Bi hezaran şêniyên herêma Efrînê cenazeyê şervanê HRE'yê Rehman Hisên (Zinar) li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehrezê spart axê.
Şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê, Rehman Hisên (Zinar Efrîn) 25'ê Tîrmehê di topbarana dewleta Tirk a dagirker de li Efrînê şehîd bû.
Girseya şêniyên herêma Efrînê cenazeyê şehîd Rihman Hisên ji nexweşxaneya Avrîn a li Fafînê wergirt û bir goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li Ehrezê.
Li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan, Fewzî Mistefa li vir sersaxiya li malbata şehîd kir.
Mistefa da zanîn ku dagirkeriya Tirk bi hemû rêbazên xwe yên hovane şêniyên Efrînê yên resen û yên li Efrîna dagirkirî armanc dike û bi vekirina gorên şehîdan sûc li dijî nirxên pîroz ên gelan dike.
Mistefa di dawiyê de got, ew ê li ser rêça şehîdan bimeşin heta armancên wan ên rizgarkirina Efrînê û tevahî xakên dagirkirî pêk tînin.
Endama rêveber a Kongreya Star Zozan Hec Xelîl jî sersaxî li malbata şehîd kir. Wê got, dewleta Tirk a dagirker hewl dide projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan û vîna şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe. Piştî axaftinan, mamoste Avdar Elo wesîqeya şehîd xwend û radestî malbatê kir. Dûvre şehîd bi diruşmên silavkirina şehîdan, berxwedana şêniyên Efrînê û Berxwedana Serdemê hat oxirkirin.
ANHA/ŞEHBA