Panela ‘Wêje û Zindan’ li Amedê

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 15 Mijdar 2022 - 04:18

Komeleya Wêjekarên Kurd û Pena Kurd, têkildarî roja nivîskarên di girtîgehê de bernameyek li dar xist. Di bernemayê de bi moderatoriya Salîha Ayata, nivîskar Firat Can û Feysel Ozdemîr li ser mijara "wêje û zindan" axivîn. Bername, bi tevlibûna nivîskar û wêjehezên Amedê pêk hat. 

Destpêkê, Hevseroka Komeleyê Sûltan Yaray û Hevserokê Pena Kurd Omer Fîdan bixêrhatina mêvanan kirin û bal birin ser piştevaniya nivîskarên girtî: “Pêwîst e em pirtûkên nivîskarên di hepsan de li her derê bidin nasîn û belav bikin.”

Piştre moderator Salîha Ayata got; “Zindan, ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo wêjeya cîhanê jî her tim bûye warekî afirîneriyê. Dema mijar bibe berxwedana gelê Kurd jî zêdetir mijara zindanê rojevê dagir dike. Ji ber ku di van 40 salên dawî de ji ber ku wan tenê nivîsandiye hatine girtin. Ji ber vê yekê jî zindanên li Kurdistan û Tirkiyeyê bûne warekî afirîneriyê.”

 

Nivîskarên serdestan zû tên jibîrkirin 

Panelîst nivîskar Feysel Ozdemîr jî got, 2 cureyên nivîskaran hene; yek jê nivîskarên serdestan û yê din jî nivîskarên bindestan in. Ozdemîr wiha dewam kir: “Nivîskarên serdestan hertim ji desthilatdaran re xebitîne û nivîskarên bindestan jî her tim ji bo gel nivîsandine. Ji ber vê yekê jî nivîskarên bindestan ji aliyê serdestan ve neyar hatine nîşandayîn. Lê di dawiyê de navê nivîskarên serdestan tine ye, yên bi gel re ne jî hertim dijîn û tên naskirin. Tenê Tevgera Azadiya Gelê Kurd ev pergala zîndanan ya serdestan hilweşand. Bi pêşengtiya Mazlûm Dogan zindan êdî weke warekî berxwedanê hatin pênaskekirin.”

 

Hewceye tu nivîsên xwe biparêzî 

Nivîskar Firat Can ê ku bi xwe jî demeke dirêj di zindanan de girtî ma, bal bire ser bikaranîna çekên kîmyewî û ev yek şermezar kir. Can got, wek nivîskar û rewşenbîrên Kurd pêwist e li dijî van sûcên mirovahiyê bisekinin. Can got, “Di hepsan de derfetên nivîsandinê tine ne, yanî kêm e. Lê afirîneriye mezin jî li wir heye. Bi destûra rêveberiya hepsê nivîs tên nivîsandin. Hewce ye tu parastina nivîsa xwe bikî. Zexteke psîkolojîk li ser te heye. Carna di zindanan de mirov tiştekî dinivisîne lê ji ber ku te ji bîr kiriye, tu nikarî pênaseya wê bikî.”

MA/AMED

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.