Li bajarê Efrînê panzêreke dewleta Tirk pê li du zarokan kir. Di encamê de zarokek hate qetilkirin û yê din jî birîndar bû.
Çavkaniyên xwecihî ji bajarê Efrînê ya dagirkirî ji ANHA’yê re ragihand ku panzêreke artêşa Tirk li Cindirêsê pê li du zarokan kiriye. Zarokekî jiyana xwe ji dest daye û yê din jî birîndar bûye.
Her wiha çavkaniyan diyar kir ku her du zarokan li ser motorsîklêtekê bûn, panzêr jî piştî pê li wan kir nesekinî.
EFRÎN