û hunerî di çarçoveyeke berfirehtir de bê nirxandin. 

Ji bo aktorên civaka sivîl jî mirov dikare gelek pêşniyazan bike. Sermeselê, divê di navbera wan de koordînasyoneke xurt hebe, hevkariya hev bikin. Dîsa zêdekirina çavkaniyan û bikaranîna teknolojiye girîng e. Mirov dikare bi van gavên piçûk bandora xwe û bandora xebatên xwe zêdetir bike. 

Li gorî min tişta herî girîng ew e ku xebatên şiyarkirina civakê bên kirin. Dema ku tevahiya civakê bi girîngiya ziman û çandê zanibe, jixwe ziman û çand malê gel e, ew ê bêhtir lê xwedî derkevin. Hingê ew civak hem bi pêş dikeve, hem xurt dibe, hem jî nemir dibe. Ti kes nikare li hemberî daxwazên civakeke wisa bisekine. 

Wekî din, dezgehên çapemenî û weşanê divê bêne xurtkirin. Bi dezgehên çapemenî û weşanê peywira perwerdehiya neteweyî dikare bi cih were. Ji bo standardkirina ziman, ji bo dihevgihîştina Kurdan, çapemenî û weşan gelekî girîng in. Lê weke dirûşmeyekê, ez dikarim bibêjim, ziman hîmê bingehîn ê hebûna Kurdan e. Banê tevahiya Kurdistanê ye. Ji bo vê yeke divê Kurd xwedî li zimanê xwe derkevin. Xwedîderketina li vî zimanî xwedîderketina li hebûna xwe ye. Xwedîderketina li hebûna xwe jî bi xwebûnê pêk tê. Divê weke şertekî pêşîn ê îmana li vê cîhanê bibînin û ji bo rizgariya xwe xwedî li zimanê xwe derkevin. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.