Papa berhemên dîrokî li Yewnanîstanê vegerandin

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 9 Çile 2023 - 03:13

Papa Francis da zanîn ku ew ê weke Vatîkanê, sê berhemên dîrokî yên beriya 2500 salan hatine çêkirin li Yewnanîstanê vegerîne. Ev berhemên ku li Yewnanîstanê bêne vegerandin, parçeyên Parthenonê ya li Akropolîsê temsîl dikin û piştî ew li welatê xwe vegeriyan, dê parçeyên kêm yên Parthenonê temam bikin. Ev nêzîkatiya Papa, nîşan dide ku dewletên rojavayî hin berhemên dîrokî li cihên wan yên eseh vedigerînin û bi vê yekê gavên dîrokî davêjin. Ji lewma gelek ji van berheman di dema şer yan jî dagirkirina welatekî de weke xenîmet hatine bidestxistin û paşê jî van dewletên rojavayî ew kirine malê xwe û li muzeyên xwe nîşanî xelkê dane.

Di nava wan berheman de yên ku Papa Francis li Yewnanîstanê vedigerîne, parçeyên peyker û rolyefan hene yên ku serê zarokekî, serê hespekî û serê mirovekî bi rih nîşan didin. Ev her sê parçeyên dîrokî jî ji bo pîrozbûna xwedawend “Athena” hatine çêkirin. 

Wezareta Çandê ya Yewnanîstanê helwêsta Papa Francis ya di vî warî de bi qîmet dît û her wiha wan bang li “British Museum” jî kir da ku ew jî berhemên dizîne û niha li muzeyên xwe nîşan dide, li cihê cih yanî li Yewnanîstanê vegerîne. Ji lewre gelek peyker û mermerên ku Parthenonê temam dikin, di sedsala 19’an de, ji hêla Ingilîzan ve hatine dizîn û bi awayekî şaş wan weke “Mermerên Elgîn” li muzeyên xwe didin nasîn. Lê di rastiyê de ew mermerên Yewnanîstanê ne û Parthenonê temam dikin. Yanî Parthenona Akropolîs niha bêyî van parçeyan, kêm û nîvco ye.

VATÎKAN

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.