Oxir be şehîd Basim Mihemed
Pêncşem 13 Çile 2022 - 16:30
- Cenazeyê şehîdê Heyva Sor Basim Mihemed bi merasîmekê li gundê Hesekê Şerçî hate veşartin.
Cenazeyê endamê Heyva Sor a Kurd, şehîd Basim Mihemed bi merasîmekê li gundê Şercî yê Hesekê hate veşartin.
Xebatkarê Heyva Sor a Kurd, Basim Mihemed 11'ê Çileyê 2022´yan dema ku erka xwe li kampa Holê bi cih dianî, di êrişeke şaneyên çeteyên DAIŞ'ê de şehîd bûbû.
Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê, endamên Heyva Sor a Kurd û saziyên civaka sivîl û hevalên şehîdî, beşdarî merasîma veşartina cenazeyê wî bûn.
Xelkê cenazeyê şehîd Basim Mihemed ji avahiya Meclîsa Malbatên Şehîdan wergirt û bi karwanekî bire goristana şehîdên sivîl a li gundê Şercî.
Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê Ebdî Şêxo sersaxî ji malbata şehîd Basim Mihemed re xwest û got, "Şehîd Basim bê dudilî erka xwe bi cih dianî, li kampa Holê li ser karê xwe şehîd bû."
Hevserokê Heyva Sor a Kurd, Ebdî Emîn jî got, "Hevalê me Basim, dema ku xizmeta tunduristiyê pêşkêşî niştecihên kampa Holê dikir, şehîd bû. DAIŞ'ê hîna heye û şer li dijî mirovahiyê dike."
Xwişka şehîd Basim Mihemed, Besma Mihemed jî got, "Divê cîhan bi berpirsyarî tevbigere û DAIŞ´ê li herêmê bi dawî bike. DAIŞ ciwanan qetil dike û jiyana zarokan wêran dike û wan ji bavên wan dûr dixe."
ANHA/HESEKÊ