PADÊ Kongreya xwe ya 4’an li dar dixe
Sêşem 20 Kanûn 2022 - 01:59
Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzdiyan (PADÊ), kongreya xwe ya asayî ya 4’an li dar dixe.
Endamê Komîteya Têkîliyên Derve ya PADÊ, Silêman Hecî, derbarê girîngiya lidarxistina kongreyê de ji ajansa Rojnewsê re axivî.
Silêman Hecî destpêkê da zanîn ku gelek partiyên siyasî bi navê Êzîdiyan kar dikin, lê dengê gel dizîn û li gorî berjewendiyên xwe tevgeriyan.
Silêman got; “Her kesî dît ku di dema fermana 3’ê Tebaxa 2014’ê de çi bi serê gelê me de hat û kesên mafê me yên siyasî biparêzin nebûn. Kedeke mezin hate dayîn û li ser vê xetê gelek şehîdên me çêbûn. Ji bo em karibin bibin nûnerê gelê xwe, ji aliyê siyasî ve, ev partî bi keda şehîdan hate avakirin.”
Silêman Hecî di dewama axaftina xwe de qala amadekariyên ji bo kongreyê kir û got; “Ji bo lidarxistina kongreyê ev demeke kar û xebat tên kirin. Ji bo em bikarin kongreyê bi awayekî demokratîk li dar bixin, em di nava gelê xwe de geriyan û me li nihêrîna civaka xwe pirsî.
Em bi hêvî ne gelê me jî nûnerên xwe hilbijêre û rêveberên ku karibin bibin nûnerên wan, hilbijêrin. Her endamekî ku di vê partiyê de kar bike, di serî de wê ji bo xizmetkirina civakê soza xwe bide û dest bi karê xwe bike.”
Silêman Hecî di dawiyê de jî got, li Başûrê Kurdistanê, Bexda û Şengalê navendên wan hene û wiha peyivî; “Ji bo berfirehkirina navendên kar û xebatên xwe, em ê karekî esasî bidin meşandin û hewl bidin dengê gelê xwe bigihînin raya giştî ya cîhanê”.
ROJNEWS/ŞENGAL