- Li navçeya Amedê Licê, ji ber kuştina Fermandarê Cendirmeyan ê Herêma Amedê Bahtiyar Aydin a di 22’ê cotmeha 1993’an de cezayê muebbetê li girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan ê 83 salî hatibû birrîn.
Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan dîsa nehate berdan.
Li navçeya Amedê Licê, ji ber kuştina Fermandarê Cendirmeyan ê Herêma Amedê Bahtiyar Aydin a di 22’ê cotmeha 1993’an de cezayê muebbetê li girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan ê 83 salî hatibû birrîn. Di çarçoveya ji nû ve dadgehkirinê de danişîna Ozkan li 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edenê pêk hat. Ozkan, ji girtîgehê bi rêya SEGBÎS’ê tevlî danişînê bû û parêzerên wî Yakûp Ataş û Tûgay Bek jî li danişînê amade bûn. Ji ber ku pirsgirêkên bihîstin û fêmkirinê pêre hene, Ozkan nikaribû parastina xwe bike. Li ser pirsa serokê dadgehê, gardiyanê li cem Ozkan ev bersiv da: “Nikare ji we fêm bike û bibihîze.”
Parêzerên Ozkan jî di danişînê de xwestin ku rewşa Ozkan a tenduristiyê li ber çav bê girtin û daxwaza berdana wî kirin. Heyeta dadgehê daxwaza parêzeran red kir û îdîa kir ku Doza Licê ya li Dadgeha Ceza ya Giran a Izmîrê bi dawî nebûye.
Heyeta dadgehê biryara berdewama girtina Ozkan da û danişîn taloqî 21’ê Kanûnê kir.
EDENE