- HPG´ê nasnameya pakrewanên Derya Reş Bextiyar Botan, Egîd Serhad, Celal Mêrdîn û şehîdê herêma wanê Andok Argeş eşkere kir. Wê got, “Di nava tevgera Apoyî de Egîd Serhat bû yek ji wan milîtanan ku li Derya Reş di gerîlatiyê de bû efsane.“
HPG’ê 4 gerîlayên li Derya Reş û Wanê sala 2016’an şehîd bûn, bi bîr anîn. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG´ê li ser şehîd bûna gerîlayên xwe got, “30’ê Îlona 2016’an li bajarê Ordûyê di dema operasyona dijmin de şerekî giran qewimîbû û di vî şerî de gelek leşkerên dijmin hatibûn cezakirin. Di vî şerî de hevrêyên me Baxtiyar, Egîd û Celal ên ku demeke dirêj li herêma Derya Reş gerîlatî kirin, heta kêliya dawî bi îradeya Apoyî şer kirin û şehîd bûn. Hevrêyên me ku agahiyên li ser nasnameya wan zelal bûn, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.”
HPG´ê di heman demê de nasnameya gerîlayê xwe yê ku 4’ê Gulana 2016’an li herêma Wanê şehîd bû Andok Argeş jî eşkere kir.
HPG´ê ji bo şehîd Bextiyar Botan got, “Hevrêyê me Baxtiyar li navçeya Payîzava ya Wanê ji dayik bû. Sala 2003’an biryar da tevlî nava refên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bibe û hat çiyayên Kurdistanê. Li çiyê tevlîbûneke bi kedkarî û fedakarî kir, li herêmên Zap û Xakurkê kar kir. Hevrêyê me Baxtiyar hewl da biçe Bakurê Kurdistanê û li vê derê derbê li dewleta Tirk a qirker bixe. Xewn û xeyala wî ya herî mezin ew bû ku hesabê Seyîd Riza, Besê, Alîşêr, Zarîfe, Geliyê Zîlan û hesabê bi dehan komkujiyên din ji dijmin bipirse. Sala 2010’an berê xwe da çiyayên Dersimê û piştî bi du salan xwe gihand Dêrsimê. Piştre rêwîtiya wî ber bi Derya Reş ve dest pê kir, weke şopdarekî Hakî Karer û Kemal Pîr têkoşîna xwe li Derya Reş meşand. Rêwîtiya hevrêyê me Baxtiyar ji Derya Reş dirêjî Koçgîrî bû û bênavber dewam kir. Di nava şert û mercên herî giran de beşdarî çalakiyan bû û derbên giran li dagirkeran dixistin. Ji fermandarên me yên fedayî hevrê Baxtiyar, li deverên ku derfet lê herî kêm bûn û şert û merc gelekî giran bû 7 salan bêteredût meşiya. Heta kêliya şehîd bibe, weke fermandarekî mînak tevlî nava artêşa şehîdên nemir ên Kurdistanê bû.”
HPG´ê ji bo şehîd Egîd Serhat got, “Hevrêyê me Agît Serhat li navçeya Erziromê Xuristanê ji dayik bû. Di pêvajoya komploya navneteweyî de nêta rastî ya hêzên komploger zû dît û weke bersiva li vê yekê tevlî karên şoreşgerî bû. Nêzî 5 salan li metropolan kar kir û gelek wezîfe bi rengekî serketî bi cih anîn. Hevrêyê me Egîd bawer dikir ku Pêngava 1’ê Hezîrana 2004’an divê hîn bêhtir bê mezinkirin û sala 2005’an berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû. Sala 2010’an çû herêma Dêrsimê. Her tim dixwest li herêma Derya Reş gerîlatiyê bike, bi vê armancê berê xwe da Derya Reş û li vê herêmê dest bi gerîlatiyê kir. Li vê derê bi kedeke mezin derbên giran li dagirkeran xist. Di nava tevgera Apoyî de bû yek ji wan milîtanan ku li Derya Reş di gerîlatiyê de bû efsane. Sala 2016’an di şerê li dijî artêşa Tirk de bi lehengî şer kir, şehîd bû.”
HPG´ê ji bo şehîd Celal Mêrdîn jî got, “Hevrêyê me Celal, li navçeya welatparêz Mêrdînê Kerboranê ji dayik bû. Hevrêyê me Celal, weke ciwanekî Kurd ê bêteredût, bêtirs û fedakar, destpêkê weke milîsekî kar kir. Sala 2012’an li herêma Dêrsimê tevlî nava refên gerîla bû. Li nava şert û mercên herî giran ên gerîlatiya bakur de dest bi pratîkê kir. Li Dêrsimê gelek wezîfe serketî bi cih anîn. 24’ê Tîrmeha 2016’an dema ku dewleta Tirk a qirker jinûve li dijî gel û tevgera me dest bi êrişa topyekûn kir, hevrêyê me Celal jî çû herêma Derya Reş. 30’ê Îlona 2016’an li Ordûyê di şerê dijî hêzên dewleta Tirk a mêtinger de bi lehengî şer kir û tevlî nava artêşa şehîdan ên nemir bû.”
HPG´ê şehîd Andok Argeş jî wiha bi bîr anî: “Hevrêyê me Andok sala 2015’an li Eyaleta Wanê dest bi gerîlatiyê kir. Bi taybetî sala 2015’an piştî ku dijmin agirbest xera kir û dest bi şer kir, polîtîkaya qirêj a dijmin baştir fêhm kir û ji bo azadiya Rêber Apo bêrawestan têkoşîna xwe bi bandortir dewam kir.”
HPG´ê sersaxî ji malbatên şehîdên Kurdistanê Baxtiyar, Egîd, Celal û Andok û gelê Kurdistanê yê welatparêz re xwest. Nasnameya şehîdan weke li jêr e:
- Baxtiyar Botan (Erol Kurt) ê li Wanê ji dayik bûye, kurê Seherbaz û Îsmet, 30’ê Îlona 2016´an li Derya Reş şehîd bû.
- Egîd Serhat (Mehmet Yildiz) ê li Erziromê ji dayik bûye, kurê Ayşe û Mecîd, 30’ê Îlona 2016´an li Derya Reş şehîd bû.
- Celal Mêrdîn (Abdulcelîl Alpaydin) ê li Mêrdînê ji dayik bûye, kurê Ayfer û Yûsûf, 30’ê Îlona 2016´an li Derya Reş şehîd bû.
-Andok Argeş (Serdar Atsiz) ê li Wanê ji dayik bûye, kurê Aliye û Bûrhan, Sibata 2016´an li herêma Wanê şehîd bû.
BEHDÎNAN