PADÊ’ê li ber encamên hilbijartinê rabû

Çarşem 13 Cotmeh 2021 - 01:21

  • Li gorî lîsteyên fermî diviyabû 83.000 kes li Şengalê biçin ser sindoqan.

PADÊ destnîşan kir ku di hilbijartinên li Şengalê de ji destpêkê ve pirsgirêk û astengî derketine, lewma 70 hezar kesî nekariye dengên xwe bi kar bînin û ji bo betalkirina encamên hilbijartinên Şengalê wan miracaetî Komîsyona Hilbijartinê ya Nînovayê kiriye.

Ji berê sibehê ve li Şengalê, li deverên çav li rê bû dengên namzetê PADÊ Şêx Semîr zêde bin, sîstema elektronîk a dengdanê ya sindoqan xerabe bû. 

Mijara duyemîn û ya esasî, bi hezaran kesên ku çûn ser sindoqan û xwestin dengê xwe bidin, ji ber ku qeydên wan li cihên cuda derketin, nekarîn dengê xwe bi kar bînin. Li gorî lîsteyên fermî diviyabû 83.000 kes li Şengalê biçin ser sindoqan. Lê di encama dengdanê de tenê 13.000 kesan dengê xwe bi kar anî. 
PADÊ jî xwe disipêre vê û li ber encaman radibe.

ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.